Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne

  • rojane
  • 08:45 14 Sibat 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên erdhej lê qewimî bi milyonan mirov bi xetereya şewbê re rûbirû maye û bi deh hezaran mirov bêyî ku şîna xwe bike, ketin ser rêya koçberiyê. 

Erdheja ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû di 6’ê Sibatê de çêbû û bandora xwe li Semsûr, Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Xarpêt, Hatay, Edene, Kilîs û Osmaniye da nîşandan. Hejmara qurbaniyên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane ji 30 hezarî bihûrî. Tedawiya bi deh hezaran welatî jî li nexweşxaneyan berdewam dike. Bi deh hezaran kesên ku hê şîna xwe nekirine, ji neçarî û bo ewlehiya canê xwe ji bajar û navçeyên xwe koç dikin. 
 
Li herêmên erdhejê bi milyonan mirov dijîn li gel wan can û milkê xwe ji dest dane, vê carê jî bi pirsgirêkên wek hêwirîn, bêavî, hîjyenê ku dibin sedemê xetereya şewbê re rûbirû mane. Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) hişyarî dabû heke pêşîlêgirtin ango tevdîr neyê girtin dê li herêmên erdhejê nexweşiyên şewbê jî belav bibin. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) 9 roj in li herêmên erdhejê geşedanan dişopînin. Nûçegihanên me dîmen û wêneyên êş, hêrs, nerazîbûnên mexdûrên erdhejê, hilweşandin û bêberpirsiyariyê digirin û radigihînin. 
 
Geşedanên li herêmên erdhejê û têkildarî erdhejê wiha ne:
 
16.43 - UNÎCEF’ê got ku li Tirkiyeyê 4,6 û li Sûriyeyê jî 2,5 milyon zarok ji erdhejê bibandor bûne.  
 
16.35 - Ji ber ku li navçeya Samandag a Hatayê ku erdhejê rê li ber hilweşîneke mezin vekir kon nehatine vedan, park, kolan û dorse weke xanî û baxçe jî weke tuwalet tên bikaranîn. Li bajêrê ku tuwaletên seyarê nehatine danîn xetereya belavbûna nexweşiyan heye. 
 
16.11 - Erdhejê bandorek mezin li ser Rihayê jî kiriye. Gelek welatiyên ku xaniyên wan hilweşiyane û xesar dîtine di konan de bicih bûne û dibêjin ew li benda alîkariyê ne. 
 
15.55 - Koordînasyona ku ji partiyen siyasî û rêxistinên sivîl pêk tê, banga piştevaniyê û alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê kir. 
 
15.48 - Piştî hefteyekê cara ewil dilxwazên HDP’ê xwe gihandin gundên navçeya Battalgazî ya Meletiyê. Îsmet Navroz ku li Gundê Kemer Kopruyê dijî, got ku gelek kes ji navenda bajar ber bi gundan ve koçber bûne. 
 
15.39 - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li Meletiyê û navçeyên wê Argan û Wêranşarê bi mexdûrên erdhejê re hat gel hev û got: “Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin. Yê îktidarê jî planên wê cuda hene.” 
 
14.43 - Ji bin kavilên avahiya 7 qat ku ji 4 bloqan pêk dihat a li Taxa Yavûs Sûltan Selîm a Nûrdagiyê, 50 cenaze hatin derxistin. Hat zanîn ku stûnên avahiyê salek berê ji bo eywana sporê hatine birîn. 
 
14.41 - Cenazeyê endamê OHD’ê parêzer SerhanOzdemîr ê ku bi malbata xwe re di bin xirbeyê avahiya Diyar Galeria de mabû, piştî 9 rojan hat derxistin.
 
14.40 - SANCAR: HER KAVILEK CIHÊ SÛC E 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir da zanîn ku her kavilek cihê sûc e û wiha got: “Divê em bi hev re bikevin nav hewldanan ku berpirsyarên vê hilweşandinê bînin noxteya hesab pirsînê.”
 
14.24 - AFAD’ê bîlançoya dawî ya erdhejê eşkere kir. AFAD’ê da zanîn ku di erdhejê de heta niha 31 hezar û 974 kesan jiyana xwe ji dest dane û 195 hezar û 962 mexdûrên erdhejê jî ji herêmên erdhejê li bajarên cuda hatine tehliyekirin. 
 
14.22 -  ÎMO’yê rapora xwe ya pêşenirxandin a têkildarî avahiyên li herêmên erdhejê hilweşiyayîn eşkere kir û bal kişand ser terkexemiyan. 
 
13.46 - Di xebatên tespîta xesarê yên li Amedê berdewam dikin de hate diyarkirin ku di 300 avahiyan de xesar hatiye tespîtkirin û 20 avahî jî li ber hilweşînê ne.
 
13.42 - PÊDIVÎ BI DERMANAN HEYE
 
Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Mahmût Sert ê li Semsûrê tev li xebatên piştevaniya bo mexdûrên erdhejê bûn diyar kir ku pêdivî bi merhem û dermanên êşbir heye û got: “Alîkariya kut ê şandin ji ber baş nayê koordînekirin, nagihîje mexdûran.” 
 
13.33 - Xwendekarên ku piştî biryara Serokkomarê AKP’î Erdogan bi lez û bez ji wargehan hatine derxistin bertek nîşanî biryarê dan û wiha gotin: “Hewl didin krîzê bi krîzeke din binuxumînin. Lê ev tiştekî bi aqilane nîne.” 
 
13.14 - Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê yê HDP’ê Mafûz Guleryuz diyar kir ku AKP li herêma erdhejê di bin kavilan de ma ye û bacên erdhejê jî bo rant û alîgirên AKP’ê hatine xerckirin. 
 
13.07 - Penaberekî li Hatayê dijî, ji ber ku ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest, leşkeran tundî lê kir. 
 
12.59 - Her serê saetê ji bin kavilên avahiyên rûxiyayî cenaze tên derxistin lê belê tevî bi ser re 24 saet derbas bûn jî bîlançoya erdhejê nayê parvekirin. 
 
12.18 - Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz da zanîn ku dê şandeyeke ji Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê pêk tê, ji ber binpêkirinên her roj zêdetir dibin dê biçe herêma erdhejê û got ku ji bo parêzeran  lijneya koordînasyonê hatiye avakirin. 
 
12.05 - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'a Wanê Ferhat Pala ku piştî erdhejên li Mereşê çêbûn li qadan tev li xebatên alîkariyê bû wiha got: “Gel tî û birçî ye. Ji bilî HDP'ê û saziyên sivîl tu saziyên dewlete li wir nêbûn.”
 
12.00 - Avahiya Altinkaya ya li navçeya Rezana Amedê ku li ser rêya Rihayê ye xesarek mezin dîtibû û ji duh bi şev ve dest bi hilweşandina wê hat kirin, avahî di kêliya xebata hilweşandinê de bi yek carî hilweşiya. 
 
11.22 - Li Semsûrê ji aliyê dilxwazên ku HDP, DBP, rêxistinên sivîl û odeyên pîşeyî pêşengiya wan dikin, ji bo mexdûrên erdhejê 70 kon vedan û hê jî vedana konan berdewam dike. 
 
10.28 - Ji bin kavilê Apartmana Serîn 2’yê ku li semta Tesîslera navçeya Rezana Amedê hilweşiyabû, piştî 9 rojan cenazeyê 2 Sebat Ozmen û Sîdem Ozmen ên hevjînên hev hatin derxistin. 
 
10.18 - Ji 6’ê sibatê roja erdheja Bazarcixê heta niha tenduristvanên ku li navçeyê bi dilxwazî xizmetê dikin, heta niha xwe gihandine 50 gundan. 
 
10.09 - Li gundê Kûllar a navçeya Nûrheq ku di roja yekemîn a erdhejê de 150 kes di bin kavilan de mabûn, herî kêm 120 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gundê ku ji holê hate rakirin, tevî ku çend roj derbas bûn jî lêgerîna di bin kavilan de didome. 
 
09.51 - Li mala Haci Terzî şîn û êşek bêpênase heye. Keç û du neviyên wî di bin xirbeyan de canê xwe ji dest dan. Haci Terzî got: “Dema cenaze dişûştin çavên wan vekirîbûn. Li benda rizgarkirinê bûn. Lê çavên wan vekirî û qerisî çûn.” 
 
08.40 - Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçî daxuyand ku li Edeneyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine bidawîkirin û 34 kes ji bin kavilan hatine derxistin.
 
00:57 - Hat zanîn ku li semta Îbrahîmlî ya Dîlokê li avahiyeke hilweşiyayî ya li Sîteya Yagmûrlûyê 17 kes hê jî di bin kavilê avahiyê de mane. 
 
 

Sernavên din

18/02/2023
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin