Komploya 15’ê Sibatê li Wanê hate protestokirin

  • rojane
  • 15:12 15 Sibat 2023
  • |
img
WAN - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Wanê dan zanîn ku bi Komploya Navneteweyî ya l i dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re gel bêçareserî hatine hiştin û xwestin ku di zûtirin demê de pergala tecrîdê ya Îmraliyê were bidawîkirin. 
 
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Wanê bi boneya 24’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li pêşiya avahiya HD’ê daxuyanî dan. Rêveberên HDP’ê, DBP’ê û Partiya Çep a Kesk, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisên Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê, TUHAY-DER, MEBYA-DER, SERHAT-GOÇDER, ARSÎSA û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em 15’ê Sibatê şermezar dikin” hatibû vekirin û daxuyanî ji hêla Hevserokê DBP’a Rêya Armûşê Îdrîs Polat ve hate xwendin. 
 
KOMPLO
 
Îdrîs Polat da zanîn ku Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê hatiye kirin, planeke berfireh e ku jiyana hevpar a gelan hedef hatiye girtin û wiha got: “Sedema sereke ya tevahiya krîzên îro, bingeha xwe ji vê komployê digirin. Bi komployê re dixwazin gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bêçareserî bihêlin. Komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji hêla hêzên emperyalîst ve hatiye destpêkirin ku di 15’ê Sibata 1999’an de derket lûtkeyê, di heman demê de gava ewil a destwerdana hêzên emperyal a li dijî Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan, daxwaza jiyana hevpar û wekhev a gelên Rojhilata Navîn dikir û hemû hêzên ku di derxistina wî ya ji Sûriyeyê de rol lîstin, ji wê rojê ve bi awayekî fîzîkî li wê herêmê bicih bûn û Rojhilata Navîn veguherandin dojehê. Bi vê hewldana ku pranga xist daxwazên azadî û wekheviyê yên gelan re herî zêde gel, bawerî û çandên mazlum ên Rojhilata Navîn winda kirin.”
 
‘GARDIYAN’
 
Bi domdarî Polat diyar kir ku di komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan de rola “gardiyaniyê” li Tirkiyeyê hatiye barkirin û wiha pê de çû: “Nifteya çareseriya pirsgirêka kurd, dîl hate girtin. Birêz Ocalan hêj ji roja destpêkê ve ev lîstik dît û tevî bêderfetiyên xwe jî ji bo valaderxistina wê, têkoşîneke bêeman da. Ji bo ku birêz Ocalan li dijî komployê tênekoşe û di mijara lîstikan de gelan hişyar neke, ji 15’ê Sibatê heta niha polîtîkaya tecrîdê dimeşînin ku berdewamiya komployê ye. Ev tecrîda mutleq ku 23 meh in bênavber tê domandin, hemleyên êrişên li dijî tevahiya qadên gelê kurd lê dijîn, dijminatiya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gel lê bi awayekî wekhev û azad dijîn, hemleyên berdewamî û nûjenkirina komployê ne. Tecrîd, zextekî navneteweyî ye ku li dijî çareseriyê hatiye pêşxistin. AKP, vê polîtîkayê li ser navê hêzên komploger dimeşîne û bi dilxwazî kûrtir dike.” 
 
‘SEDEMA KRÎZÊ TECRÎD E’
 
Polat, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hiqûq, qanûn, Makeqanûnû hemû rêgezên gerdûnî li Girtîgeha Îmraliyê tên binpêkirin. Tu aliyekî hiqûqî, exlaqî û wijdanî yê rejîma tecrîda Îmraliyê nîne. Ev rewşa bêhiqûqî û bêedaletiyê, ne ji bo Birêz Ocalan lê ji bo hemû civakan xetereyeke mezin e. Krîza aborî ya ku em îro dijîn û bêçaretiya li hemberî erdhejê, encamên tecrîd û pergala li Îmraliyê ne. Heta ku vegera polîtîkaya aştiyê çênebe, dê nekarin ji krîzê derkevin. Ji bo ku çavkaniyên welêt ji bo aştî û aramiyê bên xerckirin, şertê ewil, bidawîkirina pergala tecrîdê ye. Pergala tecrîdê ku bandor li hemû qadên jiyanê yên civakê kiriye, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane hedef girtiye û armanca wê ew e ku Tirkiyeyê mehkûmî tarîtiyê bikin. Bêedaletî û bêhiqûqiyê sînorên Girava Îmraliyê derbas kirin û veguherîn pêla bêdengkirina muxalefetê, rejîma qeyûm û êrişên li dijî daxwazên jiyana însanî ya xizan û kedkaran. Ji vê hêlê ve Tirkiye veguheriye rejîma tecrîd û qeyûman. 
 
DENGÊ GEL Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Ji girtîgehan heta mal û kolanan, dengê gel ê li dijî tecrîdê bilind dibe. Ev deng, li dijî bêedaletî û bêhiqûqiyê ye. Banga girtiyên siyasî banga azadiyê ye, banga heq û edaletê ye. Guhdarîkirina vî dengî, berpirsyartiyeke wijdanî û exlaqî ye. Birêz Ocalan ji bo tifaqa dîrokî û stratejîk a gelên Tirkiye û herêmê 24 salan têkoşîneke gelek mezin da û nerazîbûna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî wê, di heman demê de têkoşîna ji bo rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji krîzan e.” 
 

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan