STENBOL - Cezayê hefsê dan rojnameger Îsmaîl Saymaz ku bi îdiaya “alîkarî daye hewldana tunekirina hikûmetê” hatibû biçavkirin.
Rojnameger Îsmaîl Saymaz ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya têkildarî “Protestoyên Geziyê” de pêr hatibû binçavkirin. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, Saymaz şandin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza kontrola edlî sewqî 10’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê hate kirin. Dadgeriyê, bi şertê hefsa malê biryara berdanê da.