Şêrko Kanîwar: Heke seferberî tune be, ev rewş ji holê ranabe

  • rojane
  • 09:45 16 Sibat 2023
  • |
img
AMED - Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ku ji roja duyemîn a erdhejê ve li navçeya Bazarcixa Mereşê tev li xebatên alîkariyê û piştevaniyê bû çavdêriyên xwe parve kir. Kanîwar destnîşan kir ku pêwîste ev dilxwazî tevî tayînkirina qeyûm jî bi ruhekî seferberî berdewam bike. 
 
Li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê karesateke erdhejê rû da û li 10 bajar, navçe û gundên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bandorekî neyînî bi xwe re anî. Gelek dewlet, sazî û dezgehên netewî û navneteweyî ji bo alîkariyê seferber bûn. Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) û rêxistinên sivîl ji bo piştevanî û alîkariya mexdûrên erdhejê Navenda Koordînasyonê ya Krîzê saz kirin. Yek ji wan saziyên ku beşdarî xebatên koordînekirina alîkarî û piştevaniyê bû jî Ma Music e. Xebatkarên Ma Music jî li bajarên Meletî, Mereş û Semsûrê xebatên alîkariyê kirin. 
 
Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar ji roja duyemîn a erdhejê ve heta niha li navçeya Bazarcix a Mereşê di nava koordînasyonê de xebatan dimeşîne. Kanîwar çavderiyên xwe yên hefteyekê ya li herêma erdhejê bi ajansa me re parve kir. 
 
‘LI SEMSÛRÊ AVAHIYEKE SAX NEMAYE’
 
Kanîwar da zanîn ku roja 7’ê sibatê Navendek Koordînasyonê ya Krîzê hat avakirin û ew jî wek saziyeke çandê tev li vê koordînasyonsê bûne. Kanîwar destnîşan kir ku ew bi çar hevalên xwe ve di 7’ê mehê de çûne Bazarcixa Mereşê û wiha got: “Ji bo destpêkê em çar heval ketin rê. Em li ser Semsûrê çûn û me xwest ku rewşa Semsûrê jî bibînin. Ji xwe ji me re gotin rêyên din hilweşiyane û girtî ne. Ya ku me li Semsûrê dît û ya li ser medyaya dîjîtal dihat belavkirin, gelek ji hev cuda bû. Tişta ku me bi çavê xwe dît û tişta me li ser medyayê didît ne wek hev bû, êşên ji hev cuda bûn. Dikarim bibêjim ku me li Semsûrê avahiyeke sax bi çavên xwe nedît. Li wir dewlet jî tune bû. Bi sedan avahî hilweşiyabûn, li ser wan avahiyan ji bo lêgerîn-rizgarkirinê tu kes tune bû. Cadeyeke bi sedan metre dirêj gelek avahî jê hilweşiya bûn, lê tenê li ser du yan jî sê avahiyan tîmên lêgerîn-rizgarkirinê hebûn. Te wêneya ku dewlet di bin kavilan de maye didît. Piştî me dît ku kes li vir tuneye vêca me xwest zû xwe bigihînin cihên ku em lê peywirdan bûn navçeya Bazarcixê. Ji serê Semsûrê heta dawiya Semsûrê em di du saetan de derbas bûn, ji ber ku gelek rê ji ber ku avahî hilweşiyabûn ser rê girtîbû û tenê rêyek vekirîbû.  Her ku em diketin nava kuçeyeke din lê me didît ku avahiyek din hilweşiyaye û berê me didan rêyekî din.”
 
‘BI XWEZAYÎ KOORDÎNASYONEK AVA BÛ’
 
Kanîwar diyar kir ku ew derengê şevê gihiştin navçeya Bazarcixê û wiha domand: “Em bi hevalên xwe yên koordînasyonê re ketin nava danûstandinê. Du hevalên me li wir peywirdar bûn. Piştî em gihîştin wir ji Stenbolê û Wanê jî peywirdar hatin. Em li bendê bûn ku civînekê li dar bixin û bibêjin ka em dê çi karî bikin, peywira me çiye? Lê bi lez em ketin nava karê pratîk. TIR’ên ku erzaq anîn û me jî ew vala kirin. Serê sibê me got ka werin em li hev kom bibin û em dikarin çi bikin? Bi awayekî xwezayî koordînasyonek ava bû. Ez dikarim bibêjim ku bi pêşengtiya hunermendan, Ma Musicê, Zarok Ma, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilat Navîn û xebatkarên KASED’ê me xwe di nava koordînasyonê de dît û me hewl da ku pergala vê koordînasyonê bidin rûniştandin.” 
 
BI HAWARA XELKÊ XWE VE ÇÛN 
 
Kanîwar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Me bang kir ku xurek û alavên germbûnê weke kon, sobe xwestin. Hê jî gelek pêdivî bi konan heye. Bi bangawaziya me dilxwaz zêde bûn. Ji gelek bajaran ciwanên HDP’ê, HDK’ê bi otobusan hatin. Ji Wêranşarê ez dikarim bibêjim eşîrek hat. Bi ruhekî seferberiyê xwestin bigihîjin hawara gelê xwe. Her kes li bendê bû ku tu tiştekî bibêjî û ew jî bikevin nava xebatê û wî tiştî bikin. Bi vê sedemê di nava du rojan de koordînasyoneke xurt ava bû.”
 
‘HEWCEYÎ BI KONAN HEYE’
 
Kanîwar da zanîn ku her roj ji aliyê aşxaneya ku Şaredariya Silopiya saz kir hema bêje xwarinê zêdetirî 500 mexdûrên erdhejê belav dike. Kanîwar li ser dabeşbûna karê ku birêve dibirin rawestiya û got: “Peywira her kesî diyar e. Ekîbek valakirina TIR’an heye û ekîbek jî di depoyan de dixebite. Li ku derê pêdivî hebe xwe digihînin wan deran û bi pîqabên mezin alîkarî bo mexdûran û gundan tên şandin. Gelek gund xerab nebûne lê mixabin ji ber xaniyên wan xesar dîtine û tirsa erdhejê her kes li derve ye. Gundên ku hilweşiyane jî hewcehiya konan heye. Ji ber ku bajar hilweşiya ye, problema erzaq li her derî heye.”
 
GOTINA ‘DEWLET DI BIN KAVILAN DE MAYE’ RASTÎ YE 
 
Kanîwar bal kişand ser karesata erdhejê ku çawa dijwariya xwe li navenda Bazarcixê kiriye û çavdêriyên xwe wiha parve kir: “Bazarcix ji sedî 80 hilweşiya ye. Hewce ye bajarek an jî jiyanek ji nû ve bê avakirin. Li gundan jî heman tişt heye. Gund heye ji 120 malan pêk tê lê 60 mal hilweşiya ne û nîvî ji gundiyan jiyana xwe ji dest dane. Ev tiştên ku ez dibêjim yên ku min bi çavên xwe dîtin e. Rewşa Semsûrê, Meletiyê, Dîlokê, Hatayê ne hewce ye ku mirov bibêje lê kêm zêde wek hev dû ne. Diyar e ku bi 100 hezaran kes di bin kavilan de mane. Gotina ‘dewlet jî di bin kavilan de maye’ bi rastî jî ne dirûşmeyek e. Alikarî ji bo gundên sûniyan çûye, lê ji bo gundên elewiyan neçûye. Çûne gundên tirkan lê neçûne gundên kurdan.  Tişta herî girîng ew e ku li ber derê her kesî konek bê vedan. Kon û konteynir hewce ne. Ez dikarim bibêjim me xwe gihand ji sedî 85’ê gundan. Me destpêkê alavên xwarin û vexwarinê belav kir. 
 
KEVIR LI SER KEVIRÊ NEMAYE 
 
Niha peyvek nayê bîra min ku ez pênaseyekê ji vê karesatê û perîşaniyê re bikim. Lê tenê dikarim bibêjim ku kevir li ser kevir nemaye û heke seferberî tune be ev rewş nayê çareserkirin. Wek ku siyaseta kurd dibêje, ‘xwe bidin aliyekî em têra xwe hene’. Gelek caran alîkarî hatin astengkirin û hê jî tên astengkirin. Em mecbûr in xwedî li hev derbikevin.”
 
‘BILA EW A XWE BIKIN EM Ê JÎ YA XWE BIKIN’ 
 
Kanîwar anî ziman ku dibe ku qeyûm tayînî embara wan a alîkariyê hatibe kirin lê wê xebatên wan piştevanî û alîkariyê bi ruhê seferberiyê dewam bike û got: “Bila ew ya xwe bikin, em ê jî ya xwe bikin.” 
 
BANGAWAZIYA SEFERBERIYÊ 
 
Kanîwar banga berfirehkirina seferberiya piştevaniyê kir û axaftina xwe bi dawî kir: “Ez dê ji bo alav, dilxwaz, bajar, bajarok û gundan bang bikim. Konên ku sobe di hundirê wan de tên vêxistin henei pêdiviya sereke jî ev kon in. Hewce ye problema avê û alavên paqijiyê bê çareserkirin. Niha di hemû gundan de pêdiviya rûn heye. Tiştek din jî heye ku dilxwaz mecbûr in 5-6 rojan carekê vegerin cihên xwe û bêhna xwe bidin. Ji ber ku karesat ji hêla derûnî ve bandorekî neyînî li te dike. Piştî te bêhna xwe da tu dikarî dîsa vegerî xebatan. Hewce ye ev dilxwazî bi ruhekî seferberiyê berdewam bike.”
 
MA / Bazîd Evren 
 
 

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan