Kemalbay: Heke tevdîr neyên girtin xetereya şewbê pir zêde ye

  • rojane
  • 11:19 16 Sibat 2023
  • |
DÎLOK - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay ku li herêmên erdhejê yên Islehiye û Nûrdagiyê ye, da zanîn ku pirsgirêkên mexdûrên erdhejê hêj berdewam in û wiha got: “Divê çareseriyên mayînde bikevin meriyetê û temînatê bidin gel. Nexwe li herêmên erdhejê xetereya şewbê pir zêde ye.” 
 
Hevserokên giştî, parlamenter û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji roja destpêkê ya erdhejê heta niha hewl didin bi rêya koordînasyonên navenda krîzê birînên mexdûrên erdhejê derman bikin. Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay ku li herêmên erdhejê yên Islehiye û Nûrdagiyê ye, têkildarî texrîbata li navçeyan axivî. 
 
'DIBE KU MIROV JI SERMAYAN BIMIRIN’ 
 
Kemalbay, da zanîn ku hêj di roja 10’emîn a erdhejê de jî pêdiviyên bingehîn ên mexdûrên erdhejê nehatine pêşwazîkirin û wiha got: “Li navçe û gundan kon hatine vedan lê belê li cem konan serşok, daşir û av tune ne. Xwegermkirin, pirsgirêkeke sereke ye. Kon, mîna cemedê ne û dibe ku mirov hîpotermiyê derbas bikin û jiyana xwe ji dest bidin. Ji bilî piştevaniya gel, li vir tiştekî din nîne. Di mexdûrên erdhejê de nediyareke mezin heye. Mexdûr pirsa; ‘Gelo dê çi bi mexdûrên erdhejê bibe? Dê li ku bimînin? Dê çawa bijîn’ dikin. Ji ber ku dewletê hêj jî di vê mijarê de daxuyaniyeke ku mirov pê qaneh bibin nedaye. Avahiyên her kesî yan bi temamî hilweşiyan e yan jî xesareke mezin gihiştiyê. Xelk, ji kar û avahiyên xwe bûn. Lewma jî jiyana li van herêman êdî sekinî ye. Divê temînatekê bidin xelkê herêmê.” 
 
'AV TUNE YE’ 
 
Bi domdarî Kemalbay diyar kir ku xelkê gundê Fevzî Paşa yê navçeya Islahiyeyê ev bû 9 roj ku hêj serê xwe neşûştine û wiha domand: “Xetereyeke mezin a şewbê heye. Sewalên gundiyan di bin kavilan de ma ne. Nikarin sewalkariyê bikin. Traktorên kesên çandiniyê dikin û wesayîtên wan ên din di bin kavilan de mane.  Lewma divê pirsgirêkên wan tavilê bên çareserkirin. Gelo ma ev dewlet nikare tankereke avê bîne gund? AFAD’ê li gund 20 kon vedane lê li cem wan daşir nehatine çêkirin. Av tune ye. Gelo ma vedana konan wiha dibe? AFAD li vir veguheriye karesatê. Mirovan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Niha jî bi şewb û mirinê re rû bi rû tên hiştin.” 
 
'DIVÊ TAVILÊ JIYANA LI VÊ DERÊ ASAYÎ BIBE’
 
Kemalbay, destnîşan kir ku li navçeyê tenê du xebatkarên tespîtkirina xesarê dîtine û axaftina xwe wiha qedand: “Li vê navçeya ewqas mezin tenê du karmendên dewletê xebatê dimeşînin. Dema em diçin gundan pirsa ‘Dê çi bibe?’ ji me tê kirin. Divê ev prosedûr bên hêsankirin û tavilê bên kirin. Ji ber ku welatî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Welatiyên li gundan ji bo tespîtkirina xesaran serlêdan kirine lê belê jê re gotine ‘wezaret xebatên tespîtkirina xesarê didomîne’ û paşve şandine. Rakirina kavilan dane ber îhaleyê. Ji gel re dibêjin; ‘xwe li benda îhaleyê bigirin.’ Piştî rakirina kavilan jî dê dest bi xebatên tespîtkirina xesaran bikin. Belê em baş bi feraseta îhaleyan a vê îktîdarê dizanin. Divê di serî de ne îhale lê ji ewil gel ji bin kavilan bê derxistipn. Divê gel li jiyana xwe ya asayî vegere. Dibistan tên girtin, pêşeroja gel tê taloqkirin. Divê li dijî vê yekê, tavilê plana derketina ji erdhejê bê amadekirin. Divê tavilê ji bo cihê mayînê çareseriyên mayînde bên pêşxistin. Divê mîna AFAD’ê konan nedin welatiyan û biçin. Divê li cihê konan daşir, serşok û av bê danîn. Her wiha divê telefon, înternet û sotemenî bêpere be. Jixwe ji bilî bedenên wan, tu tiştekî wan nema ye. Heke dewleteke hebe, divê ji bo vê hebe. Divê pirsgirêka ceyranê bê çareserkirin. Ev yek tiştên zehmet nînin lê ji ber ku koordînasyon û organîzasyon tune ye, nakevin meriyetê.”

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan