STENBOL - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Banga birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê şens e. Vî şensî bi kompasên darazê pûç nekin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di Newroza Stenbolê de axivî. Bakirhan, Bakirhan, diyar kir ku Newroza îsal xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: “Birêz Ocalan, li dijî pergala yekperest û înkarger rêya aştiyê vekir. Birêz Ocalan, li dijî vê pergalê deriyê aştiyê û demokrasiyê vekir. Banga birêz Ocalan 85 milyon hemwelatiyan eleqeder dike. Di Banga Aştî û Civaka Demokratîk de Elewî hene, jin hene, ciwan hene, kedkar, teqawid û bindest hene. Em bi vê bangê re ne.”
'EV STARTEKE E’
Bakirhan, anî ziman ku divê sala 2025’an bibe sala guherînê û wiha domand: “Li Tirkiyeyê ji ewil divê rêveber biguherin. Bi qeyûm, binçavkirin û girtinan û bi xespkirina îradeyê hûn nikarin encamekî bi dest bixin. Ev bang, berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê me. Divê em bêhtir bixebitin, bêhtir têbikoşin û tifaqeke xurtir ava bikin. Têkoşîn neqediyaye. Bi gotina birêz Ocalan ev startek e. Ev destpêkeke û meş dê bidome.”
'KES NIKARE ÎRADEYA 16 MILYON KESAN HEPS BIKE’
Bakirhan, diyar kir ku divê êdî Tirkiye nebe welatê “operasyonan” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê tu kes darazê ji bo hesabpirsîna siyasî weke amûrekê bi kar neyîne. Birêz Îmamoglû hate girtin. Em bi Îmamoglû û hemû kesên bi wî re hatine girtin re ne. Tu kes nikare bi kompas û derbeyên darazê îadeya gel xesp bike. Me gelek ji derbeyên sivîl kişand. Di encama van derbeyên sivîl de Selahattîn, Fîgen, Leyla û Ayşe Gokkan girtî ne Em careke din dibêjin ku em ê li dijî vê derbeya siyasî bisekinin. Ev rê ne tu rê ye. Tirkiye bi derbeya darazê nayê birêvebirin. Bi manîpulasyonan, bi şahidên nepen nabe ku îradeya 16 milyon kesan were hefskirin. Em careke din vê derbeya darazê şermezar dikin û dibêjin ku divê Îmamoglû û hevalên wî bên berdan. Siyaseta operasyonel û endezyariya siyasetê gelek bi Tirkiyeyê da windakirin. Tirkiye di 4-5 rojan de ji sedî 3 hejar bû. Di qada navneteweyî de Tirkiye weke welatekî dijdeokratîk û welatekî qeyûman tayîn dike tê naskirin. Dev ji vê xerabiya li dijî Tirkiyeyê berdin. Ji bo îqbala xwe ya siyasî dev ji bi lîstina îradeya gel berdin.”
BERTEKA JI BO LIHEVKIRINA BAJAR
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser sûcdariya ji ber “Lihevkirina Bajar” û ev tişt anî ziman: “Ma tifaqa Tirkan, Kurdan, Elewiyan, jinan di hilbijartinê de kirin dibe sûc? Em kesên ji vê re dibêjin sûc şermezar dikin. Yên ku dibêjin ‘Kurd nikarin li Wanê birêve bibin, li Sêrtê birêve bibin’ niha jî dibêjin ‘Kurd nikarin li Stenbolê tifaqan çêkin û şaredaran hilbijêrin.’ Em careke din li vê qadê pratîkên ku partiya me hedef digirin, şermezar dikin. Dev ji van pratîk û gotinan berdin. Her wiha li dijî Baroya Stenbolê derbe hate kirin. Îktîdar dibêje ‘ço yê darazê di destê min de ye, kê bixwazim dê bigirim, dozan lê vekim û qeyûman tayîn bikim.’ Ma ewqas hêsan e? Bi xwedîderketina li partiya xwe em dikarin nîşan bidin ku ev yek ewqas hêsan nîne.
‘BANG JI BO TIRKIYEYÊ ŞENS E’
Ji hiqûqa xelet, demokrasî dernakeve. Ji xeletiyê rastî dernakeve. Em bang li hikûmetê dikin ku dev ji vê hiqûqa xelet berde û rêzê ji bo vîna gel bigire. Banga birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê şensek e. Ji bo demokratîkbûnê firsendeke. Birêz Ocalan bi banga xwe ya sedsalê re li dijî vê pergala rizî, vê aboriya têkçûyî û vê pergala ber tunebûnê deriyek vekir û rêyek nîşan da. Vaye em li vir bang li îktîdar û dewletê dikin; guh bidin vê banga sedsalê. Vê firsendê ji bo demokratîkbûnê bi kar bînin. Vê firsendê bi kompasên darazê, bi qeyûman, zextan û bi hewldana bêdengkirina muxalefetê pûç nekin.”