AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Amedê de axivî û got: “Hewceyî bi mewzûata nû heye. Pêdivî bi azadiya birêz Ocalan heye.”
Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan û bi coşeke mezin didome. Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" tê lidarxistin û Koma Avnayê derket ser dikê.
BANGA ‘JI OCALAN RE AZADÎ’
Mêvanên ji Herêma Federe ya Kurdistanê hatin girse silav kirin. Di peyaman de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û Newroz hate pîrozkirin. Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar bi zaravayê Kurdî Kirmanckî dest bi axaftina xwe kir û Newroza tevahiya Kurdistanê pîroz kir.
Çîgdem Kiliçgun Uçar got “Ez Newroza şehîdan pîroz dikim”, gotinên Seyîd Riza bi bîr xist û got: “Ruhê te şad be. Neviyên te serî netewandin.”
'TENÊ BI AXAFTINÊ HÛN NIKARIN PÊŞ BIKEVIN’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em ê bi hev re civaka demokratîk ava bikin. Ji 27’ê Sibatê heta niha li Rojhilata Navîn hevkêşeyeke nû heye. Birêz Ocalan tundiya li vî welatî ji qederbûnê derxist, netewe dewlet ji vebijêrkê derxist û rêyeke nû vekir. Di vê rêya nû de pêdivî bi siyaseta demokratîk û civaka demokratîk heye. Têkoşîneke me ya ku me tu caran dev jê bernedaye heye. Di bangekî wiha dîrokî de her kes li benda hev e lê birêz Ocaaln gavek avêt, rêyên girtî vekir û qilfeya neçareseriyê vekir. Bi banga xwe ya ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê kirî re got; ‘Werin bibin kirdeya vî karî û bi gelê Kurd ê li dijî tundî û înkarê bêdeng nemayî re bin. Em serdemeke nû ava bikin.’ Binêrin, ev meheke li cîhanê û Tirkiyeyê herî zêde li ser banga birêz Ocalan tê axaftin. Kesê herî zêde li ser tê axaftin, birêz Ocalan e. Lê yên naaxivin jî hene. Em nizanin ka îktîdar di vê mijarê de çi difikire. Bahçelî dibêje ‘Em bibiryar in, em ê paşve gavê nevaêjin.’ Hûn pêşve gavan naavêjin. Hûn bersiva banga 27’ê Sibatê nadin. Meseleyeke ewqas dîrokî tenê bi axaftinên ser kursiyan çareser nabin û pêş nakevin.”
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar, ev tişt anî ziman: “Dema mezinkirina banga birêz Ocalan û rêya azadiyê ye. Gelê Kurd li vir e. Banga Rêberê Gelê Kurd di dilê me tevan de ye. Ev pîrozbahî pîrozbahiyeke dîrokî ye. Ev pîrozbahî, pîrozbahiya guherandina qedera netewe-dewletê ye. Nîşan dide bê ka banga birêz Ocalan çiqasî xurt e.”
'DIVE OCALAN AZAD BIBE’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Weke gelê Kurd berê me li banga birêz Ocalan e. Em ê bi hev re vê bangê biparêzin. Dewlet û îktîdar, birêz Ocalan weke aktoreke dîrokî qebûl kir û divê ev pêvajo neyê pûçkirin. Bila kesek hesabên xelet neke. Gelê Kurd peyama xwe dide. Gelê Kurd mîna agirê Newrozê li ser pêya ye. Em ê bi hev re ruhê azadiyê yê Newrozê pêş bixin. Bila kesek hiqûqa ku bi têrî gelên Tirkiyeyê nake û em tê de cih nagirin neyîne. Pêdivî bi mewzûatên nû heye. Pêdivî bi azadiya birêz Ocalan heye. Heta birêz Ocalan azad nebe, bingeha avêtina gavên bicisaret jî nîne. Ev bang di mehekê de nehat nivîsandin. Encama keda bi dehan sala ye û em ê bi hev re biparêzin.”