Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ

  • rojane
  • 09:48 11 Sibat 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçin seferber bûne diyar dikin ku hê jî cihê ku alîkarî negihîştiyê hene û dixwazin hewcedariya lezgîn demildest were temînkirin. 

Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcixê ya Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn. Erdhejê bandorê li ser bajarên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Meletî, Semsûr, Xarpêt, Edene, Osmaniye, Hatay, Kilîsê kir û rê li ber karesatek mezin vekir. Li gorî daneyên dawî hejmara qurbaniyan ji 20 hezarî bihûrî. Erdhej di roja 6’emîn de ye û hê jî bi hezaran welatî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Mexdûrên erdhejê tevî sir û seqema dijwar jî hewl didin xwe bi xwe birînên xwe bipêçin. Hê jî alîkarî û piştevanî neçûye gelek gund û navçeyan û mexdûrên erdhejê li dijî îktidarê bi hêrs in û berteka gel her ku diçe zêde dibe. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) li herêmên erdhejê kêlî bi kêlî şahidiya karesata erdhejê dikin û guh didin hawar û qêrîna mexdûrên erdhejê. Nûçegihanên me bi wêne û dîmên li herêmên erdhejê ku dikişînin, dijwarî û karesata erdhejê radixin ber çavan. 
 
16.44 - Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç çû navçeya Islehiyeyê û got ku her derengmayîneke di erdhejê de rê li ber windahiyên nû vedike. 
 
16.38 - BÛLDAN Û KILIÇDAROGLÛ ÇÛN SERDANA KAVILAN 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû bi hev re çûn serdana malbatên ku li ber avahiya Sozel a li semta Ofîsa Amedê ku 6 roj in li benda rizgarkirina xizmên xwe ne. 
 
16.34 - Îrem a 6 salî ji bin kavilên avahiyên li Hatayê hilweşiyan sax hate xelaskirin. Cenazeyê bapîrê wê yê ew parast jî hate derxistin. 
 
16.18 - Xelkê Semsûrê ku hêviya xwe ji îktidarê û saziyên dewletê qut kirin, bi dilxwazên erdhejê re birînên xwe dipêçin û konan vedidin û cihê hêwirînê çêdikin. 
 
16.18 - AHMET TURK SERDANA SEMSÛRÊ KIR 
 
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê. Di serdanê de mexdûrên erdhejê wiha got: “Bila dewlet ji navberê derkeve, gel dizane dê çawa rabe ser pêyan. Heke dewlet xwe ji navberê vekişîne dê gel hev bigire û tevî her tiştî rabe ser pêyan.” 
 
16.03 - Serokkomar Erdogan li Amedê ragihand ku ji ber erdhejê heta havînê navber dane perwedehiya li zanîngehan û dê perwerdehî bi online bê dayîn. 
 
15.49 - PISPORÊ JAPONÎ: LI TIRKIYEYÊ AVAHÎ SEXTE TÊN ÇÊKIRIN
 
Pisporê erdhejê yê japonî Yoshinori Moriwaki diyar kir ku avahiyên li Tirkiyeyê ne li gorî Rêziknameya Erdhejê ya Avahiyan tên çêkirin û got: “Li Tirkiyeyê avahî bêdestûr tên çêkirin, malzeme tên dizîn û kontrol nayê kirin, lewma bi temamî hildiweşin.”
 
15.26 - Li Rihaya ku ji erdhejên li Mereşê çêbûyî bandor bû, têkildarî avahiyên hatin hilweşandin 8 kes hatin binçavkirin. 
 
15.21 - Serokê Odeya Bijîşkan a Edeneyê Selahattîn Menteş da zanîn ku di encama erdhejê de li Edeneyê nêzî 500 kesan jiyana xwe ji  dest dane û 7 hezar û 500 birîndar jî li nexweşxaneyan tên tedawîkirin. 
 
15.16 - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Serhat Eren diyar kir ku xebatên rakirina xerabeyan zirarê dide yekparetiya laşê mirovan û wiha got: “Divê ev xebat bên sekinandin. Hêj niha jî bi sedhezaran mirov di bin xerabeyan de ne. Ev ecele ya çi ye?” 
 
15.13 - Li Semsûra ku erdhejê weran kir, li gorî agahiyên xebatkarên nexweşxaneyê û goristanê dane, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezaran derbas bû. 
 
14.55 - HEJMARA QURBANIYAN GIHÎŞT 21 HEZAR Û 43 KESAN
 
Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan li herêma erdhejê Amedê bîlançoya qurbanî û birîndaran eşkere kir. Erdogan daxuyand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 21 hezar û 43 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 80 hezar û 97 kesan. 
 
14.15 - Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama erdheja Mereşê de ku bandor li 10 bajaran kir, 30 hempîşeyên wan jiyana xwe ji dest dane. 
 
14.14 - DAYIKÊN ŞEMIYÊ: DI ERDHEJÊ DE MIRIN NE QEDER E
 
Dayik/Mirovên Şemiyê di daxuyaniya xwe de bi bîr xistin ku di erdheja Golcukê de 5 hezar û 840 kesên jiyana xwe ji dest dayîn winda ne û wiha gotin: “Ji bo heman rewş di erdheja Mereşê de dernekeve divê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir bi baldarî bên kirin. Mirina di erdhejê de ne qeder lê cînayet e.” 
 
13.58 - Jinên ku di çarçoveya kampanyaya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo mexdûrên erdhejê daye destpêkirin de xwe bi rêxistin kirin, li tenûran dest bi pehtina nan kirin. Jinên ku ji roja ewil a erdhejê ve nan dipêjin bi hezaran nanên pehtine gihandin mexdûrên erdhejê. 
 
13.58 - Li Îdirê Deriyê Sînor ê Alîcan ku di navbera Tirkiyeyê û Ermenistanê de ye piştî 30 salan ji bo alîkariya ji mexdûrên erdhejê re bê şandin, hat vekirin. 
 
13.37 - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmên erdhejê berdewam in. Bi hezaran mirov di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Li gorî daneyên dawî, heta niha 20 hezar û 665 kesan jiyana xwe ji dest dane, 80 hezar û 88 kes jî birîndar bûne. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin roj bi roj zêdetir dibe. Tevî vê yekê jî çapemeniya hawîz berpirsyariya îktîdarê jinedîtî ve tê û maşetên weke “Di dest de jiyan heye” diavêje. 
 
13.20 - JI GUNDÊN SEMSÛRÊ BANGA LEZGÎN
 
Ji gundê Kalburcu yê Semsûrê dilxwazên erhdejê û gundiyan xwe gihand ajansa me û diyar kirin ku tu alîkarî negihîştiye gundên Bûlam û Çêlikan û ragihandin cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tê xwarin.  
 
12.57 - Komeleya di Pergala Înfaza Ceza de Civaka Sivîl (CÎSST) diyar kir ku erdhejê raste rast bandorê li ser 17 hezar û 600 girtî kiriye û bang li Wezareta Dadê kir ku demildest têkildarî rewşa girtîgehan û girtiyan agahî bide. 
 
12.18 - Cenazeyê keça Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Eylem Şafak Aydin a li Hatayê di bin kavilan de mabû serê vê sibehê ji bin kavilan hate derxistin. 
 
12.08 - Abdullah Koç ê HDP’î diyar kir ku cenazeyên li herêma Semsûrê bi kemçeyan tên derxistin û wiha bertek nîşan da: “Bi kemçeyan derxistina cenazeyan, cînayet e.” 
 
11.55 - LI AMEDÊ HEJMARA QURBANIYAN GIHÎŞT 281 KESÎ
 
Yek ji bajarên ku erdhejê bandora xwe lê kir jî Amed e. Li Amedê bi tevî qurbanî û birîndarên vê sibehê ji binê xirbeyan derxistin hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşt 902 kesan. Ji birîndaran 796 kes ji nexweşxaneyan hatin derxistin û tedawiya 105 kesan jî berdewam dike. Ji birîndaran tedawiya 42 kesan li unîteyên nihêrîna awarte didome. 
 
11.54 - ÎTO’yê maseya krîzê ava kir û heta niha 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandine Semsûr û Hatayê. Xwendekarên ku di maseya krîzê de cih digirin, dan zanîn ku heta birînên gel tên cebirandin dê di nava xebatan de cih bigirin. 
 
11.41 - Welatiya bi navê Dîlek Karaca ku ji bo wergirtina cenazeyên xizmên xwe li ser kavilê avahî yê li Taxa Nû ku komên dilxwaz lê xebatan dimeşînin disekine wiha got: “Zarokên min di hundir de ne. Êdî bes e. Cenazeyên me ji wir derxînin.” 
 
11.36 - Walî Mehmûd Çuhadar ê bi gelê ku rayedarên li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nedikirin şermezar kirin re keniya, piştî 3 rojan sersaxî xwest. 
 
11.36 - MEREŞIYÊN LI EWROPAYÊ SEFERBERÎ DAN DESTPÊKIRIN
 
Welatiyên ji Mereşê yên li Ewopayê dijîn diyar kirin ku ji bo ew birînên xelkê xwe bûne mexdûrên erdhejê bipêçin seferberiya piştevaniyê û alîkariyê dane destpêkirin û gotin: “Em ê xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajarê xwe ava bikin.” 
 
11.18 - Welatiyê Taxa Xolto ya li quntarê Amanosan ku ji erdhejê rizgar bûbûn, diyar kirin ku hewcehiya wan herî zêde bi kon û avê heye. Welatiyan got ku alîkarî 4 roj piştî erdhejê hatine taxa wan lê tenê li endamên AKP’ê tên belavkirin. 
 
11.08 - Xeta fayê ji Taxa Sulumagara ya navçeya Islehiyeyê re derbas dibe û welatî li ber sermayê dimînin. Welatiyan banga kon, komir, sobe û êzingan kirin. 
 
11.08 - Li gundê Nergele yê Elbistanê Kutsiye Çakmak a ku dayik û birayê wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane got: “Di bin kavilan de min ji wan re got hinek din jî li ber xwe bidin lê makîneyên kar nehatin.” 
 
10.44 - Endamê Koordînasyona Erdhejê yê HDP yê Herêma Marmarayê Cengîz Topbaşli, diyar kir ku tevî polîtîkayên desthilatê yên cihekariyê yên 20 salan di dîmenên di erdehejê de derket holê ku çanda piştevaniyê berdewam dike û got: “Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye.”
 
10.29 - Rêxistinên civaka sivîl, KHK’î û Rêxistina HDP’a Bajar ku piştî erdhejê li Êlihê ketin nava liv û tevgerê, bi tevlibûna sedan kesên dixwaz li herêmên erdhejê tev li xebatan bûn. Heta niha 20 TIR’ên erzaq şandine herêmên erdhejê. 
 
10.09 - Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan diyar kir ku li Semsûrê cenazeyên gelek qurbaniyan bêyî ku were tomarkirin ji aliyê malbatên wan ve tên veşartin. 
 
10.05 - Parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier û Hasan Ozguneş ên li Meletiyê serdana gundên ku hilweşiyane kirin dan zanîn ku piştî erdhejê pirsgirêka herî bingehîn ew e ku dewletê amûr û derfetên xwe nexistiye dewrê. 
 
10.05 - YÊN KU DIKETIN SÛRIYEYÊ NIKARIN XWE BIGIHÎNIN GUNDÊN ERDHEJÊ 
 
Zekî Tombak ê HDK’î diyar kir ku îktîdarê “dojeha bazara derqanûnî” afirandiye û wiha got: “Feraseteke rêvebirinê ya ku bi tu awayî berpirsyariyê li xwe nagire heye. Îktîdara AKP-MHP’ê ku digot; ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarî 2 rojan xwe bigihînin navçeya Antakyayê.” 
 
09:33 - Li Nûrheqê ku rêya wê du rojan piştî erdhejê hatibû vekirin, ji ber ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dereng dest pê kirin, herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
09:19 - PIRA NAVBERA BOTAN Û HERÊMÊN ERDHEJÊ
 
Li Botanê yek ji şaredariyên ku qeyûm nehatiye tayinkirin Şaredariya Silopiya ye û ji her gund, tax, bajarok û navçeyan alîkariyên ku tên berhevkirin û radestî şaredariyê tên kirin û bo herêmên erdhejê tên şandin. Hevşaredar Adalet Fîdan got ew dixwazin bibin pira piştevaniyê ya navbera Botanê û herêmên erdhejê. 
 
08:57 - HEJMARA QURBANIYAN GIHÎŞT 20 HEZAR Û 318 KESAN 
 
Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 20 hezar û 318’an. Li gorî daxuyaniya AFAD’ê piştî erdhejên navenda wan Mereş, Bazarcix û Elbistan 1700 erdhejok çêbûne. 
 
08:50 - PIŞTÎ 122 SAETAN JI BIN XIRBE HAT DERXISTIN 
 
 Li Ameda ku ji erdheja navenda wê Mereşê bandor bû, xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan a ji bin xirbeyên avahiyan berdewam dike. Piştî 122 saetan ji kavilê Apartmana Sozel a Taxa Kooperatîfler a semsa Ofîsa navçeya Bajarênû yê Amedê jineke bi navê Maşallah Çîçek a 55 salî hat xelaskirin.
 
02:28- Wezîrê Dadê Bekir Bozdag li Amedê dema dixwest biçe cihê kavilan, ji hêla gel ve hate ptotestokirin û gel got; “Dewlet tune bû.” Li ser bertekan, Bozdag nekarî biçe cihê kavilan. 
 
01:55- Di encama erdheja Mereşê de li Xarpêtê jî xesar gihişt gelek avahiyan. Hilweşandina avahiyên bixesar a li bajêr dest pê kir.
 
00:58 - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û şandeya pêre Semsûrê çûn serdana mexdûrên erdhejê.
 

Sernavên din

14/02/2023
18:23 Tenduristkara li herêma erdhejê: Bila Serokkomar bê vir
18:18 Baroya Êlihê giliyê berpirsên erdhejê kir
16:59 Li Meletiyê sîteya bixesar hate hilweşandin
16:58 ‘Bila girtî û malbatên xwe yên li herêmên erdhejê agahî ji hev bigirin’
16:58 26 fezlekeyên parêzbendiyê ji Meclisê re hatin şandin
16:43 UNÎCEF: Li Tirkiye û Sûriyeyê erdhejê bandor li 7milyon zarokan kir
16:35 Li Samandagê pirsgirêka hewînê: Di konteynirê de 35 kes dimînin
16:11 Li Rihayê welatî di konan de dimînin: Rewşa me rewşa şerpezebûnê ye
16:08 ‘Li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê girtî terkî mirinê tên kirin’
15:56 Serokê MUSÎAD’ê yê berê Poyraz hate binçavkirin
15:55 Koordînasyona li Şirnexê banga piştevaniyê kir
15:48 Cara ewil HDP’ê xwe gihand gundên Battalgaziyê
15:39 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir: Em ê hemû bi hev re birînên xwe bipêçin
15:26 HDP’ê giliyê berpirsyarên hilweşînê kir
14:43 Stûnên avahiya ku bû gora 50 kesan ji bo eywana sporê hatine birîn!
14:41 Endamê OHD’ê parêzer Serhan Ozdemîr jî bû qurbaniyê erdhejê
14:40 Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e
14:24 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan
14:22 Rapora pêşenirxandin a avahiyên hilweşiyayîn hate eşkerekirin
13:48 Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin
13:46 Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne!
13:42 Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir heye
13:33 Xwendekarên ji KYK’ê hatin derxistin: Krîzê bi krîzeke din vedişêrin lê ev tiştekî bi aqilane nîne
13:22 Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê: Bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin
13:14 AKP di bin kavilan de ma: Bacên erdhejê bo rantê û alîgiran çûn
13:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 Leşkeran tundî li penaberê ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest kir
12:59 Bîlançoya 24 saetên dawî nehat parvekirin
12:18 Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn
12:05 Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye
12:00 Li Amedê avahiya ku hat valakirin, hilweşiya
11:38 Hevserokên KNK'ê: Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmrali ye
11:22 Li Semsûrê dilxwazan bajarek ji konan ava kir û birînên mexdûran dipêçin
11:20 Gureşçî yê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate veşartin
10:28 Ji bin kavila Serîn 2’yê cenazeyê du kesan hate derxistin
10:20 Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin
10:18 Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin
10:12 Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin
10:09 Gundê ku 120 kesan lê jiyana xwe ji dest da ji holê rabû!
09:51 4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan
09:30 AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest
09:14 Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv
09:03 Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn
09:02 Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023''YAN
08:45 Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne
08:40 Li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin bidawîkirin
00:57 Di Sîteya Yagmûrê de 17 kes di bin kavil de ne
13/02/2023
23:38 Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin
23:05 Polîsan li Colemêrgê wesayîta alîkariyê asteng kir
22:08 Li gundên Mereşê goristan jî xera bûne!
21:57 ‘Ji ber efûya îmarê keyfa me hat lê em ji canê xwe jî ji xaniyê xwe jî bûn’
21:17 Endamên Yekîtiya Karker û Kedkaran hatin binçavkirin
20:53 Mutehitê Apartmana Erdogan hate girtin
20:49 7 girtiyên ku bi hinceta serî rakirine hatin îşkencekirin, hatin sewqkirin
20:40 Li Amedê avahiyên li ber hilweşandinê hatin valakirin
20:34 Rapor tespîtkirina xesarê ya wezaretê: 33 hezar û 143 avahî pir xesar dîtine
20:18 'Bavê min heya roja 3'yan jî sax bû, roja 4'an ew derxistin'
20:16 HDP’ê têkildarî dîmenên îşkenceyê yên li herêma erdhejê gilî kir
19:59 Li Botanê 7 cenazeyên din hatin definkirin
19:26 Li Hatayê mutehitê avahiya hilweşiyayî hate binçavkirin
19:16 30 konteynerên ku ji aliyê HDP'ê ve ji bo herêma erdhejê hatin şandin hatin desteserkirin
18:45 Baroya Rihayê giliyê Umît Ozdag kir
18:41 Xelkê Nûrdaxiyê bajêr di terikîne
18:17 HDP’iyên kum zer li qadên kavila ne
17:59 Li Şirnexê gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
17:09 Ji HDP'iyan serdana şînê
17:06 Ji rojnamegerên girtî peyama erdhejê
17:06 Meclisa Ciwanan a HDP'ê li Meletiyê kon danîn
16:53 Li Edene û Osmaniyeyê kavilên avahiyan tên rakirin
16:37 Ne mirin ne wêranî ne xema wan e!
16:20 Tenduristkaran li bloka nehilweşiyayî ya nexweşxaneyê dixebitînin
16:15 Sancar biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê bi bîr xist: Divê îktîdar vê serdema şer bi dawî bike
16:14 Li Hatayê grûbên nijadperest bi çekan digerin: Mexdûr û dilxwaz di hedefê de ne
16:14 Odeya Mîmaran: Rêziknameya erdhejê nehatiye pêkanîn
15:44 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dan: We mala me xera kir
15:00 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kir
15:00 Li Amedê wargehên KYK'ê bi darê zorê tên valakirin
14:52 Di dema sewqkirina girtiyan de ferzkirina lêgerîna tazî
14:38 Zaroka xwe winda kir, destê hevjînê wê hat birîn: Bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin
14:37 Li Amedê welatî li ber deriyên morgan li benda cenazeyan in
14:37 Kompleksa sporê ku mexdûrên erdhejê lê ne, ji ber şewba guriyê hat valakirin!
14:10 Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin: Li taxekê dê 60 avahî bên mohrkirin
14:02 Leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin li ser wezîfeya xwe ne
13:25 Keya bertek nîşanî nelirêtiya di tespîtkirina xesarê da, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin
13:04 Dozger ji bin kavilan derxistin û çûn!
12:24 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 31 hezar û 643’yan
12:02 Tê gotin ku maliyeta aborî ya erdhejê 100 milyar dolar e
11:45 Dilxwazên erdhejê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe
11:27 ‘Îktidar hewl dide li ser qurbaniyên me rantê bi dest bixe’
11:22 Gef li parêzerên ku qetilkirina Gureşçî lêkolîn kirin hatin xwarin
11:16 Li Wêranşarê xaniyên saxlem nemane
11:08 ‘Divê ji fikarên girtî û malbatan re bibin bersiv’
10:38 MA li gundên Meletiyê ye: Bi torpîlê konan belav dikin
10:37 Rojnamevanan tiştên li Hatayê qewimîn vegotin: Cihên ku alîkarî negihiştinê hene
10:24 Mal lê wêran bû, dewlet jê re alîkar nebû: Di gomê de dijîn
10:06 20 kes di konek dabeşkirî de dimînin: Zarok nexweş ketine
09:56 Li Islehiyeyê kes ji gotinên Erdogan bawer nîne: Mexdûrên erdhejê navçeyê diterikînin
09:55 ‘Ji ber ku analîza avahiyan nayê kirin em îro di vî halî de ne’
09:37 Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin BLOGA ZINDÎ