NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku divê pêvajo ji hêla Abdullah Ocalan ve bê birêvebirin û anî ziman ku ji bo kongreya xwe li dar bixin divê êriş bên sekinandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji kanala televîzyonê ya Channel 8’ê ku weşana xwe li Herêma Federe ya Kurdistanê dike re hevpeyvîn kir. Karayilan, diyar kir ku pêvajoya di 27’ê Sibatê de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî ji hêla Kurdan ve xwedî taybetmendiyeke neteweyî ye û got divê hemû Kurd piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Karayilan di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû û got, piştî şerê deh salên dawî ku dewleta Tirk bi hemû derfetan xwest tevgera wan têk bibe, dema ku nekarî têk bibe, bi pêşengiya Devlet Bahçelî xwest pêvajoyek wisa bide dest pêkirin. Karayilan der barê mijarê de wiha got: “10 sal bi her rêbazî li hember me şer kirin û her cûre çek bi kar anîn. Ji NATO’yê piştevanî girtin, çekên herî modern bi dest xistin û şer kirin. Belê rast e me di vî şerî de windahî dan, lê em bin neketin û nekarîn me tesfiye bikin. Vê carê Devlet Bahçelî li parlementê çû silav da DEM Partiyê. Piştre di peyamê de got, ku ew ji bo aştiyê re amade ne. Got, Kurd û Tirk dikarin li hev bên. Herî dawî Rêber Apo bangawazî kir, diyar kir ku ger ku dewlet tiştek wiha dixwaze em jî amade ne ku pêvajoya guhertin û veguhertinê despê bikin.”
‘DIVÊ RÊBER APO AZAD BIBE KU BIKARE ROLA XWE BILÎZE’
Karayilan, bi domdarî bal kişand ser şertên pêşketina pêvajoyê û got: “Divê Rêber Apo bikare yekser beşdarî vê pêvajoyê bibe. Ger ne Rêber Apo be, dibe ku hin komên gêrîla çekdanînê qebûl nekin û ez bi xwe jî bangek bi wî şeklî li gerîla nakim. Pêwîste komên gerîla bi Rêber Apo re hevdîtin bikin. Ji bo Rêber Apo di vê qonaxê de rola xwe bilîze divê azad be. Em nabêjin bila were Qendîlê, Behdînanê lê divê azad be û şande biçin hevdîtin bikin. Dikare li ser teknîk jî xebatên xwe bike, civînan çêbike. Dema pêwîst bû divê komên gêrîla biçin werin. Eger ne wisa be wê pêvajo li pêş nekeve. Eger ku Rêber Apo bi xwe vê pêvajoyê bi rêve nebe hin fermandar û şervanên me wê qebûl nekin ku çek berdin, tenê Rêber Apo dikare bi wan çek bide berdan. Ji bo wê jî divê azad be.”
‘JI BO KONGRE BICIVE DIVÊ ÊRIŞAN BIDIN SEKINANDIN’
Karayilan di hevpeyvîna xwe de got ku ji bo ku kongra PKK’ê kom bibe divê dewleta Tirk êrişan rawestîne. Karayilan, bal kişand ser axaftin û daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Gûler û got ku ev herdû wezîr jî dixwazin pêvajo li pêş nekeve. Karayilan, da zanîn ku bi taybet Yaşar Gûler rastiyan berovajî dike û şerê psîkolojîk dimeşîne û wiha pêde çû: “Yaşar Guler bi axaftinên xwe pêvajoyê sabote dike. Agahiyên şaş dide raya giştî. Dibe ku heman agahiyan dide rayedarên dewletê jî. Dibêje ku me PKK’ê ji hêz de xistiye, heta tune kiriye. Ya rast heqîqet berovajiyê van gotinane.”
‘DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE PÊVAJOYÊ’
Karayilan, got: “Em dixwazin aştiyeke rasteqîn pêk were. Divê mafên nasnameyê yên gelê Kurd bêne naskirin. Eger bi vî rengî bibe wê dostaniya bi Kurdan re pêk were. Niha ji hin derdorên Kurd re dibêjin dost in, lê belê ev dostaniyeke taktîkî ye, bila kes xwe nexapîne. Ji bo Kurdan li hemberî hev bi kar bînin taktîkan dikin. Ji bo dostaniyeke rasteqîn divê mafên nasnameyê yên Kurdên li nava xwe nas bikin. Çekdanîn li ser vê bingehê dibe. Bi vî rengî nebe nabe. Em têkoşîneke bi vî rengî dimeşînin. Rêber Apo vê pêvajoyê weke pêvajoya têkoşînê dinirxîne. Wê demê divê aliyên Kurd jî vê rastiyê bibînin û piştgiriyê bidin. Eger li Tirkiyeyê mafên nasnameyê yên Kurdan bêne naskirin, li ser vê bingehê destûra bingehîn bê amadekirin, aştî bi vî rengî bê, hingî Tiriye wê qezenç bike û li herêmê bi Kurdan re dostaniyê dîne. Bi vî rengî nebe wê dewleta Tirk her tim ji bo Kurdan xetere be.
Divê herkes li vê pêvajoyê xwedî derbikeve û erkên xwe bi cih bîne. Ev pêvajo ji bo hemû parçeyên Kurdistanê pir girînge, Rêber Apo vê pêvajoyê pir baldarî digre dest, hemû hewldanên xwe bi vê baldariyê dest digire. Em wek tevger, wek gelê Kurd divê bên gel hev û destê Rêber Apo xurt bikin. Ji bo ku dewleta Tirk serî li fêlbazî û rêbazên xapandinê neke divê em baldarbin. Ev pêvajo ji bo Kurdan xwedî qerekterek netewî, mîliye. Divê hemû Kurd ji bo vê têkoşîn bikin.”