• img

    Sancar: Ger hûn yekîtiyê dixwazin divê hûn muzakereyê qebûl bikin

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku Meclîsa Yekemîn xwedî pir rengî û pir dengî bû û wiha got: "Meclîsa Yekemîn di Destûra Bingehîn a 1921'an de Xweserî di zagonê de bi cih kir û mîsoger kir. Ger ku hûn rizayê dixwazin, yekîtiyê dixwazin wê demê divê hûn muzakereyê qebûl bikin."

  • img

    Karaaslan: AKP sûcê qanûna bingehîn dike

    Hevberdevka Komîsyona Rêveberiya Xwecihî ya HDP’ê Hediye Karaaslan da zanîn ku AKP li dijî şaredariyên HDP’ê û CHP’ê bi sînordardarkirina rayeya xwe sûc dike.

  • img

    Ji bo pira yekitiyê bang kir

    Tulay Hatimogllari ya HDP'yî derbarê pirsgirêkên di encama têkoşîna li dijî Vîrusa Koronayê derdikeve derve de nirxandin kir. Hatimogllari, di nirxandinê de bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Em bang li CPT'yê dikin ku peywira xwe bikin."

  • img

    CHP ji bo betalkirina guhertina înfazê serî li AYM’ê da

    CHP’ê ji bo betalkirina guhertina yasaya înfazê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.

  • img

    Ûca: Çima agahî nadin parêzerên Ocalan?

    Parlamentera Feleknas Ûca ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Berpirsiyar bal kişand ser rewşa tenduristiya Ocalan û pirsa çima têkildarî rewşa tenduristiya Ocalan agahiyên pêwîst nadin malbat û parêzerên wî ji Wezareta Dadê kir.

  • img

    Qanûna înfazê ya nû perçeyek 'Plana Rûxandinê' ye

    Kemal Bulbulê HDP'î anî ziman ku qanûna înfazê ya nû berdewamiya "Plana Rûxandinê" ye û got, wê bi endamên çeteyan ên bi vê qanûnê derdikevin tiştên wekî JÎTEM'ê ava bikin.

  • img

    HDP: Ayhan Eren pişta xwe daye gel divê îstifa bike

    Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk ya HDP'ê, diyar kir ku Hevşaredarê Hezo Ayhan Eren li dijî rêzikname û bernameya partiyê tevgeriya ye û pişta xwe daye nirxên gel û xwest Eren îstîfa bike.

  • img

    Gulum: Divê Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive

    Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê diyar kir ku guhertina yasaya înfazê di nava civakê e rê li ber hêrs û bertekê vekiriye û got: “Pêwîste Meclîs ji bo girtîgehan bi lezgînî bicive û guhertina yasayê pêk bîne.”

  • img

    Wê AYM tîk bisekine an li ber erkê serî bitewîne?

    Parlementer CHP'ê Tûran Aydogan ku partiya wî hewl dide ji bo qanûna înfazê ya nû serî li AYM'ê de, ji bo AYM'ê got: "Em pev re bibînin ka wekî saziyeke hiqûqê tîk disekine an wê di bin erkê de bieciqe."

  • img

    ‘AKP, bi êrîşên li ser muxalifan dixwaze ji derheqê vê krîzê derkeve'

    Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Yildirim Kaya, AKP krîza nebirêvebirinê ya bi şewba coronayê re kûrtir bûye, dixwaze bi tayinkirina qeyûman a şaredariyên muxalif, bi astengî û lêpirsînan ji derheqê wê derkeve.

  • img

    HDP’ê ji bo nûçeya AA’yê gilî kir

    Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê, ji bo nûçeya bi sernavê “Jina ku di temenê biçûk de zewicî li benda roja ku hevjînê wê ji girtîgehê bê berdanê ye” ya Ajansa Anadolûyê serlêdana sûc kir û daxwaza ku doza cemaweriyê bê vekirin kir.

  • img

    Buldan: Bi vê zagona AKP-MHP'ê qatîl û tecawizkar hatin berdan

    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li dijî daxuyaniya Serkokê Melîsa Tirkiyeyê Mustafa Şentop a ji bo zagona înfazê got 'Bi vîna meclîsê derket' bertekên xwe anî ziman û got: “Ev zagon tenê bi biryara AKP-MHP’ê derket. Bi vê zagonê tacîzkar, tecawizkar û qatîl serbest hatin berdan."

  • img

    Çepnî: Ji bo ewlehiya Qesrê makîneyên sûc hatın berdan

    Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî, diyar kir ku sûcdarên edlî ku hatine berdan dest bi sûcan kirine û wiha got: “Desthilatê ji bo parastina ewlehiya xwe bi hinceta şewbê hêzên paramîlîter ji girtîgehan derxist.”

  • img

    Barzanî têkildarî Zînî Wertê daxuyanî da

    Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku şandina hêza pêşmergeyan a ji bo Zînî Wertê demkiye. Barzanî parast ku ne pirsgirêkek bê mezinkirin e û got: “PKK li Herêma Kurdistanê ne hêzek rewa ye. Ne rewa ye û wê li Herêma Kurdistanê ev firset jî neyê dayîn.” Barzanî êrîşa TSK'ê ya li herêmê neanî rojevê.

  • img

    Ji KCD'ê bang: Em dev ji yekîtiya xwe ya neteweyî bernedin

    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), diyar kir ku hêzên emperyalîst û mêtînger her çend Kurdistan bi awayekî fîzîkî kirin 4 perçe jî dê nikaribin civaka Kurdan bi awayekî Neteweyî perçe bikin. KCD'ê bang li gelê Kurd û hêzên navdewletî kir û got: "Ji ber kaos û aloziyên li herêmê biqewimin, dê wekî gelê Kurd, aştiya herêmê jî zirarê bibîne. Gelê Kurd mifteya aşitiya siyasî, çandî û civakî ya li ser axa Anatolya û Mezrabotan e. Hewla perçekirina Kurdan, hevsengê xirakirina aşitiya li ser vê erdnîgariyê ye."

LÊGERÎN