Mal lê wêran bû, dewlet jê re alîkar nebû: Di gomê de dijîn

  • rojane
  • 10:24 13 Sibat 2023
  • |

SEMSÛR - Berovajiyê gotinên Erdogan ku dibêje ji ber erdhejê kes mexdûr nebûye, li bajaroka Bulam a navçeya Çêlikan a Semsûrê ji ber ku dewlet kon nade wan malbata Şenses di gomê de bi sewalên xwe re dijî.

 
Di 6’ê Sibatê de li navçeyên Bazarcix  û Elbistan ên Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 du erdhejên mezin çêbûn. Ev her du erdhej bandora xwe li tevahiya bakur û rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin û bi hezaran avahî li gund,  navçe û bajaran hilweşiyan. Yek ji bajarên ku erdhejan bandora xwe lê kir bajarê Semsûrê yê bakurê Kurdistanê ye. Li gund, navçe û navenda bajar bi hezaran avahî hilweşiyan û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan.
 
Li bajaroka Bûlam a navçeya Çêlikan û gundawarên wê bi dehan avahî hilweşiyane û 30 kes di bin kavilên van avahiyan de jiyana xwe ji dest dane. Lê tevî vê rewşa xeter jî bi rojan dewlet bi hewara gundiyan ve neçûye û gundiyan bi derfetên xwe cenaze ji bin kavilan derxistine û veşartine. Hê jî dewletê xizmeteke têrkirî neaniye gund û li gorî pêwistiyan konan li gundiyan belav nekiriye. Ji ber vê sedemê gelek gundî di wesayîtên xwe û li mala şînê ya gund de dimînin.
 
REWŞ BEROVAJÎ DAXUYANIYÊN ERDOGAN E 
 
Li gorî nûçeya nûçegihanê rojnameya Xwebûnê û kameraman Bîlal Gezer; berovajiyê daxuyaniyên Serokkomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan ku dibêje wê ji ber erdhejê kes mexdûr nebe, lê malbata Şenses a li bajaroka Bulamê ku xesar gihîştiye mala wan bi mexdûriyeteke mezin re rûbirû maye. Ji ber ku dewletê kon nedaye wan malbata Şenses jî koza berxikan a di goma miyên xwe de ji xwe re kiriye mal û di nav sewalan de dijî. Me vê rewşa malbata Şenses di cih de şopand û li goma ku lê dijîn bi Elîf û Abûzer Şenses ên hevjînên hev re axivîn. 
 
Malbatê li koza berxikan sobe daniye û li ser vê sobayê xwarina xwe çêdike. Her wiha li ber sobayê nivînên xwe jî daniye û ji neçarî bi miyên xwe re dijî. Di koza ku ji xwe re kirine cihê mayînê Elîf û Abûzer Şenses û zarokên xwe Şukru û Bariş û dergistiya kurê wan Ceren Gunay dijîn. (Cerenê dergistiya Bariş e.)
 
‘7 ROJ IN EM VÊ REZÎLIYÊ DIKIŞÎNIN' 
 
Elîf Şenses li ser pirsên me yên derbarê jiyana wan de wiha got: “Tu halê me dibînî, em hişk bûne. Mala me xesar dîtiye em newirên biçin mala xwe. Tu alîkarî bi me re nakin. Em dixwazin jî nadin me.  Ji ber vê yekê em jî li vir dijîn û 7 roj in em vê rezîliyê dikişînin. Mirin e, em ditirsin. Em ji mirinê ditirsin. Serma pir heye, em ê bişewitin. Êzing û komir tune ne. Ji ber ku em newirên biçin mala xwe em bi şev û roj li vir radikevin.”
 
‘DEWLETÊ TIŞTEK JI BO ME NEKIRIYE' 
 
Abûzer Şenşes jî ji bo rewşa malbata xwe destnîşan kir ku heke bi deverekê ve biçûna wê pezê wan bêxwedî bimaba û ji ber ku kon nedane wan ji neçarî di nav sewalên xwe de dijîn. Şenses wiha axivî: “Kon tuneye ku em bikevinê. Cihê saxlem goma me ye. Dewlet konan nayne. Ên ku tên jî nagihîjin me. Xwedê ji miletê razîbe tiştên xwarinê ji me re şandine. Dewletê heta niha ji malbata min re tiştek nekiriye û konek jî nedaye me. Dewlet tiştek nade kesî em neçar in ku di vir de bijîn.”
 
Abûzer Şenses diyar kir ku heke dewletê li bajaroka wan tiştek ava kiribûna wê biçûna lê bimana lê ji ber ku tiştek wiha tuneye neçarî goma sewalên xwe bûne û wiha got: “Dewlet tiştek naşîne tiştên ku tên jî milet û xwarxwaz dişîne. Di nav vê rêxê de jiyan gelek zehmet e. Heke kon bidana me, me yê li rex goma xwe vedana û em ê ji xwe re biketinayê. Em ji neçarî li vir. Heke kon ji me re bê em ê ji vir derkevin.”

Sernavên din

18/02/2023
12:11 Şaredarê Hatayê Savaş: Li bajar herî kêm 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
11:59 ÎTU’yê di rapora xwe de sedemên erdhejê yek bi yek vegot
11:07 74 endezyarên înşaetê ji Wanê şandin Mereşê
11:07 Mexdûrên erdheja li Wanê li Hatayê ne: Me dît dewlet naçe hawarê xelkê em hatin hawara mexdûran
11:06 Bozgeyîk: OHAL bêcezatiyê bi xwe re tîne divê ji holê bê rakirin
10:56 Gelo jin li herêmên erdhejê çi dijîn?
10:35 Mîmarê hilweşînê AKP: Di 21 salan de 11 efûyên îmarê derxist
10:25 ‘AFAD’ê xwest lingê min bibire lê tîma spanyayî di du saetan de ez rizgar kirim’
10:20 Hemşîreyê mexdûra erdhejê jî bû dilxwaz: Mirov di bin piyan de hatin pelçiqandin
09:42 Li herêma erdhejê ji bo heywanan pêdivî bi êm û hêwirînê heye
09:32 Kal û pîrên xaka xwe neterikandîn li benda konan in
09:26 Piştî erdhejê xetereya asbestê
09:03 Li Bazarcixê dewlet jî di bin xirbeyan de ma
09:02 'Fatûreya erdhejê li xwendekaran hat birîn'
09:00 Heta ku ji ser hişê xwe çûne ew îşkence kirine
09:00 'Armanca êrişan Kobanê ye, lê em ê nehêlin'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2023'YAN
17/02/2023
21:49 Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39 hezar û 672'yan
20:43 Ji DÎSK-Basin Îşê ji bo rojnamevanan fona piştgiriyê ya erdhejê
20:08 Hê jî 8 kes di bin kavilên Diyar Galerîayê de ne
19:24 Li Hatayê kesek piştî 278 saetan bi saxî hat rizgarkirin
19:13 Li Mereşê 7 muteahîd hatin girtin
19:07 Ji bo îfadeyê gazî rojnamevan Mîr Alî Koçer hat kirin
19:02 Standa alîkariyê hat rakirin û ceza li dilxwazê li ber standê hat birîn
18:50 Welatî li ber bankeyan tên mexdûrkirin
18:07 Alîkariyên li navenda piştevaniyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin nayên belavkirin
17:01 Şandeya HDP’ê li Semsûrê ye: Karesata desthilatê afirandiye ji karesata erdhejê mezintir e
16:46 ‘Zarokên mexdûrên erdhejê teslîmî terîqetan tên kirin’
16:34 Temel: Xebatkarên dewletê ji bajarên erdhejê reviyan
16:23 Şaredariya Silopiya kampanya ‘Piştgiriya Jinan bi Jinan re’ da destpêkirin
16:15 Li Hatayê 3 hemwelatiyên Yewnenistanê hatin binçavkirin
16:01 Konên titûnê ji xwe re kirin konên starê
15:53 Alikariya HDP’ê bi îddiaya “alikariya îlegal e” hate desteserkirin
15:52 Amedspor û Vanspor dê ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê bilîzin
15:41 Kana madenê ji ber erdhejê serobin bû
15:40 Xaniyeke xwe di şer de yek jî di erdhejê de winda kir
15:38 ÎKK'ya Amedê ya TMMOB'ê: Mirov terkî mirinê tên kirin
15:17 Dozger 149 nûçeyên MA’yê kopî kir û weke îdianameya rojnamegeran pêşkeş kir
15:01 Li Elbîstanê berpirsyar nîne, ‘diz’ heye!
14:16 Li Hatayê bi piştevaniyê birînên mexdûran tên pêçandin
13:44 Ji bo avahiye ‘kêm xesar’ 5 roj qewl dan: Xwediyên malê îtîraz kirin!
13:43 Ata têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî bi rayedarên Rêxistina Efûyê re hevdîtin kir
13:29 Ji 45 saziyan daxuyaniya hevpar: Divê bi rêzgirtinê nêzî cenazeyan bibin
13:29 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
12:53 'Divê kesên destûra plana îmarê û venêrînê dayîn bedel bidin’
12:24 Şandeya HSK’ê ku tevî biryarnameyê danişîn li dar xist wê li HSK’ê bê gilîkirin
11:50 TUÎK’ê daneyên bêkariyê yên meha kanûnê parve kir
11:41 Du rojan tî, birçî û pêxas li kolanê mane
11:40 Gundê Mihaciran piştî erdhejê bi saya piştevaniyê xwe li ser pêyan girt
11:22 Di êrişa Weqfa Şahkûlû Sûltan de kesek hate girtin
11:07 Erdogan biryara ‘Herêma Birîsk a Afetê’ ya li Hatayê beriya salekê rakiriye
10:54 Ciwanên HDP’ê li Semsûrê ne: Pêdiviya gel bi me heye
10:52 Çawa şoka erdhejê ji ser xwe avêt bi lez û bez çû berhevoka xwe ya pirtûkan!
10:34 Li Semsûrê tespîta stûnên hatine birîn û qatên qaçax
10:18 Li Nûrdagiyê hilweşandin: Qatekî bide şaredar, heta tu dixwazî dikarî qatan lê bikî
09:55 Ji bo dermankirina birînên zarokan ketin nava tevgerê
09:53 Malbata mexdûrên erdhejê yên sûriyeyî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
09:27 Berdevkên TOP’ê: Bi OHAL’ê re li dijî gel şer hate îlankirin
09:27 ‘Heke li şaredariyan qeyûm nehatine tayînkirin dê bîlançoya erdhejê ewqas giran nebûya’
09:06 Bîrdal: Tecrîda Îmraliyê rêya çareseriyê dixitimîne
09:05 Mehek e amûrên girtiyê di hucreyê de desteser kirine
09:04 Welatiyên ku xaniyên wan di erdhejê de hilweşiyane divê çi bikin?
09:03 Bertek ji bo desteserkirina alîkariyan: Em ê heya dawî li cem gelê xwe bin
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2023'YAN
08:17 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 38 hezar û 44 kesan
08:04 Li Antakyayê zarokek di saeta 260’emîn de sax hate derxistin
16/02/2023
20:48 Serokê TBB'ê Sagkan: Em ê giliyê kesên ku îmze danîne binî şaşiyên muteahîdan û îmarê bikin
19:25 SOHR: Cenazeyên hezar û 702 penaberan radestî Sûriyeyê hatin kirin
19:16 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
19:04 Li Meletiyê erdhej çêbû
18:33 Rêveberiya Xweser: Em ê alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bidomînin
18:27 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ji bo bihabûna kirê 'keysbazan' hişyar kir
17:17 'Em dixwazin bi piştevaniyê jiyanê bidomînin'
17:03 Ji girtiyên efrînî yên ji Hatayê hatine sewqkirin agahî nayên girtin!
17:02 Bombebarana dewleta tirk didome
16:55 Faîlê Uytun ê 18 mehî xwe di bin navê ‘kevir’ de parast
16:53 Li Meletiyê lêpirsîna erdhejê: 11 kes hatin girtin
16:47 Bûldan ji Bazarcixê kampanyaya ‘Em di nava piştevaniyê de ne’ ragihand
16:47 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
16:17 Ji erdhejê rizgar bû, lê di êrişa Tirkiyeyê de hat kuştin
16:16 Li konbajarên Îskenderûnê ceyran, av, sobe û daşir tune ne
16:05 Polîsan êrişî daxuyaniya HDK’ê kir: Dewletê gelê me qetil kir, hûnê hesab bidin
15:58 Sektreterê Giştî yê NATO’yê bi Erdogan re hevdîtin kir
15:51 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê ji berpirsyaran hesabê bipirsin
15:28 Kanadayê xelat da rojnamegerên cara ewil nûçeya serhildana ‘Jin jiyan azadî’ çêkirin
15:06 Di erdhejê de li 30 beşên sûrên Amedê xesar çêbûye
14:43 Ozturk: Yên alîkariyan asteng dikin, xwedî hişmendiya mêtingeriyê ne
14:31 Bûldan banga îstîfayê li Erdogan kir
14:26 Wezareta Dadê xwest ku pêvajoyên DMME’yê bên taloqkirin
14:21 TBB’ê ‘Rêbera Hiqûqê ya ji bo Mexdûrên Erdhejê’ amade kir
14:01 Platforma Piştevaniya Erdhejê ya Enqereyê hate ragihandin
13:47 Li Amedê ji avahiyên hilweşiyan 3 avahî qaçax derketin
13:39 Şaredariya HDP’î rojê xwarinê li 3 hezar mexdûrên erdhejê belav dike
13:08 Berberên dilxwaz li Bazarcixê ne
12:55 HDP’a Amedê kampanya ‘Mala min mala te ye’ da destpêkirin
12:28 Çapemeniya hewzê di ‘bexşa dewletê’ de bû yek deng
12:01 Li dijî rîska enfeksiyonê ya li herêma erdhejê hişyarî
11:55 Hejmara qurbaniyan gihîşt 36 hezar û 187 kesan
11:54 Buldan dê biçe Bazarcixê
11:47 Kesên çekdar li Hatayê hewl dan êrişî rojnamegeran bikin