Li NÇM'ê qeydên kursan didomin
- çand û huner
- 09:09
Qeydên kursan ên NÇM'ê dê di 15'ê Îlonê de bi dawî bibin. Ferît Elalmiş bang li ciwanan kir ku beşdarî xebatan bibin.
Qeydên kursan ên NÇM'ê dê di 15'ê Îlonê de bi dawî bibin. Ferît Elalmiş bang li ciwanan kir ku beşdarî xebatan bibin.
Nûnerên saziyên Elewiyan ên ku beşdarî “Mihrîcana Xweza, Çand û Baweriyê” ya li gundê Qûrçik ê Gimgimê bûn, diyarkirin ku bendewariya wan a ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hemwelatiya wekhev e.
“Mihrîcana Xweza, Çand û Baweriyê” ya li gundê Qûrçik ê Gimgimê di roja 3’yan de bi serdana Gola Keskê re bi dawî bû.
Hunermendên Elewî yên ji bo “Mihrîcana Xweza, Çand û Baweriyê” hatin Gimgimê, diyar kirin ew pêvajoyê pir girîng dibînin û gotin: “Heke aştî çêbibe dê her kes bihizûr bibe.”
Alan Yalçin ku ji zarokatiya xwe ve kevneşopiya dengbêjiyê didomîne, ji bo dengbêjî bi sazûman bibe, xwest şaredarî mala dengbêjan veke.
Bi deh hezaran welatî beşdarî konsera ku ji aliyê Şaredariya Geverê ve hatibû sazkirin, bûn. Di konserê de gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.
Di kursên muzîkê yên ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariya Cizîrê ve hate destpêkirin de awazên Botanê bi nifşên ciwan re zindî dibin.
Dê serpêhatiya Celadet Elî Bedirxan, Erebê Şemo û Mehmet Ûzûn a li sirgûnê wek lîstikek şano bi navê “Sirgûn: Rîşa Pûç” di 14’ê Îlonê de bê lîstin. Nivîskar û lîstikvanê lîstikê Ayhan Erkmen got: “Ez ê bi performansa xwe ve qala sê rewşenbîran bikim û deynê xwe yê bo wan bidim” û kesên hunerhez vexwende promiyera lîstikê.
Fragmana beşa 20’an a belgefîlma “Vejîna Kurd” hate weşandin. Di beşa nû de berxwedana li girtîgehan tê vegotin.
OHD, ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û wiha bang li meclisê kir: "Ji bo naskirina statuya fermî ya zimanê kurdî û mîsogerkirina mafê perwerdehîya bi zimanê zikmakî gavên destûrî û qanûnî yên pêwîst bavêje."
Weşanxaneya Aramê 2 jê yên dîrokê û 3 jî jê yên polîtîka, bîranîn û biyografî bi giştî 5 pirtûkên nû çap kir.
Şêwekar Besna Acu portreyên kesayetên naskirî yên ji wêje, çand û dîroka Kurdî li ser dîwarên avahiya Şaredariya Cizîrê neqişand.
Fragmana belgefîlma 'Hey Hawar' ku balê dikişîne ser gora Suleyman Aksû yê di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da û di nava 9 salan de 7 caran gora wî ji aliyê leşkeran ve hat xerakirin, hat weşandin.
Li Amedê Pêşandanên Fîlman ên li Derve li parkan dest pê kir.
Di çarçoveya Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê de konsereke bi coş hat lidarxistin. Omer Ocalan di mîhrîcanê de axivî û got, "Niha dema azadiyê ye; ev yek xwedîderketin û têkoşînê dixwaze."