STENBOL - Newroza biheybet a Stenbolê ku bi beşdariya sed hezaran kesan hat lidarxistin, bi dirûşma “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Li Qada Yenîkoyê ya Stenbolê bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û bi dirûşma “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Piştî axaftinan, hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Piştre jî koma dahol û zirneyê derket ser dikê. Govendên li qadê hatin gerandin rê li ber dîmenên rengîn vekir. Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.