Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê

MÊRDÎN - Bi hatina demsala payîzê re Sûlava gundê Qurdîsê bi rengên cur bi cur xemilî. 

Sûlava gundê Qurdîsê yê navçeya Artuklu ya Mêrdînê, bi barînan re careke din zindî bû. Sûlava ku bi xweşikiya xwe tê zanîn, bi rengên payîzê xemilî. Darên bi rengên zer, pirteqalî û gevez, bi Sûlavê re dîmeneke ji parçeyeke biheştê diafirîne. Qurdîs, weke “Biheşta veşarî” ya Mêrdînê tê naskirin. Gund û sûlava ku bi rengên cur bi cur xemilî, li benda ziyaretvanên xwe ye. 
 
MA / Ahmet Kanbal