MYK'a HDP'ê: Dem dema hevrûbûna bi komploya navnetewî re ye

  • rojane
  • 13:30 15 Sibat 2023
  • |
img
ENQERE - MYK'a HDP'ê destnîşan kir ku dem dema hevrûbûna bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ye û diyar kir ku Tirkiye bi komployê ketiye nav krîzan û çareserî jî bi diyalogê pêkane. 
 
Lijneya Rêvebirina Navendî (MYK ) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî salvegera 24'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî parve kir. HDP'ê di daxuyaniya xwe ya bi serenavê "Komploya navneteweyî bi tecrîda girankirî tê berdewamkirin" weşand de diyar kir ku encamên komploya navneteweyî ku beriya 24 salan pêk hat hilweşîneke mezin bi xwe re anî û destnîşan kir ku divê her kes bi encamên komployê re hevrû bibe. HDP'ê da zanîn ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, hemû hiqûq û peymanên navneteweyî tên binpêkirin û tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin.
 
Daxuyaniya HDP'ê wiha ye: 
 
"Di ser komploya navneteweyî re 24 sal derbas bûn. Bi komploya navneteweyî re xwestin aştiya vê civakê û îradeya pêkvejiyana gelan ji holê rakin. Ev zihniyet îro jî berdewam dike. Komploya navneteweyî îro ji Îmraliyê dest pê kiriye û hemû civak xistiye bin bandora xwe. Komplo îro bi tecrîda girankirî tê berdewamkirin. 
 
AKP BI TECRÎDÊ POLÎTÎKAYÊN NEÇARESERIYÊ LI SER CIVAKÊ FERZ DIKE
 
Birêz Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Hemû hiqûq û peymanên navneteweyî tê binpêkirin û tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin. Ev yek sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Birêz Ocalan di nav şert û mercên dijwar de bi aqil û feraseta xwe ev komplo û tiştê ku bi komployê dihat armanckirin pûç kir û hesabê wan serobin kir. Bi vê aqil û ferasete nehişt ku gel têkevin qirika hevdu û dijminahiya di navbera gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn bê kûrkirin. Bi hemû hêza xwe hewl da ku aştiyê pêk bîne. Lê ew zihniyeta ku ev komplo pêk anî, niha jî dixwaze bi tecrîdê dengê birêz Ocalan qut bike. Komplo îro bi destê AKP’ê tê meşandin. AKP polîtîkayên şer kûr dike bi vê yekê polîtîkayên neçareseriyê li ser civakê ferz dike. 
 
Ji Adara 2021’an vir ve tu agahiyek ji Îmraliyê nayê girtin, hevdîtin nayê kirin. Daxwaza hevdîtinê ya malbat û parêzer, Hevserokên me yên Giştî û parlementerên me tê redkirin. Daxwaza hevdîtinê ya ji 2 hezaran zêdetir parêzerên cîhanê nayê qebûlkirin. Di 11 salên dawî de tenê 5 caran parêzeran, di 8 salên dawî de jî tenê 5 caran malbatê karibûye hevdîtinê bike. 
 
KOMPLO BI FETISANDINA ŞOREŞÊ TÊ BERDEWAMKIRIN
 
Komplo îro bi tecrîda girankirî, bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi daxwaza fetisandina şoreşê û bi kûrkirina polîtîkayên dijminahiyê tê berdewamkirin. Ji bo wê jî îro bi tecrîda girankirî dixwazin ji tiştê ku 24 sal berê xistibûn meriyetê encam bigirin. Ji bo wê jî komployê û tecrîda girankirî li Tirkiyeyê di warê civakî, aborî, siyasî û birêvebirinê de qeyraneke mezin bi xwe re anî. Bingeha wan qeyran û aloziyan di esasê de xwe dispêre neçareserkirina pirsgirêka Kurdan û kûrkirina tecrîdê. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd, kesên azadîxwaz û demokrat bi salan e dixwazin vê yekê biguherin û ji bo wê jî gelek berdêlên giran dan. Em careke din diyar dikin ku eger ev feraset, ev nêzikatî neyê guherandin, pirsgirêkên heyî dê hîn kûrtir bibin. 
 
ENCAMÊN KOMPLOYÊ HEMÛ CIVAK FETISANDIYE
 
Di ser komploya navneteweyî re 24 sal derbas bûn. Komployê di encamê de hilweşîneke mezin bi xwe re anî. Divê her kes bi encamên wê re hevrû bibe. Bi komployê tenê Birêz Ocalan nehatiya armanckirin, di heman demê de encamên komployê îro hemû civak fetisandiye, dîl girtiye. Ev nêzikatî dibe sedema qeyranên mezintir. 
 
ROJEK BERÎ ROJEKÊ TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN RAKIN
 
Bi boneya salvegera komploya navneteweyî em careke din bang dikin. Rojek berî rojekê tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin. Werin em li wî welatî aştiyê ava bikin. Werin em pirsgirêkên xwe yên civakî bi diyalogê, bi rêbazên demokratîk çareser bikin. Werin em bi hev re jiyaneke hevpar, civakeke ewle li ser esasên demokratîk ava bikin."
 

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan