Li Çûkûrovayê rewşa erdhejê: Dewlet tune ye

img

HATAY - Ji ber erdhejê li bajarên herêma Çûkûrovayê jî gelek avahî hilweşiyane. Xelkê hêrêmê li derve şeva xwe derbas kir. Tîmên lêgerîn û rizgariyê bi awayek têrkirî hê jî neçûne bajaran û xelk bi derfetên xwe hewl dide welatiyan ji bin kavilan derxe. 

 
Erdhejên ku navenda wê Mereş û Dîlok e, li bajarên Amed, Riha, Meletî, Osmaniye, Mêrdîn, Edene, Hatay û Semsûrê rê li ber karesatên mezin vekiriye. Ji bo rizgarkirina kesên din bin kavilan de mane xebat berdewam dikin. 
 
SÎTEYA 10 BLOKÊN WÊ HENE HILWEŞIYAYE 
 
Yek ji bajarên ku hilweşandin lê qewimî ye Hatay e. Hê jî tîmên lêgerîn û rizgariyê neçûne gelek deverên Hatayê. Tê gotin bi hezaran kes li Hatayê di bin kavilan de mane. Bi deh hezaran xelkê Hatayê û navçeyên wê şeva xwe li derve derbas kirin. 
 
Seroka Belediyesporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Hatayê ya berê Zekiye Yîgîtbaşi beşdarî televîzyonekê bû û ragihand ku li li bajêr sîteyek 10 blokên wê hene hilweşiyaye û bi hezaran kes canê xwe ji dest dane û ew wek her demê hatine terkirin û got: “Ne AFAD ne jî dewlet û tu kes nîne.” 
 
4 KES JI BIN KAVILAN HATIN DERXISTIN  
 
Hin tîm xwe gihandine navçeya Îskenderûnê û li 3 avahiyên hilweşiyane xebatê dikin û ji bin kavilan yek jê zarok 4 kes hema bêje piştî 24 saetan birîndar hatin derxistin. Saet li 03.35 li avahiya Reşît, Mehmet û Hakan Yilmaz Çagan ên birayê hev hatin derxistin. Her wiha tîmên rizgariyê li avahiya Yalim a 5 qatî Kubilay Ozer a 26 salî û li avahiya Akgul jî Nejla Baygul di heman saetan de derxistin. 
 
EDENE ŞEVA XWE LI DERVE DERBAS KIR 
 
Li Edeneyê jî li 11 avahiyan xesar çêbûye. Heta niha li Edeneyê 50 kesî canê xwe ji dest daye. Xelkê Edeneyê şeva xwe li derve derbas kir. 
 
DAXWAZA SEROKATIYA DAÎREYA ERDHEJÊ HAT REDKIRIN 
 
Serokê Odeya Endezyarên Înşaetê ya Şaxa Edeneyê Hasan Aksungur destnîşan kir ku divê rayedar xebatên tesbîtkirinê bi lez bikin û xebatên nûjenkirinê bidin destpêkirin. 
 
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekitiya Odeyên Endeyzar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Edeneyê Ahmet Uncu jî destnîşan kir ku wan pêşniyaza divê Serokatiya Daîreyê ya Erdhejê bê avakirin û envantera avahiyê li bajêr bê derxistin kirine û ev pêşniyaza wan ji aliyê endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê yên AKP’yî û MHP’yî ve hatiye redkirin. Uncu got: “Gunehê xelkê di stûyê AKP-MHP’ê de ye.” 
 
GELEK TÎM DIÇIN HERÊMÊN ERDHEJÊ 
 
Gelek tîmên ji derveyî welat û ji hundirê welat hatin Edeneyê, derbasî herêmên erdhejê bûn. 
 
LI OSMANIYEYÊ 131 KES MIRIN E 
 
Yek ji bajarên di bin tesîra erdhejê de maye Osmaniye ye. Li gorî daxuyaniya dawî ya Walîtiya Osmaniyeyê hat diyarkirin ku 131 kesî jiyana xwe ji dest dane û bi sedan avahî hilweşaiyan .e Li avahiyên hilweşiyayî xebata lêgerîn û rizgarkirina welatiyan didome. 
 
SANCAR DERBASÎ HERÊMA ERDHEJÊ DIBE 
 
Li aliyê din Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re dê li Edeneyê serdanên herêmên erdhejê bike. 
 
RÊYÊN ISLAHIYEYÊ HATINE GIRTIN 
 
Li navçeya Islahiyeyê ya Dîlokê jî her ku diçe bilançoya erdhejê giran dibe û dijwariya hilweşandinê xwe nîşan dide. Tê gotin ji sedî 80 navçeyê hilweşiyeya û xesar dîtiye. Hê jî tîmên rizgariyê nehatine navçeyê. Hê jî xwegihandina navçeyê zor e. Welatiyên navçeyê bi derfetên xwe di bin kavilan de xebata lêgerîn û rizgarkirina welatiyan didomînin. 
 

Sernavên din

11/02/2023
11:55 Li Amedê hejmara qurbaniyan gihîşt 281 kesan
11:54 ÎTO’yê 9 karavan û 2 kamyonên alavên tibbî şandin herêmên erdhejê
11:41 Li Semsûrê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne: Em cenazeyên xwe dixwazin
11:36 Waliyê ku bi gel keniya bû piştî sê rojan sersaxî xwest
11:36 Komeleyên Mereşê yên li Ewropa: Em xwe bi xwe birînên xwe bipêçin û bajar û gundên xwe ava bikin
11:34 Ji bo du rojan dê li Amedê gaza xwezayî bê kêmkirin
11:18 Şêniyên Taxa Xoltoyê: Ji bilî endamên AKP’ê alîkariyê nadin tu kesî
11:10 'Em ê pêdiviyên banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyan bi cih bînin'
11:08 Li Sulumagarayê ku xeta fayê lê derbas dibe daxwaza ‘kon û sobeyan’
11:08 Di bin kavilan de qerisîn û canê xwe ji dest dan: Me hawar kir lê kes nehat alîkariyê
10:44 ‘Niha li ser navê mirovahiyê dem dema piştevaniyê ye’
10:37 HDP’ê li serdozgeriyê giliyê BTK’ê kir
10:29 Li Êlihê ruhê seferberiyê: KHK’î li qadê ne
10:09 Paylan: Cenaze bêyî werin tomarkirin tên veşartin
10:05 Parlamenterên HDP’ê: Li gundên Meletiyê xelk di rewşek şerpeze de ye
10:05 Yên ku digotin ‘Em ê ji nişka ve bikevin Sûriyeyê’ nekarîn du rojan bikevin Antakyayê
10:02 Kesên Abdullah Ocalan nas kirin: Fikrên wî komplo şikandin
09:48 Roja şeşemîn a erdhejê: Ji bo cihên ku alîkarî negihîştiyê bangên lezgîn tên kirin BLOGA ZINDÎ
09:33 Li Nûrheqa ku du roj piştre rêyên wê vebûn herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:19 Şaredariya Silopiya: Em dixwazin bibin pira piştevaniya navbera Botan û herêmên erdhejê
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2023'YAN
08:57 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 318’an
08:52 Denîz Baykal mir
08:50 Li Amedê piştî 122 saetan jinek sax hat rizgarkirin
02:28 Bozdag li Amedê hate protestokirin û nekarî biçe cihê kavilan
01:55 Li Xarpêtê hilweşandina avahiyên bixesar dest pê kir
01:40 Demîrtaş: Reqemên wan ên erdhejê jî mîna yên pandemiyê derew in
00:58 Şandeya HDP’ê li Semsûrê çû serdana mexdûrên erdhejê
00:22 Gelê Amedê bertek nîşan da, Eronat a AKP’î herêm terk kir
10/02/2023
23:59 Ji bo Rojava û Sûriyeyê kampanyaya alîkariyê
23:58 Hatîmogûllarin ji bo avakirina konbajaran banga lezgîn kir
23:39 HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin
23:09 KNK’ê piştgirî da kampanyaya alîkariyê ya HDP’ê
23:03 Dilxwazan rizgar kir, AFAD’ê wêne kişand
23:00 Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin
22:30 Ji ewil erdhej piştre hezaz: Ev 5 roj in tu kes nikare xwe bigihîne gundan
22:12 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji 20 hezarî derbas bû
22:07 Mizgefta 'restorekirî' ya AKP'ê piştî 800 salî hilweşiya
21:59 AFAD’ê tîmên biyaniyan ên lêgerîn û rizgarkirinê asteng kirin
21:45 AFAD: Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 19 hezar 875’an
21:35 Meclisa Ciwanan a HDP’ê banga piştevaniyê kir
21:25 Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin
21:19 CHP dê civîna xwe ya MYK'ê li herêma erdhejê li dar bixe
21:08 Ji Demîrtaş banga ji bo xurtkirina piştevaniyê
21:07 Tevahiya nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne
20:58 Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir
20:51 Muteahîdê rezîdansa du erdhejê de serobino bû hat binçavkirin
20:48 ‘Dilxwazên AFAD’ê hatin Semsûrê lê li benda fermanê ne!
20:37 12 girtî ji Girtîgeha Turkoglûyê sewqî Eregliyê bûn
20:22 Li Hatayê roja 5'an: Êdî kavil tên rakirin
20:11 Endamên Kaldiraçê yên ji bo herêma erdhejê dixebitiyan hatin derbkirin
20:10 Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye
Sancar: Em piştevaniyê belavtir bikin
20:05 Kesên li Balyanê bi saxî ji kavilan derketin yên mayî rizgar kirin
19:48 6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin
19:26 Di erdhejê de 19 hezar û 388 kesan jiyana xwe ji dest daye
19:22 Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin
19:09 Li Nûrdaxiyê jinek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin
19:04 TIR'ên alîkariyê yên HDP'ê digihên herêma erdhejê
16:58 Me ji Midûrê Tenduristiya Meletiyê pirsa dermanan kir wî bersiva konan da!
16:58 Bi TIR'an tabût sewqî Hatayê tên kirin
16:51 ‘Bila hemû girtiyên li herêma erdhejê bên berdan’
16:43 Dilxwazê AFAD'ê: Divê bajar jinûve vê avakirin
16:33 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me xwest tev li maseya krîzê bibin lê hate redkirin
16:27 Li Hatayê pêdivî bi pêdiviyên bingehîn heye
16:04 Li Licê ku bandor ji erdhejê girt, cihêkariya qeymeqam!
16:03 Li herêmên erdhejê Navenda Koordînasyona Zarokan hat avakirin
16:02 DER-MEZ’ê kampanyaya piştgiriyê ya psîko-sosyal da destpêkirin
15:58 Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li Apartmana Işikê hatin bidawîkirin
15:52 Erdogan bi OHAL’ê gef li mexdûrên erdhejê xwar
15:47 AFAD a kavil ranekir, bexş xwest!
15:44 Tu kes çoltarê Semsûrê napirse: Taxên ku hêj tu kesî xwe negihandinê hene
15:36 Hejmara qurbaniyan gihîşt 18 hezar û 991'ê
15:32 3 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin
15:31 Serokê DÎSÎAD'ê: Divê Deriyê Sînor ê Nisêbînê bê vekirin
15:27 Di Apartmana Yoldaş de nagihin 8 daîreyan
15:11 'Ji bo alîkariyan bila deriyên sînor ên Sûriye û Rojava bên vekirin’
15:06 Rapora kavilan a TMMOB'ê: Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in
15:05 Aktîvîstên TJA’yê: Li herêma erdhejê pêdivî bi biberon û pedê heye
15:04 Rojnameya Xwebûnê şahiya xwe betal kir
14:25 Ji Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê banga lezgîn: Hewceyî bi kon û tîmên tenduristiyê heye
14:21 Gelê Amedê hem birînên xwe hem jî yên cinarên xwe dicebirîne
14:20 Li Galeriayê wêneyê xebata AFAD’ê!
13:55 Welatiyên tev li seferberiyê bûn: Dê îktîdar jî di bin kavilan de bimîne
13:54 Li Amedê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê: Çend roj in tiştek nehatiye kirin
13:48 Partiya Komunîst a Îranê: Alîkariya mexdûrên erdhejê peywîreke enternasyonalîst e
13:32 Xizmên wî di bin kavilan de ne: Li Semsûrê koordînasyon tune ye
13:12 Ji medyaya hawîz mizgîniya ‘OHAL’ê’
13:07 Nûçegihanê me Abdurrahman Gok li herêma erdhejê qeza kir
12:44 Çoltarê Semsûrê: Nîviya bajarokê rûxiyaye, welatiyan 102 kes defin kirin
12:37 162 zarok ji bin kavilan hatin derxistin
12:28 Kenanoglû: Qeder e, qismet e bila kes çîrokan nevebêje
12:26 Mexdûrên li Elbistanê ji bo neqerisin koç dikin
12:07 Rewşa Arsûzê: Li vir herî zêde wesayîtên cenazeyan hene
12:07 Dewlet di bin xerabeyan de ji bo pereyê bankayê seferber bû!
11:37 Li Sergolanê ji ber sermayê qerisîne!
11:26 ‘Divê nijadperestî bê bidawîkirin û hevgirtina di nava gelan de bê hunandin’
11:14 Li Semsûrê cenazeyan bi betaniyan dipêçin û bi komî tên definkirin
11:06 Girtiyan kincên zivistanê ji mexdûrên erdhejê re şandin
11:06 Elbistanî ev 5 roj in bi hêviya agahiyeke baş li ser kavilan disekinin
10:49 Alîgirên St. Pauliyê piştgirî dan piştevaniya Amedsporê