Ev 7 sal in nikare li wêneyê kurê xwe yê ku hatiye qetilkirin binêre

  • rojane
  • 09:02 15 Sibat 2023
  • |
ŞIRNEX - Şîrîn Ecer a ku di qedexeyên derketina derve ya Hezexê de kurê wê û di qedexeyên Cizîrê de jî 2 biraziyên wê jiyana xwe ji dest dan got: “Ez hîç nikarim wêneyê kurê xwe binêrim. Ev 7 sal in min li wêneyî wî mêze nekiriye. Hê jî baweriya min bi edaletê tê.” 
 
Di sala 2015’an de li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê rêveberiyên xweser hatibûn ragihandin. Bi vê yekê re dewletê bi awayekî tund li dijî navçe û bajaran dest bi werdanê kir û êrişên gelek dijwar pêk anîbû. Yek ji van navendên ku êrişên dijwar lê pêk hatibûn navçeya Hezexê ya Şirnexê bû. Di 16’ê sibata 2016’an de li navçeyê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û bi top û tangan êrişî bajar hatibû kirin. Di van êrişan de zarok jî di nav de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest da. Bi ser qedexeya derketina derve ya Hezexê re 7 sal derbas bûn, lê malbatên kesên canê xwe ji dest dane ne êşa wan kêm bûye ne jî ji daxwaza wan edaletê bicih hatiye. 
 
Yek ji  kesên ku di qedexeya derketina derve de hatibû qetilkirin jî ciwanê bi navê Cabbar Ecer ê 20 salî bû. Ecer ê li ser caddeya Turkuaz a Hezexê di encama hedef nişandinê de birîndar dibe û 10 seatan birîndar dimîne. Ji ber ku nabin nexweşxaneyê ji ber zêde , wîn jê diçe jiyana xwe ji dest dide. Dayika wî Şîrîn Ecer 7 sal in li benda edaletê ye û dixwaze kujerên kurê wê werin dîtin û darizandin. 
 
Tenê ne lawê Şîrîn Ecer her wiha biraziyên wê Firat Çagli (18) û Harîn Çagli (4) li navçeya Cizîrê hedef tên nîşandan û jiyana xwe ji dest didin. Ecer ev 7 sal in ji bo ku kurê wê neyê bîra wê, li wêneyê wî nanihêre. Ecer ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û daxwaza edaletê kir. 
 
'QANÛNA DEWLETÊ NEBÛ'
 
Ecer anî ziman ku dewlete ku bêqanûn be dikare her tiştekî bike û wiha axivî: "Ji ber ku dewleteke bêqanûn bû, kî biketa ber wan dikuştin. Malên me şewitandin, zarokên me kuştin. Şer bû, ferman bû. Şevê heta serê sibehê navçe dihat bombebarankirin. Zarokên me tirsandin û zarokan nedikarî biaxivin. Derûniya zarokên me hemûyan xerab kirin. Heta serê sibehê xew nediket çavê zarokên me. Ma qanûna wan hebû? Ev 7 sal li ser qedexeyan derbas bû hê kujerên zarokên me negirtine. Kujerên zarokên me nagirin. Zarokên 15, 17 û 18 salî kuştin û kujerên wan nagirin. Em kurd in. Ma ew qet kujerê kurdan digrin? "
 
EV 7 SAL IN NIKARE LI WÊNEYÊ KURÊ XWE BINÊRE
 
Ecer bi lêv kir ku kurê wê bi zanebûn terkî mirinê kirin û wiha domand: "Kurê min miroveke gelek fedekar bû. Ruhê wî bi hevalên wî re bû. Hingê baş bû ez nikarim qala wî bikim. Ez çawa bêriya kurê xwe nakim? Kurê min ezîzê min bû. Di nav zarokên min herî zêde ji wî hez dikir. Kezeb hemû yeke, lê ew cuda bû. Ez hîç nikarim li wêneyê wî binêrim. Ev 7 sal in min li wêneyî wî mêze nekiriye. Ez naxwazim ku kezeba tu dayikan bişewite. Kurê min hedef hat nişandin û birîndar kirin. Kurê min 10 seatan birîndar maye. Ji ber ku nebirin nexweşxaneyê gelek xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest daye. Dikaribûn ku rizgar bikirina lê nebirin nexweşxaneyê ye.”
 
BAWERIYA XWE JI EDALETÊ QUT NEKIRIYE 
 
Ecer daxwaza edeletê kir û got: "Hêviya me ji edeletê heye ku kujerên zarokên me bibînin. Em edeletê dixwazin. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Weke her netewekî, gelekî mafê me jî heye. Em naxwazin yek kesek jî bê kuştin. Em dibêjin aşitî, em dibêjin bila aştiyek bikeve nava cihanê de."
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

20/02/2023
16:45 Wezîrê AKP’ê xwe bi gotina ‘rê xerab nebûn’ parast
16:37 Li ser kavilan bertek nîşanî A Haberê dan: Çima bi jiyana mirovan dilîzin?
16:36 Li Mêrsînê destê piştevaniyê
16:26 ‘Ez hezar caran li AFAD’e geriyam lê yek carê jî bersiv neda’
16:14 ‘Cara ewil HDP’iyan bi hawara gundê me hatin’
15:57 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 41 hezar û 156’an
15:51 Li Narliyê zêmarên kurdî bilind dibin
15:46 'Derengmayîna dewletê cînayet bû’
15:38 Li ser kêlên goran şopa şînê!
15:24 Dadgehê daxwaza berdana Semra Guzel red kir
15:16 Li Semsûrê biryardariya piştevaniyê
15:02 Hatîmogûllari: Berpirsyarên vê karesatê serokkomar û rayedarên dewletê ne
14:09 Tanrikûlû: Divê piştevaniya Amedê ji Tirkiyeyê re bibe mînak
14:08 Başaran: Em ê bi piştevaniya binevşî ji van rojên zehmet rizgar bibin
13:53 Şaredariya Silopiyayê li Narliyê jî aşxane ava kir
13:43 Gorên kesên li Amedê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane tên çêkirin
13:16 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Divê gel ji bo vegerê bê teşwîqkirin
13:06 KNK'ê ji bo 21'ê Sibatê daxuyanî da: Parastina ziman peywîra me ye
12:54 Malbata Şenyaşar ku navber dabû çalakiya xwe dîsa dest bi Nobeta Edaletê kir
12:08 HDP’ê tayînkirina qeyûm a navenda alîkariyê gilî kir
11:49 Li Rihayê ji ber gaza xwezayî teqîn çêbû: Gelek kes birîndar bûn
11:13 Jina ku dîmenên ‘alîkariya mûxtar’ a AFAD’ê kişand hate derbkirin
11:05 Li Îzmîrê dê 8 dibistanên xetere bên tehliyekirin
10:59 Odeya Bijîşkan a Amedê ji bo mexdûrên erdhejê xizmeta polîklînîkê dide
10:53 Mexdûrên erdhejê li pêşiya şaxên Bankaya Zîraatê ketin dorê
10:45 Li Narliyê gel di ferqa her tiştî de ye: Alîkariya ewil ji HADEP’ê hat!
10:41 Ji bo jina ji bin kavilan hatiye derxistin bijîşk nehatin peydakirin!
10:12 Veguhêzkarên ‘wezaretê’: Bihayê veguhestina malê 20 hezar lîre ye
10:11 ‘Em xwedî li zimanê xwe derkevin kes nikare me tune bihesibîne’
10:10 60 cenaze hatin taxê û bi rojan piştre kon dan şêniyan
10:09 Li Hatayê du hefte: Piştevaniya sivîl ji bo pêşerojê bû hêvî
10:09 Encu: Desthilat ketiye etra xelaskirina îtibara xwe ya di bin kavilan de
09:03 ‘Piştevaniya Amedê pratîka civaka exlaqî û polîtîk e'
09:01 Li Êlihê zarokan qumbereyên xwe, extiyaran jî meaşê xwe bexş kirin
09:00 ‘Desthilat bi perwerdehiya online dixwaze pêşî li ber bertekan bigire'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2023'YAN
19/02/2023
21:21 Tenduristkara dilxwaz: Nexweşîn belav bû, zarok ji ber gelek jinan çûn
20:00 Şirîka otêla ku li Semsûrê hilweşiya hat binçavkirin
19:46 Dahata maça Amdspor-Vansporê bexşî mexdûrên erdhejê hat kirin
19:30 Banga HDP'ê ya ji bo xwediyê xaniyan: Heqê kirêyan biha nekin
18:52 Li Semsûrê li goristanekê tenê 7 hezar û 500 cenaze hatine definkirin
18:24 Deriyên xaniyên gundê xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine
17:58 Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Blînken hat Tirkiyeyê
17:44 Li Mereşê kesek bi derba kemçeyê jiyana xwe ji dest da
16:51 ‘Li Sûriyeyê 8,8 milyon mexdûrên erdhejê hene’
16:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 689 kesan
16:07 Ev 14 roj in dû ji kavilên Wêranşarê derdikeve: Mîna miriyekî li ser pêya me
15:57 Ji Êlihê bi sedan dilxwaz li herêmên erdhejê dixebitin
13:48 Aqilê ku ‘Xemsariya sedsalî’ bi alayê vedişêre
13:39 Navenda Koordînasyona Krîzê ya Amedê: Em dest bidin destê hev û alîkariya gelê xwe bikin
13:10 ‘Li rexekî ji ber pêlîstokên zarokan keyfxweşî hebû û li rexa din pirsa kefenan dihat kirin’
13:10 Xebatên Meclisê heta 28’ê sibatê hatin rawestandin
11:37 Li Bazarcixê hejmar li xirbeyan tê kirin û wisa tên rijandin
11:37 Li Îskenderûnê xebatên tespîtkirina nasnameya cenazeyan didome
11:36 'Divê ji bo avakirina ji nû ve em xwe bi rêxistin bikin’
11:36 Ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya pêdiviyên lezgîn
10:51 Gelo li Bazarcixê kurdên elewî neçarî koçberiyê tên kirin?
10:49 Li Afşînê bîlançoya erdhejê: 180 kes mirin, 335 avahî hilweşiyan, 7 kes hatin girtin
10:40 Koramaz: Divê heta sala 2022’yan kontrola hemû avahiyan hatibûya kirin
10:24 Mexdûrên erdhejê: Keya konan li kesên nêzî xwe belav dike
10:14 Avahiya rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji ber xesarê hat valakirin
10:05 Zimanzan Alpay: Kurd li dijî tune hesibandina sedsalî xwedî li zimanê xwe derdikevin
10:03 Ji objektîfa ajansa me wêneyên erdheja Amedê
09:40 Turkdogan: Divê Tirkiye ji rewşa nefretê bê rizgarkirin
09:05 Dr. Koç: Li herêma erdhejê divê navendên piştgiriyê yên derûniyê bên zêdekirin
09:04 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: Ruhê piştevaniyê yê Amedê xwe disipêre têkoşîneke 50 salî
09:03 Li Kaynartepeyê keysbaz ketine pey rantê!
09:03 'Desthilat ji bo xwe ji berpirsiyariya xelas bike 'tundiyê' berbelav dike'
09:01 Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2023'YAN
18/02/2023
22:51 Li Mereşê erdhej çêbû
22:19 Giliyê Erdogan û gelek wezîran hat kirin
21:07 Li Ermenceyê erd qelişî, koncalên mezin çêbû
18:52 Baroya Amedê xwest kurdî jî li YÎMER'ê bê zêdekirin
17:22 Ji bo jinûveavakirinê banga seferberiyê: Divê gel dest ji axa xwe bernede
17:01 Li Stenbolê ji bo 93 dibistanan biryara veguhestinê hate dayîn
17:01 Gundên Bazarcixê: 13 roj in em bi tenê ne
16:48 Bûldan û şandeya pê re serdana Bêrecûkê û Pirsûsê kirin
16:47 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 40 hezar û 642 kesan
16:45 Girtiyên sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kavakê hatin kirin, derb kirin
16:32 JMO Amed: Zêdetirî 500 avahiyên bixesar hatin tespîtkirin
16:31 Xizmên Windayan: Bila kujer bên darizandin
16:13 Taxa Armûtlûyê: Em bi hev re diçin, em ê bên û ji nû ve şên bikin
16:03 Di dema sewqkirinê de birînên girtiyê nexweş teqiyan!
15:47 HSD: 2 serçeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15:46 Girtiyên piştî erdhejê hatin sewqkirin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
15:45 Li aqûbeta Maksût Tepelî yê 39 sal berê hat windakirin pirsîn
15:38 Prof. Dr. Gorur: Em rastiya erdhejê qebûl bikin û daxwaza bajarên saxlem bikin
15:35 'Ji bo gel dîsa li warên xwe vegere divê mercên guncav bên amadekirin’
15:20 Bi lîstikan hewl didin erdhejê bi zarokan bidin jibîrkirin
15:04 Mexdûrên erdhejê: Rayedarên dewletê me neçarî avahiyên xesar dîtine dike
14:33 AFAD’a ku li Amedê xebat bi dawî kirî encam aşkere nekirin
14:32 Goristana Islehiyeyê hilweşîna li bajar radixe ber çavan
14:00 Dayikên Şemiyê: Divê mirî li gorî rûmeta mirovahiyê bên definkirin
13:57 Rapora ‘kêmxesar’ dan xaniyê xesar lê çêbûye
13:41 Xwendekarê ji wargehê hatiye avêtin: Kesên bi wesayîtên lûks tên û li wir dîminin
12:51 Li Antakyayê 3 kes ji binê xirbeyan hatin rizgarkirin
12:16 Zarokên mexdûrên erdhejê yên bêrefekat li ÎHH’ê ne!
12:12 Li Hatayê rapora ‘bêxesar’ dan avahiya hilweşiyayî!
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan