STENBOL - Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di pîrozbahiya Newroza Stenbolê de axivî û got: “Îro li vî bajarî derbe hate kirin.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê de axivî. Gulistan Sonuk, got ku gelê Kurd bedelên giran daye û wisa xwe gihandiye van rojan û got: “Em ê xwedî li banga birêz Ocalan derkevin û bi hev re jiyaneke wekhev û aştiyane ava bikin. Dê gelê me xwe birêxistinkirinê bihêz bibe û berpirsyartiya xwe ya banga dîrokî pêk bîne. Yên ku hewl didin me û siyaseta me krîmînalîze bikin, bila li vê qadê binêrin. Îro li vî bajarî derbeyek hate kirin. Dema li bajarên Kurdistanê qeyûm dihatin tayînkirin, me digot ‘Heke îro ev der be sibe dê Stenbol û Enqere bin.’ Û îro jî ev pêk hat. Tevî hemû zextan jî gelê Kurd rola xwe ya parastina demokrasiyê pêk anîn. Ev bi tenê bi Kurdan nebe, divê her kes alîkar be.”
Piştî Gulistan Sonukê, hunermend Kadîr Çat derket ser dikê.