Li Hatayê grûbên nijadperest bi çekan digerin: Mexdûr û dilxwaz di hedefê de ne

  • rojane
  • 16:14 13 Sibat 2023
  • |
img
HATAY - Parêzerên endamên ÇHD’ê diyar kirin ku piştî erdhejê li navçeyên Hatayê ku bi piraniya wan nifûsa erebên elewî lê dimînin bi binpêkirinên mafan ên cidî re rûbirû mane û grûbên çekdar ku bi hestên nijadperest tevdigerin, grûbên çepgir ên dilxwaz û mexdûrên erdhejê dikin hedef. 
 
Li Hatayê li aliyekî karesatek mezin a erdhejê çêbûye û li aliyekî jî pirsgirêka ewlehiyê derketiye holê. Daxuyanî û parvekirinên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag û xesasetiya ku li dijî diziyê çêbûye, li Hatayê veguherî êriş û lînckirinê. Li bajêr hin grûbên ku nayên zanîn û bi çekan digerin derketin holê. Van kesên çekdar ku ji derve anîne herêmên ku bêtir xelkê erebên elewî lê dijîn, di bin navê “diziyê û talankeriyê dikin” de êrişî dilxwazên erdhejê û welatiyên li wir dikin.
 
Herî dawî li navçeya Altinozu ya Hatayê Ahmet Gurşçî û Sabrî Gureşçî yên birayên hev in, ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û Ahmet Gureşçî bi îşkenceya xedar hat kuştin û Sabrî Gureşçî jî bi îşkenceya xedar re rûbirû man û bi tawanbariya “diziyê kiriye” sewqî edliyeyê hat kirin. 
 
GEFA KUŞTINÊ LI DILXWAZAN DIXWIN 
 
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ku ji destpêka erdhejê ve li herêmê xebatan bi rê ve dibin diyar kirin ku van grûbên çekdar gefan li wan jî xwarin e. Parêzeran got cara ewil roja çaremîn a erdhejê 2 dilxwazên erdhejê yên Kaldiraçê bi gefa polîsan re rûbirû mane. Parêzeran da zanîn ku rojek piştre jî polîs û grûbên çekdar gefê li Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay dixwin. 
 
POLÎSÊN NEFERMΠ
 
Parêzeran da zanîn k udi 10’ê sibatê de li navçeya Samandagê 3 zarok bi tundiyê re rûbirû mane û gelek kesên cilên polîsan li wan û ne wezîfedarên resmî ne gefan li xelkê dixwin û li ser kar in. 
 
POLÎSÊN BI DAR Û BER 
 
Parêzeran destnîşan kir ku wan bihîstiye ku du sivîlên ku li taxa Esenlîk a navçeya Defneyê xwestine biçin malê ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin û navê sivîlan hîn nebûne lê bûyerê piştrast kirine. Parêzeran diyar kir ku li taxa Akevler a Antakyayê tê gotin di avahiyekî de talankerî pêk tê û li ser vê yekê nêzî 500 kesî kom dibin û li bendê ne ku ew kesên çûne diziye bên xwarê û bi yek carê dengê tekbîran bilind dibe û gelek binpêkirinên wiha qewimîne û hemû jî bê bingeh in. Parêzeran got dema wan ji polîsan alîkarî xwestiye gotine ku ew dilxwaz hatine vir, çekên wan tune ne û dar û beran dane destên wan. 
 
LÊDAN Û KUŞTIN 
 
Parêzeran anî ziman ku herî dawî Ahmet Gureşçî bi îşkenceyek xedar hatiye qetilkirin û birayê wî Sabrî Gureşçî jî bi îşkenceyek xedar re rûbirû maye û li gorî wan bihîstiye endamek MÎT’ê yê berê grûbek ava kiriye û li mirovan dixin û wan dikujin. 
 
GRÛBÊN ÇEKDAR 
 
Parêzeran destnîşan kir ku li Hatayê problemek pir cidî ya ewlehiyê çêbûye û wiha gotin: “Li derdora taxa Akevlerê ku leşker lê hatine bicihkirin, grûbek faşîst a çekdar li wan deran belav bûye. Yek ji van jî ne fermî ne. Li ser cilên wan Ocaxên Ulkuciyan hatiye nivîsandin. Bi îdiaya ‘ewlehiyê’ çekan dane destê xwe û xwedîgiravî dê ewlehiya canê xelkê biparêzin. Heta me sekinandin û pirsa ku em kî ne ji me kirin. Yê ku vê kiriye jî li gund kafeya wî ya înternetê heye. Pirsgirêkek pir cidî ya ewlehiyê heye. Li gorî zanyarên hatine ber destê me dibêjin ku leşker bi çekên giran daketine kolanan. Gelek mirov bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Ji berk u yekîneya binçavkirinê nîne, gelek mirov bi îşkenceyê tên kuştin û tundî li wan tê kirin. Ev yek jî me ditirsîne.” 
 
‘DILXWAZ Û MEXDÛR DI HEDEFÊ DE NE’ 
 
Parêzeran da zanîn ku kesên nijadperest wek Umît Ozdag ku gotinên cihêkar û nijadperest belav dikin îşkence, kuştin û tundî diqewime û wiha axivîn: “Ev grûbên faşîst bi hestên nijadperest bi temamî şoreşger, dilxwazên erdhejê, mexdûrên erdhejê û penaberan dikin hedef. Dest bi kuştina mirovan kirine. Hêzên paramîlîter ên dewletê li herêmên erdhejê hatine belavkirin. Bi rastî jî me niha nizanin gelo ka polîs û leşkerên fermî li herêmên erdhejê hene an jî tune ne. Grûbên ku ji bo kuştina mirovan hatine li qadê hene. Em difikirin ku ev bi koordîneyan dixebitin. Dibe ku ev kes milîs û çeteyên wan bin.” 
 
MA / Tolga Guney 
 
 

Sernavên din

18/02/2023
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin