HATAY - AKAD’ê bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan da û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku pêşiya komkujiyan bigirin.
Şaxa Komeleya Lêkolînên Çandê ya Elewiyan (AKAD) a Îskenderûn a Hatayê têkildarî komkujiyê li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin, li pêşiya avahiya şaxê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ji bo kesên hatine qetilkirin deqeyek rêz hate girtin. Serokê Şaxa AKAD’ê ya Îskenderûnê Nîhat Yenmîş di serî de Sûriye ji bo her derê daxwaza aştiyê kir û got: “Bêalîbûna li dijî van komkujiyan, şirîkbûna vê hovîtiyê ye.”
Yenmîş, bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku li dijî komkujiyên ser Elewiyan derkevin û pêşî lê bigirin.