Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan

  • rojane
  • 22:30 10 Sibat 2023
  • |
img
 
SEMSÛR/MELETÎ - Gundên Semsûrê di bin berfê de ma ne û ji ber hezazê bi sedema erdhejê çêbûn, ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihînê. 
 
Yek ji bajarên ku erdhejê bandoreke giran li ser kirî jî Semsûr e. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê her çende ku kêm jî be bedewam dikin. Rêyên gelek gundên girêdayî Semsûrê hatine girtin û kesek nikare xwe bigihîne wan. Di demen berê de di navbera Semsûr -Çêlikanê de gelek pir hilweşiya bûn û piştre rê hatibûn tijekirin û hatin û çûn dest pê kiribûn. Lê îro pireke din dîsa hilweşiya û rê li ber hatin û çûnê hate girtin. Kesên dixwazin xwe bigihînin Çêlikanê, xwe  li ser Sergolanê û bajarokên Erkeneke-Kurucuova yên Meletiyê digihînin navçeyê. Li ser rêyê gelek dever qelişî ne û Tunêla Erkenekê ya di sala 2017’an de hatiye vekirin û di erdhejê de ziyan gihiştibûyê jî tenê aliyekê wê tê bikaranîn. 
 
FIKARÊN LI ÇELÎKANÊ DIDOMIN 
 
Li navçeya Çêlikanê xesareke mezin çênebûye û hat gotin ku tenê kesekê di bin xerabeyan de ma ye jiyana xwe ji dest da. Gelemperiya banên avahiyan tebiqîne. Gelek TIR’ên alîkariyê gihiştine navçeyê. Şêniyên navçeyê jî ji ber xesara gihiştiye malên wan, bifikar in. Ji şêniyên bajar Firat Unal da zanîn ku kolanên avahiyên wan derizî ne û şêniyên gund li derve dimînin. Unal, da zanîn ku hewcehiya wan bi konan heye û fikarên wan didomin. 
 
NIKARIN XWE BIGIHÎNIN GUNDÊN ÇIYAYΠ
 
Rêyên gundên çiyayî yên girêdayî Çêlikanê ji ber hezaz û berfê hatine girtin. Hat ragihandin ku gundên rêyên wan hatine girtin rûxiya ne. Lê belê têkildarî texrîbata li gundan tu agahî nayên bidestxistin. Efserekî cendirmeyan got ku bi helîkopteran erzaq bo gundiyan birine û Navenda Krîzan a ji hêla HDP, DBP û rêxistinên civaka sivîl ve hatine avakirin jî dan zanîn ku li gundan gelek avahî hilweşîn e. 
 
GUNDÊ HILWEŞIYAYÎ DI BIN BERFÊ DE MA YE
 
Bajarokê Erkenek ê girêdayî navçeya Wêranşar a Meletiyê jî ji ber erdhejê rûxiya. Li gorî agahiyan, i li navenda Erkenekê ku berfeke zêde lê bariyaye, di encama erdhejê de 70 kesan jiyana xwe ji dest dane. Welatiyan got ku wan bi derfetên xwe kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji bin kavilan derxistine û hêj gelek kes di bin kavilan de ne. Ji şêniyên bajarokê Esat Beydogan têkildarî mijarê ev agahî dan: “Nêzî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan. Malên me di halekî perîşe de ne. Gelek sewalên me di bin xerabeyan de ne. Alîkarî ji me re tên. Bila ji deverên ku hewcehiya wan pê heye re bişînin. Li vir pêdiviya me pê nîne. Li gorî texmîna me 4 kes di bin kavilan de ne. Gelemperiya cenazeyan me bi derfetên xwe derxistin.” 
 
DEWLETÊ TIŞTEK NEKIR
 
Hat ragihandin kul i gundê Kurucuova yê Wêranşarê jî nêzî 70 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gund rûxîneke mezin çêbûye. Ji şêniyên gund Îbrahîm Bîşîk got ku gelek kes birîndar bûne û wiha domand: “Ji ber alîkariyan, spasiya her kesî dikim. Xwedê ji gelê me razî be. Dewletê tu tiştek nekir. Em di bin berfê de ne. Ne av, ne ceyran heye. Em hewl didin telefonên xwe di wesayîtan de şarj bikin. Çend mixabin ku rewşa me ev e.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

14/02/2023
18:23 Tenduristkara li herêma erdhejê: Bila Serokkomar bê vir
18:18 Baroya Êlihê giliyê berpirsên erdhejê kir
16:59 Li Meletiyê sîteya bixesar hate hilweşandin
16:58 ‘Bila girtî û malbatên xwe yên li herêmên erdhejê agahî ji hev bigirin’
16:58 26 fezlekeyên parêzbendiyê ji Meclisê re hatin şandin
16:43 UNÎCEF: Li Tirkiye û Sûriyeyê erdhejê bandor li 7milyon zarokan kir
16:35 Li Samandagê pirsgirêka hewînê: Di konteynirê de 35 kes dimînin
16:11 Li Rihayê welatî di konan de dimînin: Rewşa me rewşa şerpezebûnê ye
16:08 ‘Li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê girtî terkî mirinê tên kirin’
15:56 Serokê MUSÎAD’ê yê berê Poyraz hate binçavkirin
15:55 Koordînasyona li Şirnexê banga piştevaniyê kir
15:48 Cara ewil HDP’ê xwe gihand gundên Battalgaziyê
15:39 Sancar serdana mexdûrên erdhejê kir: Em ê hemû bi hev re birînên xwe bipêçin
15:26 HDP’ê giliyê berpirsyarên hilweşînê kir
14:43 Stûnên avahiya ku bû gora 50 kesan ji bo eywana sporê hatine birîn!
14:41 Endamê OHD’ê parêzer Serhan Ozdemîr jî bû qurbaniyê erdhejê
14:40 Sancar li Meletiyê ye: Her kavilek cihê sûc e
14:24 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 31 hezar û 974 kesan
14:22 Rapora pêşenirxandin a avahiyên hilweşiyayîn hate eşkerekirin
13:48 Bahçelî 9 roj piştre xuya kir û weke her carê dîsa gef xwarin
13:46 Li Amedê 20 avahî li ber hilweşînê ne!
13:42 Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê: Pêdivî bi dermanên êşbir heye
13:33 Xwendekarên ji KYK’ê hatin derxistin: Krîzê bi krîzeke din vedişêrin lê ev tiştekî bi aqilane nîne
13:22 Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê: Bila çekên kîmyewî bên lêkolînkirin
13:14 AKP di bin kavilan de ma: Bacên erdhejê bo rantê û alîgiran çûn
13:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 Leşkeran tundî li penaberê ji bo zarokên xwe yên di bin kavilan de alîkarî xwest kir
12:59 Bîlançoya 24 saetên dawî nehat parvekirin
12:18 Hiqûqnas li dijî îşkenceyê diçin herêma erdhejê: Bi OHAL’ê re zêde bûn
12:05 Ciwanê li Bazarcixê bi dilxwazî dixebitî: Gel tî û birçî ye
12:00 Li Amedê avahiya ku hat valakirin, hilweşiya
11:38 Hevserokên KNK'ê: Mifteya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn Îmrali ye
11:22 Li Semsûrê dilxwazan bajarek ji konan ava kir û birînên mexdûran dipêçin
11:20 Gureşçî yê di binçavan de bi îşkenceyê hate qetilkirin hate veşartin
10:28 Ji bin kavila Serîn 2’yê cenazeyê du kesan hate derxistin
10:20 Piştevaniya Mor li herêma erdhejê ye: Konê piştevaniya jinê ava kirin
10:18 Kedkarên tenduristiyê yên dilxwaz li Bazarcixê gund bi gund digerin
10:12 Kiliçdaroglû: Ji hilbijartinê direvin, divê demildest dîrok bê diyarkirin
10:09 Gundê ku 120 kesan lê jiyana xwe ji dest da ji holê rabû!
09:51 4 roj li benda rizgarkirinê man, lê qerisîn û canê xwe ji dest dan
09:30 AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest
09:14 Hevalê Bubo Taş ê têkoşînê: Li dijî rehawetê bû bersiv
09:03 Êzidiyên Şengalê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bûn
09:02 Emekçî: Sekn û berxwedana Ocalan komployê pûç kir
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2023''YAN
08:45 Roja 9’emîn a erdhejê: Xetereya şewbê belav dibe, xelk bajarên xwe diterikîne
08:40 Li Edeneyê xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin bidawîkirin
00:57 Di Sîteya Yagmûrê de 17 kes di bin kavil de ne
13/02/2023
23:38 Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hate avakirin
23:05 Polîsan li Colemêrgê wesayîta alîkariyê asteng kir
22:08 Li gundên Mereşê goristan jî xera bûne!
21:57 ‘Ji ber efûya îmarê keyfa me hat lê em ji canê xwe jî ji xaniyê xwe jî bûn’
21:17 Endamên Yekîtiya Karker û Kedkaran hatin binçavkirin
20:53 Mutehitê Apartmana Erdogan hate girtin
20:49 7 girtiyên ku bi hinceta serî rakirine hatin îşkencekirin, hatin sewqkirin
20:40 Li Amedê avahiyên li ber hilweşandinê hatin valakirin
20:34 Rapor tespîtkirina xesarê ya wezaretê: 33 hezar û 143 avahî pir xesar dîtine
20:18 'Bavê min heya roja 3'yan jî sax bû, roja 4'an ew derxistin'
20:16 HDP’ê têkildarî dîmenên îşkenceyê yên li herêma erdhejê gilî kir
19:59 Li Botanê 7 cenazeyên din hatin definkirin
19:26 Li Hatayê mutehitê avahiya hilweşiyayî hate binçavkirin
19:16 30 konteynerên ku ji aliyê HDP'ê ve ji bo herêma erdhejê hatin şandin hatin desteserkirin
18:45 Baroya Rihayê giliyê Umît Ozdag kir
18:41 Xelkê Nûrdaxiyê bajêr di terikîne
18:17 HDP’iyên kum zer li qadên kavila ne
17:59 Li Şirnexê gelek herêm ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
17:09 Ji HDP'iyan serdana şînê
17:06 Ji rojnamegerên girtî peyama erdhejê
17:06 Meclisa Ciwanan a HDP'ê li Meletiyê kon danîn
16:53 Li Edene û Osmaniyeyê kavilên avahiyan tên rakirin
16:37 Ne mirin ne wêranî ne xema wan e!
16:20 Tenduristkaran li bloka nehilweşiyayî ya nexweşxaneyê dixebitînin
16:15 Sancar biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê bi bîr xist: Divê îktîdar vê serdema şer bi dawî bike
16:14 Li Hatayê grûbên nijadperest bi çekan digerin: Mexdûr û dilxwaz di hedefê de ne
16:14 Odeya Mîmaran: Rêziknameya erdhejê nehatiye pêkanîn
15:44 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dan: We mala me xera kir
15:00 Li Semsûrê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 8 hezarî derbas kir
15:00 Li Amedê wargehên KYK'ê bi darê zorê tên valakirin
14:52 Di dema sewqkirina girtiyan de ferzkirina lêgerîna tazî
14:38 Zaroka xwe winda kir, destê hevjînê wê hat birîn: Bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin
14:37 Li Amedê welatî li ber deriyên morgan li benda cenazeyan in
14:37 Kompleksa sporê ku mexdûrên erdhejê lê ne, ji ber şewba guriyê hat valakirin!
14:10 Li Amedê avahiyên xesardîtî tên valakirin: Li taxekê dê 60 avahî bên mohrkirin
14:02 Leşkerên ku Gureşçî bi îşkenceyê kuştin li ser wezîfeya xwe ne
13:25 Keya bertek nîşanî nelirêtiya di tespîtkirina xesarê da, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin
13:04 Dozger ji bin kavilan derxistin û çûn!
12:24 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 31 hezar û 643’yan
12:02 Tê gotin ku maliyeta aborî ya erdhejê 100 milyar dolar e
11:45 Dilxwazên erdhejê: Pêvajoyeke dirêj li pêşiya me ye divê piştevanî mezintir bibe
11:27 ‘Îktidar hewl dide li ser qurbaniyên me rantê bi dest bixe’
11:22 Gef li parêzerên ku qetilkirina Gureşçî lêkolîn kirin hatin xwarin
11:16 Li Wêranşarê xaniyên saxlem nemane
11:08 ‘Divê ji fikarên girtî û malbatan re bibin bersiv’
10:38 MA li gundên Meletiyê ye: Bi torpîlê konan belav dikin
10:37 Rojnamevanan tiştên li Hatayê qewimîn vegotin: Cihên ku alîkarî negihiştinê hene
10:24 Mal lê wêran bû, dewlet jê re alîkar nebû: Di gomê de dijîn
10:06 20 kes di konek dabeşkirî de dimînin: Zarok nexweş ketine
09:56 Li Islehiyeyê kes ji gotinên Erdogan bawer nîne: Mexdûrên erdhejê navçeyê diterikînin
09:55 ‘Ji ber ku analîza avahiyan nayê kirin em îro di vî halî de ne’
09:37 Roja 8’emîn a erdhejê: Malbat bi xemgînî li ber kavilan disekinin BLOGA ZINDÎ