MA li gundên Meletiyê ye: Bi torpîlê konan belav dikin

  • rojane
  • 10:38 13 Sibat 2023
  • |
MELETÎ - Li hinek gund û bajarokên Meletiyê ku xesareke mezin gihiştiyê, AFAD bi “torpîlê” konan belav dike. Li hêla din malbateke ji gundê Savakliyê ku kon peyda nekir, neçar ma ku konteynireke bi bihayê 55 hezar lîreyan bikire. 
 
Yek ji bajarên herî zêde ji erdheja Meletiyê bibandor bûyî jî Meletî ye. Li gorî daneyên hatine parvekirin, hezar û 224 kesan jiyana xwe ji dest dane, hezar û 962 kes birîndar bûne û hezar û 154 avahî jî hilweşiyane. Lê belê hêjta li ser ji sedî 50’î kavilên navenda bajar û li ser ji sedî 70-80’ê kavilên gund û navçeyan jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine destpêkirin. Lewma tê payîn ku bîlançoya erdhejê gelek girantir bibe. 
 
Li gund û bajarokên ku hêjta xebatên lê nehatine destpêkirin jî welatî pirsgirêka kon û germkirinê dijîn. Em çûn gund û bajarokên Meletiyê û bi mexdûrên erdhejê re axivîn. 
 
Bertek û hêrsa şêniyên gund ên ku em pê re axivîn a li dijî îktîdarê û rewşa “bêdewletiyê” her ku diçe mezintir dibe. Ji ewil em diçin cemxaneya li bajarokê Dîlekê. Li wir tê dîtin ku gel ji bo alîkariyên dilxwazan ketine dorê û doreke dirêj xuya dike. Yek ji mexdûrên erdhejê Gulseren Ozturk ku li cemxaneyê bû da zanîn ku pirsgirêka wan a kon û xwegermkirinê heye û AFAD’ê tu kon nedane xelkê bajarokê. Ozturk, diyar kir ku di bin koneke li gorî derfetên xwe çêkirin de dimînin û ev tişt anî ziman: “Du jê zarok bi giştî em 6 kes di bin konê de dimînin.” Dengê nizm ê Ozturk balê dikişîne û got ku ji ber sermayê tevahiya endamên malbatê nexweş bûne. 
 
‘ME TU TIŞTEK JI DEWLETÊ NEDÎT’
 
Ozturk, anî ziman ku bi temamî bi saya alîkariyên dilxwazan xwe li ser pêyan digirin û dewletê tu alîkarî nedaye wan. Ozturk dibêje; “Me tu tiştek ji dewletê nedît.” 
 
 
‘JI BER KU EM ELEWÎ NE TU ALÎKARIYÊ NADIN ME’
 
Bi domdarî Ozturk anî ziman ku ew elewî ne lewma dewlet tu alîkariyê nade wan û wiha got: “Ez lê dinêrim û dibînim ku xebatên lêgerînê yên li ser kavilên Cemal Gursel, Paşakoşku û Çavvuşoglû duh bi şev hatine destpêkirin. Gelemperiya wan herêman elewî ne û di bin xerabeyan de gelek mirî hene. Dilê mirov dişewitîne.” 
 
KONAN BI TORPÎLÊ BELAV DIKIN
 
Piştre jî em derbasî qada bajarokê dibin û dibin şahid ku pirsgirêkên welatiyan wekî hev in. Welatiyê bi navê Arslan Saglam ku em mîkrofonê dirêjî wî dikin wiha dibêje: “Li gel 11 endamên malbata xwe di bin heman konê de dimînim. AFAD, konan bi ‘torpîlê’ belav dike. 4 kon dane keyayê bajarokê. Em mexdûr in.” Ji şêniyên bajarokê Bayram Karaçoban jî got ku ji Taxa Aydogan a bajarokê re tenê 3 kon hatine şandin û ev tişt anî ziman: “Li dibistanekê 60-70 kes li li ser hev, di nava hev de dijîn. Konan didin kesên mirovên wan in. Hinek kes jî heta serê sibehê li derve dimînin.” Di wê navberê de şêniyeke din dibêje; “Xelkê bajarokê perîşan bûye.” Şêniyeke din jî balê dikişîne ser pirsgirêka konan. 
 
NEKARÎ KONÊ BIBÎNE LEWMA KONTEYNIR KIRΠ
 
Em gera xwe didomînin û îcar diçin gundê Savakli yê girêdayî Wêranşarê. Gel dibêje; “Em bi tenê hatin hiştin.” Em dibînin ku malbat di bin konên ku bi derfetên xwe dane ser hev de dimînin û di her konê de gelek kes hene. Ji ber ku alîkariya konan nehate kirin, malbatek neçar dimîne ku konteynireke bi bihayê 55 hezar TL’an bikire. Li gund ne ceyran û ne jî av heye. 
 
JIYANA DI AVAHIYÊN BIXESAR DE
 
Ji şêniyên gund Mehmet Tula got; “Em bi saya alîkariya gel dijîn.” Tula, da zanîn ku AFAD’ê du roj piştî erdhejê 50 kon vedane û di wan her du rojan de li derve mane. Tula, diyar kir ku dewletê ji wan re tu alîkarî neşandiye û wiha domand: “Ma bişîne çi ye, neşîne çi ye. Ma qey em bi wan re hatine vê derê.” Bi domdarî Tula diyar kir ku gelek kes di avahiyên xesareke mezin gihiştiyê de dimînin. 
 
 
15 MALBAT DI KONEKÊ DE NE: EM DIQERISIN
 
Malbatên ku di konên ji bo cenaze û dawetan hatine vedan de dimînin gotin ku ji ber nebûna ceyran û sobeyan “diqerisin.” Di konê gund de 15 malbat bi hev re dimînin. Ji şêniyên gund Hakan Alkan û Saîme Çetîntaş a 70 salî bi ajansa me re axivîn. Alkan, da zanîn ku li gund av tune ye û nikarin avê bidin sewalên xwe. Çetîntaş jî got ku êm û ka tune ye lewma çêlekên wan li ber mirinê ne. Bi domdarî Çetîntaş diyar kir ku zarokên wê ji ber sermayê nexweş bûn lewma ji neçarî şandine cem xizmên xwe yên li Konyayê dijîn. 
 
HDP LI GUNDAN DIXEBITE
 
Daxwaza hevpar a şêniyên gundan ceyran û av e. Dixwazin ku ev daxwazên wan tavilê bên pêşwazîkirin. Piştî Savakliyê jî em berê xwe didin gundê Surguyê. Rewşa şêniyên gund ji rewşa gundên cudatir nîne. Li gundê Guzelkoyê jî xesar gihiştiye gelek avahiyan û pirsgirêka konan didome. Mîna li gundên din, organîzasyonên HDP’ê li vir jî gelek pêdiviyên şêniyên gund pêşwazî kirine. 
 
MA / Firat Can Arslan

Sernavên din

18/02/2023
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin