AMED - Pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi beşdariya sed hezaran dest pê kir, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
Pîrozbahiya Newroza Amedê li Qada Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û bi beşdariya sed hezaran kesan hate pîrozkirin. Piraniya beşdaran jin û ciwan bûn û qada pîrozbahiyê heta dawiyê tije bûbû. Di pîrozbahiyan de herî dawî hunermend Rewşan derket ser dikê.
Girseyê demeke dirêj govend gerand û pîrozbahî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.