ENQERE - Amadekariyên pîrozbahiya Newroza Enqereyê ku dê di 23’yê Adarê de li Parka Anitê bê lidarxistin, temam bûn.
Amadekariyên pîrozbahiya Newroza Enqereyê ku dê di 23’yê Adarê saet di 13.00’ê de li Parka Anitê ya li navçeya Çankayayê bê lidarxistin, temam bûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî dê weke axêver tev li bibe.
Hunermend Edîp Gozeger û Şerzat dê derkevin ser dikê.