NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeya DEM Partî û DBP’ê li bajarê Silêmaniyê bi nûnerên Tevgera Goran re hevdîtin pêk anî.
Şandeyek ji Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo hin rêze hevdîtinan çû Herêma Federal a Kurdistanê. Şandeya ku wê bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtinê pêk bîne, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Berdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Amîra Îdarî ya Meclisê Salîha Aydenîz û endama Tevgera Jin Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) Adalet Fîdan cih digirin.
Şandeyê li bajarê Silêmaniyê bi Tevgera Gorran re civînek li dar xist. Civîn li ofîsa Tevgera Gorran a li taxa Kurdsad a li bajarê Silêmaniyeyê pêk hat.
Heyeta Partiya DEM û DBP'ê ji aliyê Serokê Tevgera Gorran Dana Ahmet Mecîd, Serokê Têkiliyên Derve Bextiyar Ewlî, Parlamenterê Herêma Kurdistanê yê Tevgera Goran Ciwanro Mihemed û Parlamentera berê ya Herêma Kurdistanê ya Tevgera Goran Gulistan Seîd ve hat pêşwazîkirin. Hevdîtin bi qasî saetekê dewam kir.
BAYINDIR: EM LI SER PÊVAJOYÊ AXIVÎN
Keskîn Bayindir der barê hevdîtinê de daxuyanî da û wiha got: "Weke ku tê zanîn beriya niha bi demekê me li Sileymaniyê û Hewlêrê civînên gelekî hêja hatin lidarxistin. Lê belê, ji ber ku dema me bi sînor bû, em neçar man zû vegerin. Tevî xwişk û birayên xwe yên di nava Tevgera Goran de me qala pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dewam dike, pêşketinên li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Sûriyeyê kirin. Wan jî em gelekî bi germî pêşwazî kirin û piştgiriya xwe anîn ziman."
TEVGERA GORAN: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ
Parlamenterê Tevgera Goran ê Herêma Federal a Kurdistanê Ciwanro Mihemed diyar kir ku Tevgera Goran piştgiriyê dide pêvajoya li Tirkiyeyê dewam dike û wiha got: "Em piştgiriya xwe ya ji bo her şêwe pêvajoyên ji bo sekinandina rijandina xwînê û wergirtina mafên gelê me hatine destpêkirin, tînin ziman."
HEVDÎTIN WÊ BIDOMIN
Tê payîn ku şandeya DEM Partî û DBP'ê li Silêmaniyeyê bi gelek partî û rêxistinên sivîl re hevdîtinan bike.