STENBOL - Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ji Newroza Stenbolê re peyamek şand û wiha got: "Em gel in, bi mîlyonan kesên tiyê wekhevî û azadiyê ne. Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in."
Di pîrozbahiya Newrozê ya ku sed hezaran li Stenbolê beşdar bûn de peyama Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel hat xwendin. Peyama Ozel wiha ye: "Di rojeke ku pêşeroja Tirkiyeyê û vîna gel ji bo berjewendiyên komek însan di bin dorpêçê de ye, em bi hev re biharê pêşwazî dikin. Darbekarên 19'ê Adarê namzetê me yê Serokkomariyê Ekrem Îmamoglû bi neheqiyek mezin êrîşî demokrasiya me kirin. Di hawireke wiha de germbûna li qada Newrozê hêzê dide Saraçhaneyê û berxwedana li Saraçhaneyê hêzê dide Yenîkapiyê. Zîhniyeta darbeyê wê nikaribe bikeve navbera Kurd û Tirkan, wê nikaribe biratiya me xera bike û hevgirtina me asteng bike. Wê nikaribin govenda me ya hevpar a li qada Newrozê biherimînin!
Wê nikaribin me ji hev cuda bikin! Stenbol bajarê Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî, alîgirên CHP'ê, alîgirên AKP'ê, alîgirên MHP'ê û alîgirên DEM Partiyê ye. Ekrem Îmamoglu şaredar û îradeya 16 milyon Stenboliyan e, bêyî ku partiya siyasî, etnîkî an jî baweriya olî hebe. Îro ne Ekrem Îmamoglû hatiye girtin, Stenbol hatiye girtin. Ti îzaha vê yekê bi qanûnan nîne. Ji bo pêşeroja zarokên me, divê em vê darbeye bi hev re pûç bikin. Dema ez di navbera qada Saraçhane û Çaglayanê ango navbera qada berxwedanê û salonên dadgehê de diçim û têm her ev tê bîra min; bi tena serê xwe rizgarî nîne, yan em hemû bi hev re û yan jî tu yek me.
Em ê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û azad ji bo zarok, ciwan û pêşeroja xwe bi hev re li dijî darbeyê li ber xwe bidin. Em ê bêeman li ber xwe bidin. Em ê darbeyê red bikin, em ê paş ve gav li darbekaran bidin avêtin. Koma ku vîna gel xesp dike ji Kurd, Tirk û Tirkiyeyê mezintir nîn e. Em gel in, bi mîlyonan kesên tiyê wekhevî û azadiyê ne. Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in. Di vê govendê de serokê me Ekrem, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag wê teqez hevalên me yên hilbijartî û dostên me dê cih bigirin. Newroz Pîroz Be"