STENBOL - Li Stenbolê piştî pîrozbahiya Newrozê ku bi sed hezaran kes tev li bûn, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meş hat lidarxistin û girse ji qadê derket.
Li Qada Yenîkoyê ya Stenbolê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû. Girseya ku ji qadê derketî, li Yenîkapi û Samatyayê hate gel hev û bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meş li dar xist. Ciwanên hatin derketina Samatyayê jî bi sirûda Çerxa Şoreşê meş li dar xistin.