Li Silêmaniyeyê Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin

  • rojane
  • 18:58 15 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê, Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Ocalan bi meşeke girseyî hat protestokirin.
 
Ji ber salavegera 24’an a Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Silêmanî bi tevlîbûna nûnerên gelek partî û rêxistinan û xelkê Başûr bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê meşeke protestoyî hat lidarxistin. Meş bi dirûşmeya ‘Êdî Bese ji sîstema tecrîdê ya li Girtîgeha Îmralî re, A niha azadî ji bo Birzê Abdullah Ocalan’ ji rêya Saholeke heta ber Parka Baxê Giştî dom kir. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Li ser navê Komîteya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ ya Başûrê Kurdistanê çalakvanê siyasî Mihemed Bekir metna daxuyaniyê xwend.
 
Bekir bal kişand ser Komploya Navdewletî û got: “Komplo li dijî birêz Ocalan û tevgera azadî ya gelê Kurd nebû, li dijî hemû gelê Kurdistanê gelên Rojhilata Navîn bû. Armanca yekem a vê komployê tinekirina vîna gelên azadîxwaz bû, domandina siyaseta qirkirinê bû.”
 
Li ser berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî Mihemed Bekir ev tişt anîn zimên: “Berxwedana birêz Ocalan û gelê kurd, Tevgera Azadiya Gelê Kurd, gava yekem a vê komployê pûç kir, di nava 24 salan de ji bo gehiştina azadî û mafê xwe têkoşîn kir. Di serî de Amerîka, welatên Ewropa, NATO û Tirkiye nesekinîn û ketin nava komployên nû, dest bi sîstema tecrîd, êşkeneyên fîzîkîn û ruhî kirin. Ji sala 2011 û vir ve rê nadin parêzer bibîne û 23 meh in hevdîtin ji bi tu awayî nayê kirin.”
 
Bekir qala CPT’yê û xemsariya wê ya li ser Îmralî û Ocalan kir û wiha domand: “Di demekê de divê CPT a saziya Konseya Eewopa ev êşkence û tecrîde qebûl nekira, li gel vê agahiyên serdana xwe ya li îmralî jî ne bi parêzer û malbat û aya giştî re jî par ve kir. Ev yek fikarê me zêdetir dike. CPT bi vê nêzîkatiya xwe ya ne exlaqî û yasayî bûye amûreke Tirkiye û dewletên NATO, dûr ketiye ji erk û berpirsyariyên xwe."
 
Bekir ev got: “Em komîte jiyan û rewşa birêz Ocalan erkê xwe yê esasî dibînin. Ew hêzên di komployê de cih girtin berpirsyarin ji vê rewşê. Abdullah Ocalan li derve û girtî ji bo azadî, destxistina mafê çarenûsa gelê kurd, çareserkirina pirsa kurd û bicihanîna demokrasîn û ewlehiyê têkoşîn dike. Ji bo wê divê êdî dawî li tecrîdê bê anîn û mafê wî yê hêvî bê dayîn.”
 
Piştre daxuyaniya Tevgera Azadiyê ji aliyê Hevserok Tara Husênê ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniya li ser navê Tevgera Azadî hate dayîn de hate gotin ku komplo dikeve sala xwe ya 25’an û ev hat gotin: “Komplo her bi destpêkirina şoreşa azadiyê re destpê kir û her carê vala derçûye, qonaxeke nû ya komployê destpê kiriye. Di sala 1992’an de asta komployê giha astekî metirsîdar, ew jî kurd bi kurdan dana qetilkirine. Gava yekem a komploya mezin 9’ê Cotmeha destpê kir û sala 1999’an bi dîlgirtina Rêber Apo encam bû û radestî rejîma faşîst a tirk hate kirin.
 
Di nava 24 salên borî de Rêber Ocalan li Îmraliyê berxwedanek bê hempa û di dîrokê de nimûne neyî li ber xweda li dijî komployê. Her wiha Tevgera Azad, gelê kurd, jinan, ciwanan jî li ber xwe da. Bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja Me tarî bikin’ bûn xelekek ji agir û xwedî li Rêberê xwe derketin. Li ser vê fikir û felsefê berxwedan gihandine asta serketinê.
 
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî di van 24 salan de bûn pêşengên berxwedanê destanên bê nimûne avakirin. Li serê çiyayên Kurdistanê li dijî faşîzma tirk li ber xwe didin û derbên mirinê li artêşa Tirk a dagirekr didin, hesabên dagirkeran serobin dike. Îro jî ew komplo dewam in, dixwazin gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tine bikin. Ev yek jî li Îmralî dixwazin di şexsê Îmralî de vîna gelê kurd û şoreşgerî tine bikin. Her wiha dixwazin bi rêya dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî komployê bidomînin. Îro Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gelê kurd ê welatparêz bi berxwedanê derbên mirinê li faşîzim, dagirkerî û faşîzmê dixin. Bûne yek jî aktorê serekî yê Rojhilata Navîn û cîhanê. Îro dagirkerî û faşîzim di dema xwe ya herî lewaz de ye, ber bi hilweşînê ve diçe. Ji bo wê ‘Dem dema azadiyê ye’, ‘Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelên Kurdistanê ye’ êdî dema wê hatiye ku gelê kurd jî destkeftiyên xwe biparêzin, bibin xwedî cih û li herêmên xwe bi azad, serfiraz û rûmet bijîn. Êdî dema wê hatiye ku berhemê sedan sal ku bi têkoşîn û berxwedanê sîstema Konfederalîzma Demokratîk li Kurdistan û herêmê bê bicihanîn û di nava aştî, azadî û aramiyê de li gel gelên din bijîn. Em Tevger Azadî bal dikişînin ser wê yekê ku heta Rêber Apo azad nebe, pirsa kurd çareser dibe û ne Kurdistan azad dibe, ne jî Rojhilata Navîn aramn dibe û aştî pêk tê. Diyar dikin ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û li dijî faşîzim, dagirkerî û komployê bi hev re tê kirin. Ji bo wê doza Birê Ocalan, doza gelê Kurd û Kurdistanê yek e û bi hev re tê çareserkirin.
 
Bang li hemû gelê xwe û taybet gelê Başûr dikin ku bi hev re bi ruhê netewî ya demokratîk, li dijî komplo, dagirkerî, faşîzim û tecrîdê têbikoşin, Rêber Apo azad bikin û Kurdistanê biparêzin.”
 
Di dewamê de daxuyaniyên RJAK, Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) û Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê hatin xwendin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan