‘Bila 28'ê Nîsanê bibe roja bîranîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin'
- polîtîka
- 12:52 28/4/2020
Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu, anî ziman ku di pêvajoya şewba corona de di cinayetên kar de tiştek nehatiye guhertin. Gergerlîoglu, ji bo 28'ê Nîsanê bibe “Roja bîranîn û şîna kesên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin." pêşniyarnameya qanûnê da meclîsê.