ANTALYA – Di pîrozbahiya Newrozê ya Antalyayê gel li banga ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan xwedî derket. Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç li vir axivî û wiha got: "Pêwîste hikûmet ji bo demokrasiyê gavan biavêje."
Pîrozbahiya Newrozê ya ku li Qada Bajêr a navçeya Kepez a Antalyayê hate lidarxistin bi axaftinan berdewam kir. Di pîrozbahiyê de tevlîbûna zêde ya ciwanan bal kişand. Li qadê bênavber dirûşmeyên; ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.
Di pîrozbahiya ku piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir de Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Antalya Selamî Ozyaşar axivî û wiha got, "Me gelek êş, zilm û zordarî dît. Em dixwazin êdî li welatekî demokratîk bijîn. Em perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê dixwazin. Êdî bes e ji polîtîkayên şer, pevçûn, înkar, zext, zilm, binçavkirin û tayînkirina qeyûman re. Pêvajoyeke nû heye. Niha dema aştî û biratiyê ye." Ozyaşar diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li ber aştiyê vekiriye û di vê navberê de girseyê dirûşma; ‘Bijî Serok Apo’ berz kir. Ozyaşar bertek nîşanî girtina şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da.
Piştre Koma Zarokên Aryen derketin ser dikê û stranên xwe gotin.
'100 SAL IN AGIRÊ NEWROZÊ PÊDIKEVE'
Hevseroka DEM Partiyê ya Antalyayê Evîn Akdogan piştî konserê axivî û wiha got: "Paradîgmaya Birêz Ocalan li hemû erdnîgariyan bûye manîfestoya bindestan. Çakûçê Kawayê Hesinkar û pênûsa birêz Ocalan jî heman tiştî dibêjin. Bijî berxwedana gelê Kurd."
Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû diyar kir ku agirê Newrozê 100 sal in ji bo azadî û aştiyê tê vêxistin û wiha got, "Di sala 2025'an de birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bangek kir. Em jî li vê qadê bang dikin, ji bo afirandina civakeke demokratîk em ê têbikoşin."
DESTKEFTIYÊN KURDAN
Di dawiyê de Wekîlê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç bal kişand ser banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê û wiha got: "Birêz Ocalan tecrîd şikand û 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ragihand. Nûqteya ku em di 52 salan de gihiştinê ew e ku têkoşîna nasname, çand, zimanê zikmakî û azadiyê li Rojhilata Navîn di serdema xwe ya herî xurt de ye. Banga birêz Ocalan di demeke wiha xwedî girîngiyeke mezin e. Îro gelê Kurd bi qasî ku bi hikûmeta Sûriyeyê re li ser şertên wekhev rûnê bûne xwedî hêz. Li dijî barbarên DAÎŞ'ê li ber xwe da. Hezar silav ji Kobanê re. Kobanê tê wateya jiyana Kurdistanê, cihekî ku di dilê her yekî ji me de ye. Serkeftina îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîrokî ye.
DIVÊ HIKÛMET GAV BAVÊJE
Di dema aştiyê de tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin. Dema ku qala çareseriyê tê kirin, divê qeyûm nebin. Yên ku berê digotin 'Kurd nîne, Kurdî nîne' niha radibin dibêjin 'Kurd hene, zimanê Kurdî heye'. Ev yek bi berxwedana kesên ku qadan tijî dikin pêk hat. Hûn bi xêr hatin serdemeke têkoşînê ku em ê destkeftiyên heta niha hatine bidestxistin zêdetir bikin. Em li ser banga birêz Ocalan disekinin. Birêz Ocalan berpirsyarî girt ser milê xwe. Berpirsyariyeke me hemûyan heye ku em aştî û çareseriyê bînin. Rêya xwegihandina veguherîna demokratîk, berfirehkirina siyaseta demokratîk e. Bi misogerkirina dewleta hiqûqê re em dikarin veguherîna demokratîk pêk bînin. Lazim e ev hikûmet ji bo azadî û demokrasiyê gavan biavêje.”
Olûç bertek nîşanî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da. Pîrozbahiya Newrozê bi derketine ser dike ya hunermend Mehmet Çelîk û Sûat Sozdar dewam kir.