Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn

  • rojane
  • 09:03 14 Sibat 2023
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN  - Êzidiyên Şengalê ku gelek caran rastî êrişên dewleta tirk hatin û hêj tên, ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re seferberî ragihandin û kampanya dan destpêkirin. Endama TJAÊ’yê Sûham Şengalî got ku dê heta dawiyê xwedî li xelkê bakurê Kurdistanê derkevin û birînên wan bi hev re derman bikin. 
 
Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhêj çêbûn. Erdhejê bandoreke giran li ser Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Mereş, Dîlok, Kîlîs, Edene, Hatay û Osmaniyeyê kir. Di encamê de bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehhezaran jî birîndar bûn. Ji roja ewil a erdhejê re li seranserî Kurdistanê û diasporaya kurd kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Yek ji herêmên ku kampanyaya alîkariyê hatiye destpêkirin jî Şengal e ku her roj dibe êrişên dewleta tirk. Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azad a Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo mexdûrên erdhêjê li Şengalê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin. 
 
Jin endamên TAJÊ’yê Sûham Şengalî têkildarî kampanyayê bi ajansa me re axivî û got ku xelkê Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûye. 
 
‘EM Ê HEMÛ DERFETÊN XWE SEFERBER BIKIN’ 
 
Sûham Şengalî, diyar kir ku êşa gelê Bakur û Rojava ji dil hîs dikin û wiha got: “Di 6'ê mehê de li Kurdistanê erdhejeke mezin çêbû. Hem li Bakur û hem jî li Rojava rê li ber xesarên mezin vekir. Em ji bo malbatên qurbaniyan sersaxiyê dixwazin. Hêvî dikim ku kesên niha di bin kavilên avahiyan de bi saxî bên derxistin. Weke Şengalê me ji bo piştevaniya bi gelê xwe yê li bakur û rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê ya bêdem da destpêkirin. Kampanya li tevahiya Şengalê didome. Civaka êzidî civakeke ku herî zêde rastî fermanan hatiye û êşên giran kişandin. Herî dawî jî fermana 2014'an jiya. Em êşa gelê xwe yê li Bakur hîs dikin û fêm dikin. Ji ber ku civaka me êşên giran jiyan. Herî zêde em dizanin bê ka tenêtî tiştekî çawa ye. Rewşa gelê me niha dijî, rewşekî giran e. Dîmenên ku ji Bakur tên, me zêde diêşînin. Ji bo mexdûrên erdhejê ji dest me çi were em ê bikin. Em ê hemû derfetên xwe seferber bikin û gelê xwe tenê nehêlin.” 
 
‘ÎRO DORA ALÎKARIYÊ YA ME YE'
 
Bi domdarî Şengalî anî ziman ku heta ku gelê bakur û Rojava birînên xwe derman dike dê alîkarî û piştevaniya xwe bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Hem li Rojava û hem jî li Bakur dewletan gelê me bi tenê hişt. Her wiha lîstikên qirêjî dikin. Lewma divê em gelê xwe bi tenê nehêlin. Îro gelê me rojên gelek zor û zehmet derbas dike. Eleqeyeke mezin a gelê me ji bo kampanyayê heye. Ne tenê li Şengalê lê li gelemperiya Başûr gelê me li gorî derfetên xwe seferber bûye. Di ola êzdatiyê de tiştekî wiha tê gotin; ‘Dema ku te xêrek kir, nepirse tu ji kîjan ol û neteweyê yî.’ Ji ber wê nêrîn, netew, ol çi dibe bila bibe em dixwazin bê ferq û cudahî alîkariyê jê re bişînin. Weke jinên êzidî heta ku gelê me birînên xwe derman dike, em ê piştevaniya xwe bidomînin. Divê em destê xwe bidin destê hevdu û piştevaniya Bakur û Rojava bikin. Di fermanê de kesên ku hatin li vir şer kirin û keç û xortên êzidî rizgar kirin, gelê me yê Bakur û Rojava bû. Ji ber wê jî îro dora me ye ku em xwedî li wan derbikevin û piştevaniya wan bikin.”

Sernavên din

18/02/2023
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin