Li Bazarcixê tîmên hilweşandinê li ser kar in, malbat hewl didin eşyayên xwe xelas bikin

  • rojane
  • 10:36 16 Sibat 2023
  • |
MEREŞ - Li Bazarcixê avahiyên xesar dîtine tên hilweşandin. Tevî ku avahî xesar dîtine jî xelk dikeve malên xwe û eşyayên xwe xelas dike. Li navçeyê hê jî gelek malbat bêkon in. 
 
Di roja 11’emîn a erdhejê de em tax bi taxên navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê ye digerin. Me cara ewil berê xwe da taxa Fatîhê. Em dibînin ku mexdûrên erdhejê di konên AFAD’ê ku li kêleka hev danîn de dimînin. Lê hê jî li derdora konbajar gelek malbatên ku kon peyda nekirine û di baraqeyan de dimînin hene. Li vê taxê Koordînasyona Konan a KESK’ê û Egîtîm Senê û her wiha aşxaneya Şaredariya Silopiya xizmetê didin mexdûrên erdhejê. Endamên KESK’ê diyar dikin ku ew ji bo mexdûran dibin alîkar ku konan vedin û ew ê dersa taybet bidin xwendekaran, xizmeta tenduristiyê bidin û ji bo zarokan dê kargehan vekin. 
 
Şaredariya Silopiya ji roja duyemîn ve bi TIR’ek alîkariyê xwe gihand Bazarcixê û ji aşxaneya ku vekiriye her roj sê danan xwarinê li mexdûrên erdhejê belav dike. Mexdûr diyar dikin ku pêdiviya wan bi daşriên seyar hene û heke ev daxwaz pêk neyê berovajiyê vê dê nexweşîn belav bibin. Welatiyên ku kon negihiştine destê wan li bendê ku kon ji bo wan bên. 
 
TAXA CENGÎZ TOPEL 
 
Piştî taxa Fatîhê, em berê xwe didin taxa Cengiz Topelê. Li vir ekîbên hilweşandinê avahiyên xesar dîtine hildweşînin. Welatiyên li ber malên xwe disekinin dikevin malên xwe û tiştên xwe yên ku zirar nedîtine derdixin. Li aliyekî welatiyek amûrên xwe ji binê kavilan derdixe, welatiyekî din jî bi kêfxweşî bawernameya lîseyê û çend pirtûkên birayê xwe derdixe û dide birayê xwe. Welatiyên dikevin avahiyên ku xesarek zêde dîtine lê nehatine hilweşandin tevî xeteriyê jî eşyayên xwe derdixin. Welatiyekî ku deriyê avahiyeke 3 qatî ya ku ji derve qayîm xuya dike, lê ji hundir ve mîna kavilekê ye, vekir û wiha got: “Em bê bela ji vê wêraniyê derketin. Hûn dibînin, heta derenceyê jî hilweşiyaye. Em dîsa jî şikir dikin, em xilas bûn, lê hemû mal û milkên me wêran bûn. Mixabin me cenazeyên 3 kesan ji xirbeyên avahiya ku hûn li vê quncikê dibînin derxistin. Me di roja ewil de du cenaze rakirin, piştî sê rojan me hê dikaribû cenazeyê sêyemîn jî derxin.” 
 
Malbata Kurtyolu ku li brandayên li miqabilî mala xwe çêkirine de dimînin, ji bo ku 10 roj şûnde karibin xwe bişon, hewl didin avê li ser agir germ bikin. Meryem Kurtyolu ya ku di sîtilek mezin de avê germ dike, diyar kir ku ji bo ferdên malbatê xwe bişon ew ê li ber dîwar baraqek çeke. Kurtyolu wiha got: “Zêdetir zehmetiyên me jinan hene. Em neçar in ku ji bo hewcedariyên xwe yên daşirê avahiyên ku pir zirar dîtine bikar bînin. Gelek tişt hewce ne, lê yek ji hewcedariyên lezgîn daşir û serşok in. Pêdiviyên wekî eşyayên paqijiyê, şampuan, toursil hene. Em li ser betaniyan radizin. Pêdiviya me bi doşekan heye ji ber ku hewa pir sar e." Li aliyê din cil û bergên şûştî li qada vekirî li ser şerîdê tên daliqandin.
 
TAXÊN ÇAMLITEPE Û AHMET BOZDAG 
 
Li taxa Çamlitepe li gel ku avahiyên xesarên mezin lê çêbûne jî hilweşandin hindik e. Li taxê konbajar hatiye avakirin. Hema bêje malek ku xesar nedîtibe tune ye û ji bo ku encama kontrola avahiyan ji malbatan re nehatiye ragihandin, hemû welatî li kolanan dimînin. Li gel ku li çend deveran konbajar hatine avakirin jî lê tengezariya konan dewam dike. Hê jî kon negihîştine gelek malbatan. 
 
Em ji vir jî berê xwe didin taxa Ahmet Bozdag. Li vê taxê jî avahiyek ku xesar nedîtibe nîne. Li vê taxê konbajar li stadyûmê hatiye avakirin û mexdûrên erdhejê hatine bicihkirin. İlk günlere oranla daha sakin bir günü geçiren depremzedeler, yardımların daha adil dağıtılmasını ve bürokratik nedenlerden dolayı yaşanan aksaklıkların giderilmesini istiyor. 
 
TAXÊN MENDERES Û ÎSTASYONÊ
 
Li taxên Menderes û Îstasyonê jî welatî di konên ku li ber malên xwe hilweşiyayî û xesardîtî vedane û lê dimînin. 
 
REWŞA GUNDAN 
 
Rewşa gundan ji navenda Bazarcixê necuda ye. Hê jî kon neçûne gelek gundan û xelk li gel hewa sar jî li derve dimîne. Hin welatî ji ber sermayê neçar dimînin ku di malên xwe yên xesar dîtine de dimînin. 
 
QEYÛM 
 
Bi rojan bû dilxwazên li ser banga HDP’ê û saziyên sivîl, odeyên pîşeyî û komeleyên xwecihî li gundê Hasankoca yê Bazarcixê navenda koordînasyonê ava kiribûn û alîkariyê digihandin gel, ji ber tayînkirina qeyûmê ser navenda koordînasyonê, neçar ji gund derkevin. Dilxwazan destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê alîkariyê bigihînin gel û di nava piştevaniyê de bin û dê serê xwe li ber zîhniyeta qeyûm netewînin. 
 
Mexdûrên erdhejê yên li gundê Hasankoca jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û gotin: “Ev ciwan ji roja ewil ve li gel me dixebitin. Şev û roja xwe kirin yek û alîkariyê gihandin xelkê. Niha jî hatin dest danîn ser keda wan. Em viya qebûl nakin. 
 
MA / Abdurrahman Gok - Azad Altay
 

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan