Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
- polîtîka
- 16:35
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe biçin serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe biçin serdana Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan.
Nûnerên komeleyên Romanan û partiyên siyasî serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê kirin û têkildarî pêvajoya aştiyê gotûbêj kirin.
Cengîz Çîçek têkildarî Budçeya Wezareta Parastinê axivî û got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk, ferz dike ku hînbûnên sedsal in didomin bên terikandin.”
MHP’ê, rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê ku ji 120 rûpelan pêk tê, pêşkêşî Seroktiya Meclisê kir. Endamê Komîsyonê yê MHP’ê Fetî Yildiz, pirsa rojnamvenan a têkildarî “mafê hêviyê” bersivand û got: "Hûn dê bibînin."
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Sûzan Akîpa di civîna gel a li Tetwanê de axivî û hevdîtina di 13’ê Cotmehê de bi Abdullah Ocalan re kiribû wiha vegot: “Cara ewil e ku Abdullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinêre.”
Veysî Aktaş anî ziman ku aliyê rêxistinkirî dê di vê pêvajoyê de serketî be û got: "Niha, em dikarin li derve bi qasî ku em bixwazin xwe birêxistin bikin. Tu astengiyek ji bo vê tune ye."
DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên di çarçoveya xebatên komîsyonê de amade kirin radestî Meclisê kirin.
Di çarçoveya xebatên Komîsyona Meclisê de, dê partî raporên xwe yên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de berpêşî Serokatiya Meclisê bikin. Tê payin ku DEM Partî di nava rojê de rapora xwe teslîm bike.
Veysî Aktaş, bersiv da rexneyên li dijî nameya Abdullah Ocalan a di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de hatibû xwendin û got: “Heke bixwazin Rêbertiyê baş fêm bikin, hewceye di mijara civaknasiya dîrokî de xwe pêş bixin.”
Di roja duyemîn a Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de peyamên girîng hatin dayin. Dr. Orhan Gazî Ertekîn got: “Rojhilata Navîn jinûve tê avakirin û êdî Kurd tev li pergala avaker bûne.” Profesorê dîroka Hemdem ê Misirê Mohammed Refaat jî got: “Tifaqa Kurd û Tirkan qedereke civakî ye.”
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, di forûma ku beşdar bûbû de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare bandorê li ser lihevkirina li Sûriyeyê bike.
Devlet Bahçelî, diyar kir ku peyamên Abdullah Ocalan maqûl in û got: “Îşala dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê bi hev re firîna wê bibîne.”
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên beşdarî Komxebata Aştiyê ya Stenbolê bûn, diyar kirin ku ew dixwazin bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin û gotin: "Wekî civaka sivîl, yek ji daxwazên me yên herî bingehîn avakirina jêrkomîsyoneke meclisê ye."
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz ê di şandeya Komîsyona Meclisê de cih girt, ji bo pêvajoyê got: "Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin."
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi rojeva serdana Îmraliyê civiya. Nûman Kurtulmuş di civînê de got ku derbasî xebata amadekirina raporê bûne û got: “Piştî amadekirina raporê, ev pêvajo dê qonaxeke pir dîrokî derbas bike.”