ENQERE – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got ku piştî cejna Remezanê dibe ku bi serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bînin. Hatîmogullari ji bo serlêdana Îmralî ya heyetê jî wiha got: “Em bang li rayedaran dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari piştî civîna koma partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivand. Tulay Hatîmogullari der barê hevdîtina bi serokkomar Tayyîp Erdogan re axivî û wiha got: “Ji me re hat gotin ku piştî betlaneya cejnê dibe ku hevdîtin pêk were.”
Tulay Hatimoğulları diyar kir ku heta niha ji bo çûyîna Îmraliyê tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn û wiha got: "Em bende bûn di Newrozê hevdîtin pêk bê, lê ev pêk nehat. Em vê daxwaza xwe careke din dubare dikin. Bêguman heyeta me dixwaze biçe giravê û em bang li rayedaran dikin ku di vî warî de peywira xwe bi cih bînin."
'PÊVAJO DEWAM DIKE'
Tulay Hatîmogullari aşkera kir ku ew operasyonan qebûl nakin û wiha got: "Divê li dijî Lihevkirina Bajar doz neyê vekirin. Lihevkirina Bajar, îrade û modeleke jiyanê ya hevpar e ku hemû dînamîkên bajar li hev dicivin. Ev operasyon divê tenê li hemberî Lihevkirina Bajar neyê nirxandin. Em nikarin bibêjin hevdîtinên muzakereyan xitimîne û ji bo vê hêj pir zû ye. Em difikirin ku muzakere û pêvajoya muzakereyê dê bidome. Pirsgirêkên gelekî girîng ên mîna demokratîkbûyîn û pirsgirêka Kurd li holê ne. Ez careke din dixwazim diyar bikim ku divê pêvajo pêş bikeve, muzakereyên li Girava Îmraliyê pêk bên, her wiha şert û mercên fîzîkî yên Abdullah Ocalan bên başkirin û şert û mercên ku ew bi xwe kongreya xwe pêk bîne bên peydakirin. Ji aliyê me ve ev pêvajo hînê dewam dike."