Li navçeyên ku vala bûne tenê xebata rakirina xirbeyan heye

  • rojane
  • 11:31 16 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Li navçeyên Elbistan û Nûrheqê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê cihê xwe ji rakirina xirbeyan re hiştiye. Li van her du navçeyan hema bêje hemû avahiyan xesar dîtine. Xelkê her du navçeyan ji ber pirsgirêka hêwirînê neçar man ku navçeyan terk bikin û ji roja ewil ve pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin. 
 
Erdhejên ku navenda wê navçeyên Bazarcix û Elbîstan ên Mereşê bûn li 10 bajaran rê li ber karesatek mezin vekir. Erdheja duyemîn navenda wê navçeya Elbistanê bû û hema bêje ji sedî 70’ê navçeyê hilweşiyaye. Li Elbistanê heta niha 565 avahî ketine ber qeydê ku bi lezgînî werin hilweşandin. Hê jî li hin avahiyan xebata xirbeyan nehatiye kirin. 69 gund û taxên navçeyê hene. Beşek mezin ji van tax û gundan xesar dîtine. Li 40 jîngehan mirov nikarin bikevin mala xwe. Xelkê navçeyê koç kirine û hema bêje kes li navçeyê nemaye. 
 
Li navçeyê pirsgirêkên hêwirînê, tenduristiyê, germbûnê, serşok û daşiran berdewam dike. Konên hatine vedan jî pêdiviyên xelkê bicih neanîne. Gelek zarok û welatî nexweş dikevin. Di rojên ewil ên erdhejê de li gelek deveran bi destê rêxistinên sivîl xwarin ji bo welatiyan dihat belavkirin û niha tenê du li du deveran xwarin li welatiyan tê belavkirin û hê jî birînên mexdûran nehatine pêçandin. 
 
JI SEDÎ 70’Ê AVAHÎ HILWEŞIYAN E 
 
Li navçeyê ji sedî 70’ê avahiyan hilweşiyane û ji edî 30’yê avahiyan jî xesar dîtine. Rojek piştî erdhejê ten3e li çend avahiya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin kirin. Dilxwazan û xelkê xebatên lêgerînê û rizgarkirinê kirin û bi sedan mirovan ji bin xirbeyan rizgar kirin. Ji ber mudaxileya dereng jî bi sedan mirov canêxwe ji dest da. Li navçeyê tevî hemû gazin û rexneyên xelkê jî xebatek lêgerînê û rizgarkirinê bi organîzek baş nehat kirin û niha makîneyên kar ketine nav hin avahiyan û xirbeyan radikin. 
 
Şaredarê Elbistanê Mehmet Gurbuz 4 roj piştî erdhejê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî dabû û ragihandibû ku xebatên lêgerînê û rizgarkirinê temam bûye. Li ser nerazîbûna xelkê Gurguz neçar ma ku parvekirina xwe jê bibe û piştî daxuyaniya şaredar çend roj şûnve di xebatên rizgarkirinê de gelek kes hatin rizgarkirin. 
 
 
XIRBE TÊN RAKIRIN 
 
Bi ser erdhejê re hefteyek şûnve xebatên lêgerînê û rizgarkirinê cihê xwe bi temamî ji rakirina xirbeyan re berda. Li ser îxbarê li hin avahiyan xebatên lêgerînê û rizgarkirinê tên kirin. Li sedan avahî ev xebat nehat kirin. Li ser avahiyên ku xebata lêgerînê û rizgarkirinê nehatine kirin, nivîsên wek “vala ye”, “nayê zanîn” û “kes tune ye” hatine nivîsandin û balê dikişîne ser xwe. Niha xirbeyên ku bi kamyonan tên rakirin dibin derveyî navçeyê vala dikin. Di avahiyên ku xirbeyên wan tên rakirin de nayê zanîn ku ka delîl hatine berhevkirin û nimûne û karot hatine girtin an jî na. 
 
CENAZE PIŞTÎ ROJAN HATIN VEŞARTIN 
 
Li navenda navçeyê ev tişt diqewimin. Li gundan jî ji roja ewil ve adeta dramek heye. Li gundên Elbistanê heta niha ji 200 kesî zêdetir mirov jiyana xwe ji dest dane. Di çar rojên ewil ên erdhejê de pêwendiya di navbera gundan û navenda navçeyê de qut bûbû. Qêrîn û hawara mirovan negihîşt tu cihekî. Rêyên gundan ji ber berfê û erdhejê lêdabû hatibûn girtin. Welatî nikaribûn biçûna navçeyê û ji bo rizgarkirinê welatiyên di bin xirbeyan de kesî xwe negihand gundan. 
 
Xelkê gundan bi destê xwe sax û miriyên xwe ji bin xirbeyan derxistin û çend roj şûnve veşartin. Mexdûrên erdhejê destnîşan dikin ku gelek kes li Elbistanê û gundên wê di encama xemsariyê de mirine. 
 
DAXWAZA AVAKIRINA JI NÛ VE Û VEGERÊ 
 
Welatiyên ku li gundan xaniyên wan bi serê wan de hilweşiyan neçar man ku koçber bibin. Hê jî li gundan bi sedan sewal di bin xirbeyan de ne û ji bo sewalên hatin rizgarkirin av û êm û axûr tune ne. Mexdûrên erdhejê neçar man ku sewalên xwe bi bihayên kêm bifiroşin û bar kirin û çûn. Li hin gundan çend malbat mane û di konan de dimînin û li hin gundan hê jî ceyran tune ye. Welatî di wê fikarê de ne ku yên koç dikin carek din venegerin û jibo herêm bêmirov nemînin dixwazin ku bi lezgînî avakirina avahiyan dest pê bike û xebatên paşde vegerê bê kirin. 
 
 
REWŞA NÛRHEQÊ 
 
Erdhejê tesîrek neyînî li ser navçeya Nûrheqê jî kir. Li gorî daneyên nefermî, ji 200 kesî zêdetir mirov jiyana xwe ji dest dan. Beşek mezin a avahiyan hilweşiyan û avahiyên li mane jî xesar dîtine û kes nikare bikeve malên xwe. Şeva ku erdhej çêbû li navçeyê berf dibariya û bager hebû û pêwendiya navçeyê û deverên din bitemamî qut bû. Ji ber vê yekê jî li navçeyê mirovan jiyana xwe ji dest da. Du roj şûnve rêyên navçeyê hatin vekirin û terkên mezin li rêyên Elbistan-Nûrheq-Sergolan ketin û di rêyan de hezaz çêbû. 15 hezar nifûsa navçeyê heye. Hema bêje kes li navçeyê nemaye û yên mayî jî li navenda navçeyê û gundan di konan de bicih bûne. Li navçeyê hem xebatên lêgerînê û rizgarkirinê û hem jî gihandina alîkariyê de tengezariyên mezin çêbûn. 
 
Ji ber nebûn ango kêmaniya makîneyên kar cenazeyên ji bin xirbeyên navçeyê û gundan hatin derxistin, demek dirêj nehatin veşartin. Heta niha jî têkildarî rûxandina li navçeyê û gundan tu daneyek fermî nehatiye eşkerekirin. Hê jî rakirina xirbeyan û hilweşandina avahiyên xesar dîtine nehatiye destpêkirin. Nayê zanîn ku ka gelo derbarê avahiyan de lêkolînek hatiye kirin an jî na. 
 
QÊRÎNA HAWARÊ PIŞTÎ 5 ROJAN HAT BIHÎSTIN 
 
Li navenda navçeyê rewş wisa ye. Ji bo daneyên qurbaniyên li gundan jî agahiyek fermî tune ye. Erdhejê herî zêde tesîr li gundên Kullar, Bariş û Karaçayê kiriye. Bi dehan mirov di bin xirbeyan de ma û ji ber derengî mudaxile hat kirin, welatî jiyana xwe ji dest dan. Qêrîn û hawara li gundan piştî 5 rojan hat bihîstin. Gundaiyan bi derfetên xwe kêm li ser xirbeyan xebitîn û gelek kesan rizgar kirin û gelek cenazeyan ji bin xirbeyan derxistin. Li gundan gelek welatiyan ji ber ku qerisîn canê xwe ji dest dane. Piştî rojan ceyrana gundan hat berdan û gundî ji ber pirsgirêka hêwirînê neçar man terka mal û milkên xwe bikin. Gundiyan şînên xwe li gundan danîn û li van gundan hema bêje kon tune ne. Bi dehan malbat li Cemxaneyê dimînin û dilxwaz xwarinê çêdikin û pêdiviyên mexdûran dabîn dikin. Li Nûrheqê û gundên wê hê jî xebata rakirina kavilan nehatiye destpêkirin. Gelek welatî wek deverên din li Nûrheqê jî bêyî bên tomarkirin hatin veşartin. 
 
 
Li navçeya Afşînê ya Mereşê jî 397 avahî ji ber erdhejê hilweşiyan. Li navçeya Goksûnê jî ji 100 zêdetir avahî hilweşiyan e. 
 
MA / Adnan Bîlen
 
 
 

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan