Hevserokên KNK'ê: Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmrali ye

  • rojane
  • 11:38 14 Sibat 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên KNK'ê Ahmet Karamûs û Zeyneb Mûrat diyar kirin ku hêza çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn Ocalan e û wiha gotin: “Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, Îmrali ye.” 
 
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 salan li pey xwe dihêle. Ocalan, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û ji 25’ê adara sala 2021’an heta niha tu agahî jê nayên girtin. Di vê pêvajoyê de parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re gelek caran serlêdan kirin lê her carê hatin redkirin. Ji bo ku bi Ocalan re hevdîtin bên kirin, ji siyasetmedaran heta parêzer, hiqûqnas û rêxistinên navneteweyî bi hezaran kesan serlêdan kirin lê ev serlêdan nehatin bersivandin.
 
Hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs û Zeyneb Mûrad têkildarî komploya navneteweyî û tecrîdê bi ajansa me re axivin. 
 
'PISGIRÊKÊN HEYÎ KÛRTIR DIKE'
 
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs anî ziman ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê pirsgirêkên heyî kûrtir dike û wiha got: “Tecrîda li ser birêz Ocalan em tenê weke tecrîda li ser kesekî bi nav nakin. Tecrîd di esasê xwe de li ser tevahiya gelê kurd e. Ji ber ku îro birêz Ocalan weke Rêberê gelê kurd tê qebûlkirin. Hevditina bi wî re, nêrînên wî, paradîgmaya wî, nêzikatiya wî û projeyên wî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd e. Paradîgma û felsefeya birêz Ocalan îro di rojeva her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê de ye. Heke ku îro li tevahiya Rojhilata Navîn alozî û nakokî hebe û di çareserkirina pirsgirêka kurd de xetimandin hebe yekem sedemê vê jî girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan e. Pirgirêka sereke ya Rojhilata Navîn pirsgirêka kurde. Pirgirêka kurd tevahiya Rojhilata Navîn eleqeder dike. Heke ku pirsgirêka kurd çareser nebe, pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî nayên çareserkirin. Ji ber ku çar dewletên herêmê bi vê pirsgirêkê re eleqedere. Ev pirsgirêk bi wan re jî girêdayî ye. Heke ku daxwaziyeke ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn hebe bêgûman pêwîste ku pêşiyê pirsgirika kurd çareser bikin. 
 
ÇARESERÎ BI PARADÎGMAYA OCALAN PÊKAN E
 
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî hewceye ku proje û paradîgmaya herî sereke jî ya birêz Ocalan e. Tecrîd li ser vê paradîgmayê ye. Hêza çareseriyê tê tecrîdkirin. Her çar dewletên ku pêşiya vê paradîgmayê digirin xetere dikin. Girankirina tecrîdê di kûrkirina pirsgirêkan de israr e. Em bawer dikin ku heke ku rê û derfet bên çêkirin bi vê paradîgmayê pirsgirêka heyî dikare bê çareserkirin. Tecrîd ne tenê li hemberî kesayeta birêz Ocalan e, di kesayeta wî de li dijî çareserkirina pirsgirêkên Kurdistanê ye û gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Ji ber ku pirsgirêka kurd ne tenê kurdan eleqeder dike. Ev pirsgirêk her dewleteke herêmê eleqeder dike. Heke ku ev her çar dewlet projeya demokratîkkirinê bixe meriyetê divê ku li gorî perspektîf û paradîgmaya Ocalan esas bigire. Ev tecrîd neyê rakirin, pirsgirêkên heyî dê aloztir bibin. Modelê çareserkirina pirsgirêka kurd paradîgmaya Ocalan e. Ev tecrîd di esasê xwe de li ser vê paradîgmayê ye. Ji ber wê ev tecrîd bandoreke gelek neyînî dike û pirsgirêkên heyî jî kûrtir dike." 
 
'DIVÊ MUDAXELEYEKE CIDÎ BIKIN'
 
Bi domdarû Karamûs diyar kir ku dewleta tirk bi girankirina tecrîdê re hiqûqa navteweyî binpê dike û got ku divê hêzên navneteweyî mudaxeleyeke cidî bikin. Karamûs wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd jî dizane ku ev tecrîd di şexsê birêz Ocalan de li ser wan tê meşandin. Ji bo ev tecrîde bi dawî bibe jî ji aliyê dîplomasî de, civakî de, siyasî de xebatên cur bi cur tên kirin. Plansaziyeke gelek berfireh a gelê kurd û tevgera azadiyê heye. Li tevahiya Ewropayê û hemû welatên Ewropayê ji Kanada heta ku Awûstralyayê, li her deverê gelê kurd bi projeyên xwe, plansaziyên xwe bi hemû şêwazî ji bo ku ev tecrîde bi dawî bibe di têkoşînê de ye. 
 
XEBATÊN JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ
 
Tecrîd sûceke li dijî qanûnên navneteweyî yê. Ew kesên ku di girtîgehan de tên tecrîdkirin ev sazî ji wan berpirsyar e. Yek ji van CPT'ye, Konseya Ewropaye, Yekitiya Ewropaye. Ji ber wê hem di warê hiqûqî de, hem de warê dîplomasî de û hem jî di warê siyasî de li dijî tecrîdê xebateke berfireh heye. Van xebatan heta niha encameke ku em dixwazin bi dest nexistiye. Mînak, li hemberî Konseya Yêkitiya Ewropayê, li hemberî CPT’yê xwepêşandeneke gelek berfireh hate lidarxistin ku kesayet û nûnerên partî û rêxistinên siyasî û civakî di nav de cih girtin. Xebateke bi vî rengî heye. Xebatên bi vî rengî dê berdewam bikin. Em ji weke KNK’ê di nav xebateke bi vî rengî de ne. Divê ku hêzên navneteweyî mudaxeleyeke cidî ku li gor hiqûqa navdewletî bike. Divê ku şandeyên wan biçin derfetên heyî bikar bîne û da ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin. Di van 24 salan de dewleta çawa dixwest wisa nêzikî birêz Ocalan bû. Mafê wî yê hiqûqî û mafê wî yê ku di hiqûqa navneteweyî de tê mîsogerkirin dewleta tirk wan binpê dike. Tecrîdeke ku bi tu rengî nayê qebûlkirin li ser Ocalan didin meşandin."
 
'HETA KU DERFET NEDIN OCALAN EV PIRSGIRÊK DÊ BIDOME'
 
Karamûs, da zanîn ku Ocalan di çareserkirina pirsgirêkan de xwedî roleke girîng e û ev nirxandin kir: “Heta ku li ser birêz Ocalan tecrîd berdewam bike, ev pirsgirêka heyî dê kûrtir bike. Dewleta tirk ji bo ku pirsgirêka kurd çareser neke tecrîdeke girankirî li ser birêz Ocalan dide meşandin. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk dê kûrtir û bihêztir bibin. Ev pirsgirêke encax bi şêwazeke siyasî û muzakereyê bê çareserkirin. Tevgera azadixwaz di çareserkirina vê pirsgirêkê de birêz Ocalan weke kesê sereke nîşan dide. Heke ku daxwazên çareserkirina pirsgirêka kurd bikeve rojeveyê teqez divê ku serî de tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Divê ku ew derfet bê dayîn ku birêz Ocalan rola xwe ya çareserkirinê bilîze. Em di xebatên xwe de rakirina tecrîdê sereke dibînin. Em daxwaz ji aktorên navdewletî dikin ku di vê mijarê de hin bêtir dilsoztir tevbigerin. Heta ku destûr neyê dayin ku birêz Ocalan rola xwe ya çareserkirina pirsgirêka kurd bilîze ev pirsgirêk dê berdewam bike."
 
'TAKTÎKÊN AKP'Ê TEŞHÎR KIRIN'
 
Di berdewamê de Karamûs got ku berteka li dijî tecrîdê erkeke neteweyî ye û wiha pê de çû: “Israra di tecrîdê de, projeyeke dewleta kûr e ku îro serkêşiya wê AKP û MHP dike. Di roja ewil de ku AKP bû desthilatdar, weke ku wê pirsgirêka kurd çareser bike tevgeriya. Lê di qonaxa yekemîn de xuya bû ku AKP ne dilsoz e. Helwesteke taktîkî bû. Ji bo berjewendiyên xwe dixwestin bi vî rengî pirsgirêka kurd bixin rojevê. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê xwest vê derfetê bi dest bixe. Li gorî felsefeya îslamî, wê dixwest bandorê li gelên Tirkiyeyê bike. Bi vî rengî xwestin ku têkoşîna kurd bêdeng bikin. Lêbelê tevgera azadîxwez ev taktîkên AKP'ê deşîfre kir. Gelê kurd dît ku AKP ne dilsoz e. Ji bo ku  tevgera azadîxwaz tesfiye bikin, xwestin ku birêz Ocalan tecrîd bikin. Lê negihiştin armanca xwe. Niha dewleta kûr ber bi aloziyeke ve diçe û hevkarê wê jî AKP û MHP ye. Nikarin xwe rizgar bikin. Ji ber wê em jî di rakirina tecrîdê de bi israr in. Lê ji bo bi dawîkirina tecrîdê jî divê ku em bêhtir têbikoşîn. Her sazî rêxistineke kurd divê ku di asta navdewletî de vê tecrîdê bi çalakiyên xwe ragihîne û polîtîkaya tecrîdê ya Tirkiyeyê teşhîr bike. "
 
'KOMPLO BI TECRÎDÊ BERDEWAM DIKE'
 
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad jî bi lêv kir ku bi tecrîdê re komplo tê domandin û ev tişt anî ziman: “CPT jî bûye şirîkê pergala Îmraliyê. Komploya ku 24 salan destpêkirî heta niha jî didome. Gelek dewlet û hêzên navneteweyî di komployê de cih digirin. Berdewamiya komployê dibe sedemê girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan. Tecrîd, girêdayî vê komployê û berdewamiya komployê ye. Niha Îmrali di bin çavderiya hêzên navdewletî de ye. Lê em dibînin 25 sal in kiryarên li dijî mirovahiyê li hemberî birêz Ocalan tên kirin. Ev tê wê wateyê ku tu desthilatdariya CPT li ser Îmraliyê nîne. Li Îmraliyê çi diqewime, yan jî çi naqewime ew nikare rastiyê aşkere bike. Heke em bînin bîra xwe di sala berê de meha sibata 2022'an de serokê berê yê CPT li Romayê di daxuyaniyekî de got ku ji bo hevdîtinê wî çend caran serdana Îmraliyê kiriye. Piştî wan hevdîtinan dît ku tecrîdeke gelek giran li ser birêz Ocalan heye. Got, 'Me weke CPT'yê hewledanên xwe kirin lê ne di asta ku tê xwestin de bûn.’ Ev tê çi wate yê? Ev tê wateyê ku CPT jî ketiye nava pergala tecrîdê. Ew jî parçeyeke vê tecrîdê ye. Her ew hêzên komploger in ku vê tecrîdê didin meşandin. Hêzên ku destê wan di koploya navdewletî de hebûn, îro pergala Îmraliyê birêve dibin. Ev rastiyeke û em vê rastiyê jî dizanin. Lewma tecrîd didome.”
 
'PÊWÎSTÎ BI FIKR Û FELSEFEYA OCALAN HEYE'
 
Mûrad, bi lêv kir ku bi tecrîdkirinê re dixwazin dîsa Peymana Lozanê têxin meriyetê û wiha pê de çû: “Tecrîd, berdewamiya komployê ye. Armanca komployê, tunekirina gelê kurd û bêbandorkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Tesfiyekirina kurd û Kurdistanê bû. Ji ber ku pêvajoya piştî komployê ev bi zelalî nîşan da. Di şexsê birêz Ocalan'de xwestin gelê kurd û hemû rêxistina azadiya kurd tesfiye bikin. Dixwazin gelê kurd careke din bêmaf bihêlin. Di vê sedsalê de dixwazin tifaqên xwe berdewam bikin. Diyare kesên ku bi dewleta tirk tifaq kirine dewletên rojava ne û cîhanî ne. Ji Amerîkayê bigirin heta Ingilistanê, ji Îsraîlê heta Yewnanistan, Rûsya û hinek dewletên ereban, ev hemû jî parçeyeke vê komployê ne. Ji ber ku bi şêwazeke bêwijdanî siyaseta xwe heta roja me ya îro dimeşînin û li dijî gelê me planên wan ên cuda hene. Her ew in ê ku tecrîdê giran dikin. Dixwazin peymana sedsalê berdewam bikin. Lewma ev tecrîd berdewama van peymanên navdewletî ye. Ji ber ku her kes dizane ji bo çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn pêwîstî bi fikr û felsefeya Ocalan heye. Baş dizanin ku mifteya çareserkirina vê krîza Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye."
 
'EM VÊ SEDSALÊ BIKIN SEDSALA AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN
 
Herî dawî jî Mûrad wiha got: “Ji bo bidawîkirina tecrîdê hewcehî bi têkoşînê heye. Banga min ji bo her kesî ew e ku vê erka xwe ya neteweyî pêk bînin. Dixwazin di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd li her derê tune bikin. Lê belê ev hêzên komploger û dewleta tirk negihiştine armanca xwe. Berxwedana Îmraliyê hêviyê dide gelê kurd û dostên wan. Berxwedaneke berfireh heye. Lê bi minesebeta Komploya 15'ê Sibatê em careke din bang li kurdistaniyan dikin ku çeperên berxwedanê mezin bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, bi ruhê seferberiyê tev li çalakiyan bibin. Yekitî û tifaqa xwe pêk bînin. Em bi nirxên xwe yên neteweyî li hemberî komplogeran û tecrîdê bisekinin. Ji ber ku êdî piştî evqas salan nayê qebûlkirin ku rêberekê kurd di nav çar dîwaran de bê girtin. Birêz Ocalan nirxeke neteweyî ye. Erk û berpirsyariyeke her kurdekî ye ku li dijî tecrîdê bisekinin. Bi taybetî banga me ji jinan re ye ku bi saya fikr û felsefeya birêz Ocalan nasnameya jina azad bi dest xistine erk û berpirsyariya xwe pêk bînin. Divê ku em bibêjin êdî bes e ji tecrîdê re. Armanca me ew e ku sala 2023'yan bikin sedsala azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan.” 
 

Sernavên din

18/02/2023
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin