NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek navendan Cejna Newroz pîroz kirin û ev peyam dan: “Azadiya gelan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em ji vir hezaran silavan ji Îmraliyê re dişînin.”
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misogeriya Sûriyeya Demokratîk e” Newroz hate pîrozkirin. Gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen Newroz bi hev re pîroz kirin.
AMÛDÊ
Pîrozbahiya li bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Cizîrê, bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve û deqeyek rêzgirtinê, li gundê Cagir Bazara destpê kir. Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk Xerîb Hiso axivî û Newroz li beşdaran pîroz kir û got: “Em îro Newrozê bi rengekî nû ku azadî, îradeya azad û çareseriyê nîşan dide, pîroz dikin. Li seranserê Sûriyeyê agirê newrozê hate dadan, vê yekê vîna mirovî ya ku naşike nîşan da.”
TIRBESPIYÊ
Li Tirbespiyê pîrozbahî li herêma Drejîkê ya 2 km dikeve bakurê Tirbespiyê bi beşdariyeke mezin a hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryaniyan bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Hevseroka PYD’ê Perwîn Yûsif di şahiyê de axivî û cejna Newrozê li gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir.
Perwîn Yûsif bal kişand ser wê yekê ku Newroza îsal mizgîniya azadî û serketinê bi xwe re tîne û her wiha derfeta çareserkirina gelek pirsgirêkên siyasî yên herêmê jî bi xwe re tîne. Perwîn Yûsif, got: "Em Newroza îsal di rewşeke wiha de pîroz dikin ku Rêber Abdullah Ocalan projeya xwe ya ji bo aştî û azadiya Rojhilata Navîn pêşkêş dike.”
DÊRIK
Li bajarê Dêrikê pîrozbahiya li qada Şehîd Çîçek bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Piştre jî endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl axivî û got: “Newroza îsal qonaxeke nû ya demokrasiyê li Rojhilata Navîn vedike. Em îsal bi hemû pêkhateyan re pîroz dikin, ji ber ku Newroz serkeftina me hemûyan e, di serî de azadiya jinan. Piştî rûxandina rejîma Baasê rewş li Sûryeyê hatine guhertin. Niha Gelê Sûryeyê ji pêvjoyeke nû re amade ye, ku divê gel li ser bingehên demokrasî, xwişk-biratiya gelan û jiyana hevbeş bigihêjin azadiya xwe.”
Rêvebera Kongra Star a bajarê Dêrikê Şadiya Yûsif jî got: "Di dirêjahiya dîrokê de jin bûne qurbaniyên şer û rejîmên otorîter, lê îro ji cîhanê re îsbat dikin ku ew hêza avakirina aştiya rasteqîn e, ew jî bi ramana Rêberê mezin Abdullah Ocalan pêk hat. "
REQA
Şêniyên kantona Reqayê li qada stadyuma şaredariyê ya li navenda bajarê Reqayê bi tevlîbûna hemû pêkhateyan şahiyek lidar xistin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mişilb El Turkan axaftinek kir û wiha got: "Newroza îsal ji salên borî cudatir e, ji ber ku bi rûxandina rejîma Beşar Esed re bêhiqûqî û zilm ji holê rabû.” Her wiha bal kişand ser girîngiya peyama Rêber Apo ku tê de daxwaza aştiya Rojhilata Navîn dike û banga xwedîderketina li prensîp û sembolên vê cejnê kir.
Berdevka Meclisa Kombûna Jinê ya Zenûbyiya Xod El Îsa pîrozbahî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyan kir û diyar kir ku di vê roja pîroz de hemû cangorî têne bibîranîn. Her wiha têkoşîn û fedekariya jinên Kurd ên ji bo azadiyê silav kir û bal kişand ser rola wan a bingehîn di avakirina civakek dadmend û demokratîk de.
HELEB
Girseyeke mezin a şêniyên Helebê û koçberên Efrînê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi cil û berên xwe yên gelêrî, li qada Newrozê ya li herêma El Şeqîf li bakurê taxa Şêx Meqsûd a Helebê kom bûn. Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, wêneyên cangoriyan û al û sembolên Kurdî hate xemilandin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin. Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivî û destnîşan kir ku agirê Newrozê bi saya mîrateya şehîdan wê geş bimîne û got: “Ev cejn serhildana gel a li dijî rejîmên otorîte îfade dike.”
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Sûriyeya Siberojê Ibrahîm Faûr û li ser navê Kurdên Hemayê Rafî Derwîş Newroza hemû gelên Sûriyeyê pîroz kirin û gotin, ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.
QAMIŞLO
Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo pîrozkirina yekemîn cejna Newrozê ya piştî rûxandina rejîma Baasê, berê xwe dane qada pîrozbaiyê ya li bajarokê Hîmo. Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir. Piştre endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Qamişlo Taz Paşa axaftinek kir û cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, berxwedêrên li bendava Tişrînê û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û bangawaziya dîrokî ya Abdullah Ocalan bi bîr xist.
Rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin banga Abdullah Ocalan.
Hunermend Semîh Şiqeêr jî di şahiyê de axivî û got: “Em hatine ku bêjin rê û çarenûsa me yeke, ji bo avakirina Sûriyeyeke nû de, Sûriyeyeke bê mêtîngerî, Sûriyeyeke li ser rêya demokrasî û azadiyê. Werin em bi hev re stranan bistirên û muzîkê bikin rêya hezkirinê, ey Kurdên bedew, zarokên rojê. Em ji we hez dikin. "
Piştre koma hunermend Semîh Şûqeîr sirûda "Eger tu bijî azad bijî" pêşkêş kir.
KOBANÊ
Bi deh hezaran şêniyên Kantona Firatê yên ji bajarê Kobanê, Sirîn û Eyn Îsa li girê Miştenûr Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl û her wiha nûnerên ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn. Di saetên serê sibê de gel bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi qada pîrozbahiyê ve herikîn. Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê û guhdarkirina peyamên Abdullah Ocalan dest pê kir.
Cîgira Encûmena Cibicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl: "Newroz ku nûnertiya azadî, aştî û demokrasiyê dike ji serdema Kawayê Hesinkar û vir ve bûye sembola têkoşîna azadî û edaletê. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin."
Endama Koordînasyona Kongreya Star Macîde Hesûn jî ev tişt gotin: “Divê agirê Newrozê di sala 2026'an de bi destên Rêber Apo were pêxistin. Em ê weke jin pêşengiya vê armancê bikin."
Herî dawî koma Botan, hunermed Sûmeya Mihemed, koma dayîkan a govendê, hunermend Hisên Xanî, koma şehîd Yekta a Şano, hunermed Daniş Botan, koma şehîd Sînan a govendê, hunermend Şêrîn Elî, hunermend Qemer, koma Gîvara û koma şehîd Xabûr dê stran, govend û hunera xwe pêşkêş kirin.