Li Hatayê roja 6’an: Xetereya şewbê zêde dibe

  • rojane
  • 21:51 11 Sibat 2023
  • |
img

HATAY - Di roja 6’emîn a erdhejê de li Hatayê ji ber pirsgirêkên av û daşirên seyar, xetereya şewbê zêde dibe. Endamê Konseya Navendî yê TTB’ê Ozgur Akbaba diyar kir ku heke dewlet bernameya derzîdanînê ya ji bo zarokan ne domine, dê rê li ber şewbên mezin veke.

Li gorî daneyên fermî, di encama erdheja Mereşê de 21 hezar û 848 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejê de li Hatayê de hilweşîneke mezin çêbû. Li gel ku bi ser erdhejê re 6 roj derbas bûne jî hêjta pirsgirêkên hewînê û paqijiyê berdewam in. Li çendek noqteyên bajar daşirên seyyar hatine bicihkirin lê belê kêm in. Her wiha pirsgirêka avê jî hêj nehatiye çareserkirin. Li gelek deverên bajêr kotinker xuya dikin û xelkê bajar bi xetereya şewbeke mezin re rû bi rû ne.

Tevî xetereya heyî jî Wezareta Tenduristiyê heta niha gavek neavêtiye. Lê bele Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekitiya Dermanfiroşên Tirk û tenduristvanên dilxwaaz li bajar dest bi xebatên nû kirin. Yekitiya Dermanfiroşan ji bo pêşwazîkirina dermanan, li 15 noqteyên bajar dermanxaneyên seyyar ava kirin. TTB’ê jî li navçeya Defneyê maseya şêwirmendiyê ava kir û ji bo mexdûrên erdhejê kontrolên bingehîn dike. Her wiha xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz jî li revîrên hatine avakirin xizmetê didin.

XETEREYA ŞEWBA HINAVÊJÊ

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Ozgur Akbaba li dijî xetereya şewbê hişyarî da û wiha got: “Xwegihandina ava paqij hatiye bisînorkirin û avên vexwarinê jî an xerab bûne an jî mîkrop di nav de hene. Ev yek jî xetereya şewbê zêdetir dike. Li bajar, di asta tê xwestin de daşirên seyar nînin. Di dema destavê de ji ber ku av kêm e, lewma rîska şewba hinavêjê pir zêde ye. Lewma divê li paqijiya dest baş binêrin û gulavên pileya wan ser 70’an bên bikaranîn. Bi taybet jî piştî çûna daşirê divê ev yek bê kirin. Divê ji bilî avên şûşe tu avên din neyên vexwarin û ji bo şûştina zebzeyan jî ew ev bê bikaranîn.”

‘DIVÊ TAVILÊ DERZÎKIRIN DEST PÊ BIKE’

Bi domdarî Akbaba anî ziman ku şewbên mîna Kovîd-19’ê berdewam in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê li cihên qelebalix maske bi kar bînin. Yek ji pirsgirêka herî mezin a ku divê dewlet tavilê çareser bike, derzîkirina tetanosê ye. Divê her kesên ji erdhejê rizgar bûn demildest vê derziyê bi kar bînin. Îxtîmal heye ku kesên li qadê dixebitin di her kêliyê de birîndar bibin. Her wiha derziyên zarokan hene. Divê dewlet tavilê derziyên wan deyne. Nexwe dê nexweşiyên giran ên weke sorik, mirkutok, gurep, menenjit û xurî dest pê bikin. Li herêmên erdhejê pirsgirêkeke pir mezin a organîzasyonê heye. Hêj bi hezaran kes ji bin kavilan nehatine derxistin. Her wiha gel neçar ma ku li kolanan bimîne. “

MA / Tolga Guney

Sernavên din

14/02/2023
18:23 Tenduristkara li herêma erdhejê: Bila Serokkomar bê vir
18:18 Baroya Êlihê giliyê berpirsên erdhejê kir
16:59 Li Meletiyê sîteya bixesar hate hilweşandin
16:58 ‘Bila girtî û malbatên xwe yên li herêmên erdhejê agahî ji hev bigirin’
16:58 26 fezlekeyên parêzbendiyê ji Meclisê re hatin şandin
16:43 UNÎCEF: Li Tirkiye û Sûriyeyê erdhejê bandor li 7milyon zarokan kir
16:35 Li Samandagê pirsgirêka hewînê: Di konteynirê de 35 kes dimînin
16:11 Li Rihayê welatî di konan de dimînin: Rewşa me rewşa şerpezebûnê ye
16:08 ‘Li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê girtî terkî mirinê tên kirin’
15:56 Serokê MUSÎAD’ê yê berê Poyraz hate binçavkirin
15:55 Koordînasyona li Şirnexê banga piştevaniyê kir
15:48 Cara ewil HDP’ê xwe gihand gundên Battalgaziyê
15:39 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir: Em ê hemû bi hev re birînên xwe bipêçin
15:26 HDP’ê giliyê berpirsyarên hilweşînê kir
14:43 Stûnên avahiya ku bû gora 50 kesan ji bo eywana sporê hatine birîn!
14:41 Endamê OHD’ê parêzer Serhan Ozdemîr jî bû qurbaniyê erdhejê
14:40 Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e
14:24 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan
14:22 Rapora pêşenirxandin a avahiyên hilweşiyayîn hate eşkerekirin
13:48 Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin
13:46 Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne!
13:42 Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir heye
13:33 Xwendekarên ji KYK’ê hatin derxistin: Krîzê bi krîzeke din vedişêrin lê ev tiştekî bi aqilane nîne
13:22 Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê: Bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin
13:14 AKP di bin kavilan de ma: Bacên erdhejê bo rantê û alîgiran çûn
13:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 Leşkeran tundî li penaberê ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest kir
12:59 Bîlançoya 24 saetên dawî nehat parvekirin
12:18 Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn
12:05 Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye
12:00 Li Amedê avahiya ku hat valakirin, hilweşiya
11:38 Hevserokên KNK'ê: Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmrali ye
11:22 Li Semsûrê dilxwazan bajarek ji konan ava kir û birînên mexdûran dipêçin
11:20 Gureşçî yê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate veşartin
10:28 Ji bin kavila Serîn 2’yê cenazeyê du kesan hate derxistin
10:20 Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin
10:18 Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin
10:12 Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin
10:09 Gundê ku 120 kesan lê jiyana xwe ji dest da ji holê rabû!
09:51 4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan
09:30 AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest
09:14 Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv
09:03 Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn
09:02 Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023''YAN
08:45 Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne
08:40 Li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin bidawîkirin
00:57 Di Sîteya Yagmûrê de 17 kes di bin kavil de ne
13/02/2023
23:38 Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin
23:05 Polîsan li Colemêrgê wesayîta alîkariyê asteng kir
22:08 Li gundên Mereşê goristan jî xera bûne!
21:57 ‘Ji ber efûya îmarê keyfa me hat lê em ji canê xwe jî ji xaniyê xwe jî bûn’
21:17 Endamên Yekîtiya Karker û Kedkaran hatin binçavkirin
20:53 Mutehitê Apartmana Erdogan hate girtin
20:49 7 girtiyên ku bi hinceta serî rakirine hatin îşkencekirin, hatin sewqkirin
20:40 Li Amedê avahiyên li ber hilweşandinê hatin valakirin
20:34 Rapor tespîtkirina xesarê ya wezaretê: 33 hezar û 143 avahî pir xesar dîtine
20:18 'Bavê min heya roja 3'yan jî sax bû, roja 4'an ew derxistin'
20:16 HDP’ê têkildarî dîmenên îşkenceyê yên li herêma erdhejê gilî kir
19:59 Li Botanê 7 cenazeyên din hatin definkirin
19:26 Li Hatayê mutehitê avahiya hilweşiyayî hate binçavkirin
19:16 30 konteynerên ku ji aliyê HDP'ê ve ji bo herêma erdhejê hatin şandin hatin desteserkirin
18:45 Baroya Rihayê giliyê Umît Ozdag kir
18:41 Xelkê Nûrdaxiyê bajêr di terikîne
18:17 HDP’iyên kum zer li qadên kavila ne
17:59 Li Şirnexê gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
17:09 Ji HDP'iyan serdana şînê
17:06 Ji rojnamegerên girtî peyama erdhejê
17:06 Meclisa Ciwanan a HDP'ê li Meletiyê kon danîn
16:53 Li Edene û Osmaniyeyê kavilên avahiyan tên rakirin
16:37 Ne mirin ne wêranî ne xema wan e!
16:20 Tenduristkaran li bloka nehilweşiyayî ya nexweşxaneyê dixebitînin
16:15 Sancar biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê bi bîr xist: Divê îktîdar vê serdema şer bi dawî bike
16:14 Li Hatayê grûbên nijadperest bi çekan digerin: Mexdûr û dilxwaz di hedefê de ne
16:14 Odeya Mîmaran: Rêziknameya erdhejê nehatiye pêkanîn
15:44 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dan: We mala me xera kir
15:00 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kir
15:00 Li Amedê wargehên KYK'ê bi darê zorê tên valakirin
14:52 Di dema sewqkirina girtiyan de ferzkirina lêgerîna tazî
14:38 Zaroka xwe winda kir, destê hevjînê wê hat birîn: Bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin
14:37 Li Amedê welatî li ber deriyên morgan li benda cenazeyan in
14:37 Kompleksa sporê ku mexdûrên erdhejê lê ne, ji ber şewba guriyê hat valakirin!
14:10 Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin: Li taxekê dê 60 avahî bên mohrkirin
14:02 Leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin li ser wezîfeya xwe ne
13:25 Keya bertek nîşanî nelirêtiya di tespîtkirina xesarê da, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin
13:04 Dozger ji bin kavilan derxistin û çûn!
12:24 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 31 hezar û 643’yan
12:02 Tê gotin ku maliyeta aborî ya erdhejê 100 milyar dolar e
11:45 Dilxwazên erdhejê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe
11:27 ‘Îktidar hewl dide li ser qurbaniyên me rantê bi dest bixe’
11:22 Gef li parêzerên ku qetilkirina Gureşçî lêkolîn kirin hatin xwarin
11:16 Li Wêranşarê xaniyên saxlem nemane
11:08 ‘Divê ji fikarên girtî û malbatan re bibin bersiv’
10:38 MA li gundên Meletiyê ye: Bi torpîlê konan belav dikin
10:37 Rojnamevanan tiştên li Hatayê qewimîn vegotin: Cihên ku alîkarî negihiştinê hene
10:24 Mal lê wêran bû, dewlet jê re alîkar nebû: Di gomê de dijîn
10:06 20 kes di konek dabeşkirî de dimînin: Zarok nexweş ketine
09:56 Li Islehiyeyê kes ji gotinên Erdogan bawer nîne: Mexdûrên erdhejê navçeyê diterikînin
09:55 ‘Ji ber ku analîza avahiyan nayê kirin em îro di vî halî de ne’
09:37 Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin BLOGA ZINDÎ