ÎZMÎR - Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya DEM Partiyê ji bo banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya ku wê sibe li Qada Gundogdûyê bê lidarxistin banga tevlêbûnê kir û belavok belav kir.
Rêxistina Navçeya Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo pîrozbahiya Newrozê ya ku wê sibe li Qada Gundogdûyê bê lidarxistin li têketina Konak Kemaraltiyê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin ku gelek endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hat şermezarkirin û wek derbeyeke li dijî demokrasiyê hat binavkirin.
Akin behsa xebatên Newrozê kir û wiha got: “Em ê Newroza 2025'an bi daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Û banga aştî û afirandina civaka demokratîk pîroz bikin. Em xebatên xwe bi vê dirûşmê dimeşînin. Em dixwazin xizanî û bêkarî ji holê rabe. Mûçeyên ji teqawîtan re tên dayîn bên zêdekirin.”
Piştî daxuyaniyê endamên partiyê li Bazara Kemeralti ya dîrokî belavok belav kirin û welatî vexwendin pîrozbahiya Newrozê ya ku dê sibê saet di 12.00 'an de li Qada Gundogduyê bê lidarxistin.