Saziyên Çand û Ziman: Em xwedî li hev derdikevin

  • rojane
  • 09:05 15 Sibat 2023
  • |
AMED - Zarok Ma, MED-DER û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ji ber erdhejê deriyên xwe li mexdûran vekirin û gelek malbat kirin mêvan. Nûnerên saziyan destnîşan kirin ku heta ev rewşa awarte ji holê ranebe û xetere derbas nebe, ew dê alîkariyên xwe berdewam bikin.
 
Di 6'ê sibatê de navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê du erdhejên dijwar çêbûn û bandor li Amedê jî kirin. Di encama erdhejê de li Amedê herî kêm 380 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî hezar kes jî birîndar bûn. Piştî erdhejê di pêşengtiya saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî de kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Her wiha gelek sazî û dezgehên çand, ziman û pîşeyî yên Amedê, ji bo welatiyên ku ji ber erdhejê mexdûr bûne deriyên xwe vekirin. Zarok Ma, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê yek ji van saziyên ku ji mexdûrên erdhejê re deriyê xwe vekirin in. Ji roja destpêkê ya erdhejê ve saziyên çandê gelek kes bi cih kirin û hemû pêwîstiyên wan bi cih anîn. Hevserok û rêveberên saziyan têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn. 
 
Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn, da zanîn ku roja ewil ya erdhejê ku her kes ketibû nava gengeşiyekê, ew weke tevgera çandê li hev kom bûne û biryara alîkariya mexdûran girtine û wiha got: “Saziya me jî bi vê mebestê amadekariya xwe kir. Me bi dilxwaz û endamên xwe ve dest bi xebatan kir. Me deriyê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekir. Me malbatên xwe û gelek kesên ku cihê wan yê mayînê tuneye kirin mêvan. Cihên hevalên me yên lojîstîk û alîkariyê hene. Em pêdiviyên malbatan ji wir dixwazin.”
 
‘XEBATKARÊN ÇANDÊ LI QADÊN ERDHEJÊ NE’
 
Ekîn, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Hejmara kesên ku li vir dimînin diguhere. Carna dibe 60-70 kes, carna jî dadikeve 40-45 kesî. Ez bawer im ku dê demekî dirêj wiha berdewam bike. Ji ber ku gelek avahiyên di bin xetereyê de û xesar dîtî hene. Tirsek mezin di dilê gel de çêbûye û ew jî dixwazin xwe biparêzin. Destpêkê pêdiviya alavên zarokan hebû, lê niha me ew jî çareser kirin. Em ê lê binêrin ka dê heta kengî berdewam bike. Hemû kedkar û dildarên tevgera çandê di qadan de ne û di nava hewldana alîkariyê de ne.”
 
‘ŞEVAN NÊZÎ 150 KESAN LI VIR RADIZIN’
 
Rêvebera Ma Mûzîkê Nevîn Tîryakî bal kişand ser rewşa pêvajoyê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev rewş ne rewşeke normal e. Rewşeke awarteye û me jî wek gelek saziyên din deriyê xwe ji gel re vekiriye. Ev der ji bo erdhejê ewle ye ku zemîna vê derê saxlem e. Ji roja yekemin heta îro hê jî malbat tên. Di nava rojekê de nêzî 100-150 kes tên li vir dimînin. Ji roja ewil heta niha malbatên her tim li vir dimînin jî hene û ji xeynî vê diguhere. Taybetî jî ciwan tên vê derê. Şevan nêzî 150 kes li vir radizin.”
 
Tîryakî, bi lêv kir ku ew taştê bi derfetên xwe amade dikin, lê carna jî malbat alîkariya wan dikin. Tîryakî da diyar kirin ku ew rojê du danan xwarinê didin û wiha domand: “Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wek platform dixebitin, ji bo xwarina êvarê alîkariya me dikin. Gelek hevalên me ji bo alîkariyê çûn herêmên erdhejê. Em yên li vir man ku nêzî 10 kesin carna diçin depoyên alîkariyê û tev li xebatên wan dibin. Carna jî em diçin stadyûma Amedsporê ku li wir gelek zarok hene û tev li xebatên wan dibin.”
 
‘BILA HER KES XWEDÎ LI HEV DERBIKEVE’
 
Tîryakî, da zanîn ku ji ber ku rewş ne diyar e heta kengî dê malbat li vir bimînin nizanin. Tîryakî, diyar kir ku wan niha xebatên xwe yên mûzîkê tev dane sekinandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me gotibû heta 20’ê mehê em dê karên xwe yên saziyê bidin sekinandin, lê li gorî rewşê dibe ku em ji ber malbatan dîrokê dirêj jî bikin. Ji bo mayîna gel me gotiye heta 20’ê mehê li vir bimînin lê dibe ev dîrok dirêj jî bibe. Îro zarok, dayîk, jin, dapîr û bapîrên me tev ji ber vê erdhejê mexdûr bûne. Di van rewşên awarte de tu kes li me xwedî dernakeve, em xwedî li hev derdikevin.”
 
‘NÊZÎ 24 MALBAT MÊVANÊN ME NE’
 
Piştre rêveberê MED-DER’ê Mazhar Aktaş da zanîn ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve wan deriyê xwe ji gel re vekirine û nêzî 24 malbat kirine mêvan. Aktaş diyar kir ku ev malbat nêzî 125 kesan pêk tên û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Me deriyên xwe vekirin û hemû amadekariyên xwe kirin. Her wiha rojê 3 dan xwarinê em didin mêvanên xwe. Gelek xêrxwaz jî alîkarî didin me. Malbatên ku li vir dimînin malên wan xesar ditiye û hinek jî gelek tirsiyan e. Newêrin bikevin avahiyên xwe, ji ber vê jî tên li vir dimînin. Lê ev hejmara ku me destpêkê gotî tê guhertin. Çûyîn û hatin çêdibin.”
 
‘HEKE MIROV KAREKÎ BI DILXWAZÎ BIKE ENCAM XWEŞ DIBE’
 
Aktaş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo tiştekî wiha amadekariyên me tune bûn. Lê karekî gelek xweş hat kirin û heke mirov karekî bi dilxwazî bike encameke xweş jî tê girtin. Taybet jî rêveberên me yên ciwan bi şev û roj di xizmeta mêvanan de ne. Ciwanên me hem paqijiyê dikin hem xwarinê çêdikin û hem jî ji bo ewlehiya wan li vir amade ne. Em weke saziyeke li ser çand û ziman hatiye avakirin karekî mirovahî dikin. Ez dikarim bibêjim ku hetanî ev malbat bi cih û war nebin ew ê deriyê me vekirî be û em ê vî karî berdewam bikin. Em ji xwe û hêza xwe bawer in. Em ji gelê xwe hez dikin û em vî karî dilxwazî dikin.”
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan