Di çalakiya ku ji aliyê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê ve ji bo mexdûrên KHK’ê hatin lidarxistin de, gotin ku dê li dijî şer aştiyê biparêzin.
Piştî şerê Îsraîl û Îranê buhayê petrolê bilind bû. Li dû hev di buhayên benzîn û mazotê de zêdebûn çêbû.
Li Bedlîsê karê çandiniya titûnê ku demekî ji bo gelek malbatan çavakaniya debarê bû, êdî her diçe hejmara berhemdaran kêm dibe. Berhemdarên ku di serê sibê saet 03.00’an de diçin ser kar li hember qeyran û qedexeyan têdikoşin.
2’yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok ku Şaredariya Mezin a Bajarê Amedê li dar xistibû bi dîmenên rengîn ve dest pê kir.
Li bajarên Serhedê mîhrîcanên havînê dest pê dikin û dê gelek çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.
2’yemîn Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê dê di 1-2’yê Tebaxê de bê lidarxistin.