4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan

  • rojane
  • 09:51 14 Sibat 2023
  • |
img
MEREŞ - Li mala Haci Terzî şîn û êşek bêpênase heye. Keç û du neviyên wî di bin xirbeyan de canê xwe ji dest dan. Haci Terzî got: “Dema cenaze dişûştin çavên wan vekirîbûn. Li benda rizgarkirinê bûn. Lê çavên wan vekirî û qerisî çûn.” 
 
Karesata erdheja ku navenda wê Mereş bû û bandora xwe li ser 10 bajaran nîşan da, bi hezaran mirov di encama xemsarî û deswerdana dereng de qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Erdhejê êş û trajediyek bêdawî li pey xwe hişt. Li Elbistanê malbata Terzî yek ji wan malbatan e ku êş û dram bi serê wan de jî hatiye. Ji malbata Terzî sê ferd bûne qûrbanî. Ferdên malbatê di bin xirbeyê avahiya Îsmîlaaga ya li Elbistanê bi 11 kesan re canê xwe ji dest dan. Perîhan Terzî û zarokên xwe Dogan û Dûran di bin xirbe de man û piştî çar rojan cenazeyên wan bi awayek qerisî hat derxistin. 
 
ÊŞ Û XEMGÎNIYA BÊDAWΠ
 
Malbatê piştî 5 rojan cenazeyên ferdên xwe ji morgê wergirt û li gundê Nergelê yê Elbistanê veşartin. Di merasîma cenazeyan de êş û xemgînî hebû. Lorandina Ayşe Terzî ku keça wê û du neviyên wê canê xwe ji dest dan qet kêm nebû û dibêje, “Xwedî ez bimirama û negotina ku keça min din betonê de maye.” Ayşe Terzî a dilşewat bi tu awayî nehat aşkirin. Roja ku erdhej çêbû, malbat li gund dima û mala wan şewitî ye û rê girtibûn xwe negihand navenda navçeyê. 
 
Haci Terzî ku keça wî û du neviyên wî canê xwe ji dest dan, ji ber ku roja ewil negihîştiye ber xirbeyê avahiyê xemgîn e û dibêje, “Qerisîn û canê xwe ji dest dan. Min dixwest bigihîjim xirbe û wan rizgar bikim lê mixabin rê destûr neda.” 
 
ÇAVÊ WAN VEKIRÎ Û QERÎSÎ ÇÛN 
 
Terzî anî ziman ku keça wî û du neviyên wî di bin xirbe de qerisîn û canê xwe ji dest dane û wiha got: “Me digot tiştek nebûye lê me nizanibû canên me di bin avahiyê de mane. Roja erdhejê mala me şewitî û bêyî ez gopalê xwe derxim ji malê derketim. Xwezî keça min û du neviyên min jiyana xwe ji dest nedana lê bila ez di wî agirê mala me de bişewitiyama. Xwezî min vê êşê nedîta û ez bimirima. 8 roj in min dengê wan nebihîst û wan hembêz nekir. Laşê wan cemidî û canê xwe ji dest dan. Piştî pênc şeş rojan cenazeyê wan hat û laşê wan qerisî bû. Dema cenaze hatin şûştin, çavê wan vekirîbû. Belkî li benda rizgarkirinê bûn, belkî hema li benda kesekî bûn ku wan rizgar bike. Çavê wan li rê bû û çavên wan vekirî çûn. Kesî wan rizgar nekir. Êdî tu dermanê vê êşa me nîne. Ez derdê xwe, îsyana xwe ji we re dibêjim.”
 
‘TERKÎ MIRINÊ HATIN KIRIN’ 
 
Halîl Terzî yê ku dayika wî û du birayên wî canê xwe ji dest dan jî heman êş û îsyanê anî ziman û wiha got: “Ez ji derveyî welat hatim. Sê roj destwerdana ji bo wan nehat kirin. Heke destwerdan bihata kirin teqez wê rizgar bûbûna. Kêliya ku erdhej çêbû ez bi dayika xwe re diaxivim, dayika min kir qêrîn û telefon hat girtin. Divê ku min ji wê qêrîna wê fêm bikira ku ew êdî xatir ji min dixwaze. Piştî çar rojan cenazeyê wan hat derxistin. Ji ber sermayê qerisîbûn û canê xwe ji dest dabûn. Gelo çawa dibe ku mirov terkî mirinê tên kirin. Çawa dibe ku dereng destwerdanê dikin? Em ji serma nikaribûn derkevin derve lê ew di bin xirbe de sê çar rojan man û qerisîn. Di vir de xemsariyek mezin heye. Piştî erdhejê ev der vala bûn û me carek din sirgûn bûn.” 
 
MA / Adnan Bîlen 
 

Sernavên din

18/02/2023
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin