NAVENDA NÛÇEYAN - OHD’ê li gelek bajaran çalakî li dar xist û xwest ku biryara der heqê rêveberiya Baroya Stenbolê de were betalkirin û şaredar dîsa vegerin ser karê xwe.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî girtina ji peywirê ya endamên rêveberiya Baroya Stenbolê û lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de li gelek bajaran daxuyanî da. OHD’ê xwest ku biryara têkldarî Baroya Stenbolê were betalkirin û şaredarên ji peywirê hatine girtin dîsa vegerin ser karê xwe.
OHD’ê li gelek bajaran daxuyaniya hevpar da. Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin: "Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê kanûna 2024’an de li Rojava bi êrişeke hewayî hatin qetilkirin. Baroya Stenbolê jî xwest der heqê qetilkirina rojnamegeran de lêpirsîn were destpêkirin. Li ser vê yekê hedef hate girtin, ji bo lijneya rêveber a baroyê ji peywirê were girtin dozname hate amadekirin, di çarçoveya TMK’ê de der heqê endamên lijneya rêveber de lêpirsîn hate vekirin û heta endamên lijneya rêveber Firat Epozdemîr hatibû girtin. Piştre jî di danişîna dozê ya di 21’ê Adara 2025’an de biryara dûrxistina ji peywirê ya Endamên Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê hate dayin.
Di heman dîrokan de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan û Şaredarê Beylîkduzuyê Mûrat Çalik bi hinceta îfadeyên şahidên nepen û îdiayên razber hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. Piştî girtina şaredarên ku bi piraniya îradeya gel hatibûn hilbijartin, Îmamoglû û Çalik ji peywirê hatin dûrxistin, Şahan jî ji peywirê hate girtin û Qeymeqamê Şîşliyê weke qeyûm li şûna wî hate tayînkirin.
Biryarên hatine dayin ne tenê li dijî hilbijartiyan bû, di heman demê de li dijî her nûnerê pîşeya parastinê, li dijî her hilbijêrekî û li dijî mafê darizandina adilane ya her welatiyekî ne. Gotina di dema bûyerên civakî de, hewcedariyeke ji serweriya hiqûqê û berpirsyartiya baroyan a di mijara parastina mafên mirovan e. Hiqûq divê berjewendiyên civakê û wijdana cemaweriyê biparêze. Bikaranîna hiqûqê ya mîna amûrekî ji hêla îktîdarê ve ku mebest dike hevrikên xwe yên siyasî têk bibe, yek ji mezintirîn gefa cidî ya li ser demokrasiyê ye. Ev rewş, rê li ber vedike ku edalet bi destê darazê mîna amûra tolhildanê were bikaranîn.
SEPANÊN HEYÎ MUDAXILEKIRINA MAFÊ BIJARTIN-HILBIJARTINÊ YE
Girtina hilbijartiyan ya bi destê daraza mîna amûrekê tê bikaranîn û bi rêbaza îfadeyên şahidên nepen û aşkera û îdiayên razber, dûrxistina wan a ji peywirê û tayînkirina qeyûman a li şûna wan ku binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye, tê wateya bisînorkirina mafên sereke û azadiyan a bi keyfî. Weke mecbûriyeteke dewleta hiqûqê, divê meqamên darazê serbixwe û bêalî bin. Mudaxileya li dijî Baroya Stenbolê, baweriya bi hiqûqê kêm kiriye, zextê li pîşeya parêzertiyê dike û hewldana ji bo bêbandorkirina meqama parastinê ye. Ev sepan, bi awayekî aşkera mudaxileyeke li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye.”
OHD’ê, da zanîn ku polîtîkayên tayînkirina qeyûmanbinpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye û got: “Domandina van sepanan, nîşaneya israra di neçareseriya pirsgirêkên civakî de ye. Li dijî van biryarên tu aliyeke wan a hiqûqî nîne, divê dev ji van sepanên heyî were berdan û tavilê li rêgezên hiqûqê vegerin.”
BIRYARÊ BETAL BIKIN
OHD’ê, her wiha bang li Wezareta Karên Hundir kir ku tundî û îşkenceya li çalakvanan tên kirin bên bidawîkirin, girtî û binçavkirî bên berdan û der heqê hêzên ewlekariyê yên tundî û îşkence li çalakvanan kirin de lêpirsîn were destpêkirin. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Weke OHD’ê; em dibêjin ku divê nirxên gerdunî yên weke serweriya hiqûqê, bêalîtiya darazê, mafên bijartin û hilbijartinê û rêzgirtina li hemberî mafên sereke û azadiyê bên parastin. Em bang dikin ku biryara der heqê Baroya Stenbolê de tavilê were betalkirin û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û şaredarên din demildest bên berdan û li peywira xwe dîsa vegerin.”
LI GELEK BAJARAN DAXUYANÎ HAT DAYIN
Bi heman boneyê li Amed, Mêrsîn, Mêrdîn û Wanê jî daxuyaniya hevpar hate dayin.