‘Dewletê li herêma erdhejê rê li ber rêxistinên nijadperest vekir'

  • rojane
  • 09:01 16 Sibat 2023
  • |
img
STENBOL - Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê Elîf Bûlût diyar kir ku alîkariyên ku bi rêya AFAD'ê hatine şandin ji ber nijadperestiyê nagihên penaberan û got ku piştî erdhejê dewletê rê li ber rêxistinên propagandaya nijadperest vekiriye. 
 
11 roj di ser erdheja Mereşê re derbas bûn ku bandor li 10 bajaran kir. Li gor hejmarên fermî heya niha zêdetirî 35 hezar mirov jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 105 hezar kes jî birîndar bûne. Li deverên ku erdhej lê çêbûne gelek penaber û koçber jî hene. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), li van herêmên erdhejê 1,7 milyon koçberên ji sûriyeyê hene. Piştî erdhejê hin derdor sûriyeyiyan hedef digirin. 
 
Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bûlût bal kişand ser rewşa penaber û koçberên li herêma erdhejê. 
 
REWŞA KOÇBERAN NAYÊ ZANÎN
 
Bûlût bibîr xist ku li van herêmên erdhejê gelek koçber hene û di şert û mercên pir dijwar de ne. Bûlût da zanîn ku beriya erdhejê koçber di xaniyên serobero de bûne û ji ber vê rewşa koçberan nayê zanîn. 
 
Bûlût anî ziman ku "dê penaber çawa alîkariyê wergirin" di vî warî de tu agahî li ber destê wan tune ne û got: "Piştî penaber ji bin kavilan hatin derxistin pirsgirêkên wekî dê li ku bimînin derketin holê. Nizanin dê çawa alîkariyê wergirin. Dema erdhejê çêbû, demildest wergêr be rbi herêmê ve hatin şandin. Rêxistinên civaka sivîl ji bo alîkariya ji bo penaberan xebitîn. Qet nebe agahiyên kesên di bin kavilan de ji hin navendan re hatin şandin. Li wir me ev titş radigihandin Koordînasyona Krîzê ya HDP'ê. Agahî ji vir digihîştin AFAD'ê." 
 
CIHÊKARÎ
 
Bûlût ragihand ku li herêma erdhejê penaber bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin û got ku wan ev yek di dema alîkariyan de pir eşkere dîtiye. Bûlût destnîşan kir ku di warê belavkirina alîkariyan de wekî tişta Walîtiya Amedê kiriye, konan nadin penaberan û got ku gava dikevin bin konan jî hin kes dibêjin 'Pêşî ji bo tirkiyeyîyan' û wan ji konan derdixin. 
 
Bûlût da zanîn ku penaber rojên ewil nikaribûne terka bajêr bikin û gava bê destûr ji bajaêr dertên jî tên dersînorkirin. Bûlût bibîr xist ku penaber ji bo karibin derkevin derveyî bajêr divê belgeyeke fermî ji Îdareya Koçberiyê wergirin û got: "Xaniyên van mirovan xera bûne, xizan in û dixwazin biçin cem malbatên xwe yên li bajarine din. Lê dewlet nahêle. Mesela dewlet nahêle ew li balafirê siwar bibin. Li vir jî fîrmayên ototbêsan pêşî bilêtê difiroşin welatiyên Tirkiyeyê. Koçberên ku derkevin derveyî bajarê ku li ser qeydkirî ne, dê nikaribin sûdê ji mafên wekî tenduristî û perwerdehiyê bigirin." 
 
‘RÊXISTINÊN PROPAGANDAYA NIJADPEREST HENE'
 
Bûlût bilêv kir ku hewl didin pirsgirêka penaberên li herêma erdhejê tim di rojevê de bihêlin û tim bang li welatiyên din dikin ku di vî warî de hesas bin. Bûlût wiha domand: "Li herêma erdhejê şert û mercên gelekî giran ên derûnî û fizîkî hene. Mirov dimirin. Û tu ji xizmên wan re dibêjî; 'Tu li derve yî, birçî yî lê dewlet radibe alîkariya sûriyeyiyan dike, alîkariya te nake. Sûriyeyiyên bin kavilan rizgar dike, lê te rizgar nake.' Hin rêxistinên ku vê yekê vediguherînin propagandaya nijadperest hene. Nûçeyên wekî 'Penaber şêlankeriyê dikin, dest dirêjî jinan û zarokên keç dikin' tên belav dikin. Vîdeoyên ku ên tê de ne penaber in, wekî penaber bin belav dikin. Ev jîcihêkariyê zêdetir dike."  
 
Bûlût di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan xebateke taybet bi rê ve bibe û di vê pêvajoyê de divê her kes bi aqilê selîm tevbigere.
  
 
 

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan