DÊRSÎM - Karkerên ku li Şaredariya Dêrsîmê ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin, bi daxuyaniyekê ji kar derxistin şermezar kirin.
Qeyûmê ku ji bo Şaredariya Dêrsîmê hatibû tayînkirin herî kêm 15 kes ji kar derxist. Karkeran li gel endamên Şaxa Genel Îş a Dêrsim a Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DÎSK) li ser Yeralti Çarşisi daxuyanî dan. Nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Em keda xwe, karê xwe, pêşeroja xwe diparêzin, em karê xwe paşve dixwazin’ û pankartên bi nivîsa ‘Em karê xwe ji nû ve dixwazin’ hildan. Di çalakiya şermezarkirinê de dirûşmên; ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Qeyyûm wê biçin, gel wê bimîne’ hatin berzkirin.
Ji kesên ji kar hatine avêtin Alî Mûkan, Zeynep Kiliç, Yilmazcan Şare û Hidir Yildiz jî gotin ku ev biryar kêfî ye. Karkeran diyar kirin ku heta mafê xwe bistînin wê berxwedana xwe bidomînin.