NAVENDA NÛÇEYAN - Protestoya xwendekarên zanîngehê ya li dijî lêpirsîna der heqê ÎBB’ê de îro jî bi meş û boykotkirina dersan domiyan.
Çalakiyên xwendekarên zanîngehên Îzmîrê yên li dijî lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatine destpêkirin, îro jî domiyan. Xwendekaran ders boykot kirin. Xwendekarên li pêşiya Xwaringeha Hejmar 1’ê ya Zanîngeha Egeyê hatin gel hev, pankarta “Zanîngeh li ser pêya ne, di boykota akademîk de ne” hilgirtin. Her wiha bi dirûşmên “Erdoganê bêdîploma” û “AKP a diz û kujer” ber bi qada şahiyê ve meş li dar xistin. Li forum hat lidarxistin û li mûzîkan hat guhdarîkirin. Akademîsyen û xwendekaran jî piştgirî dan boykotê. Xwendekar dê saetên şevê de jî tev li protestoyên li Bornovayê bibin.
Xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylulê jî li hundirê kampusê bi stran û dirûşman proesto kirin. Xwendekaran, piştî meşê forum li dar xistin. Xwendekarên Zanîngeha Demokrasiyê ya Îzmîrê ders boykot kirin.
EDENE
Bi hezaran xwendekarên Zanîngeha Çukurovayê jî ders boykot kirin û li pêşiya fêrxaneyên R1 û R2’yê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştre jî xwendekaran li hundirê kampusê meş li dar xistin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Zanîngeh li ser pêya ne, di bokota akademîk de ne” hate berzkirin.