NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubîo têkildarî peymana di navbera HSD û rêveberiya demkî de axivî û got ku wan peyman bi keyfxweşî pêşwazî kirine.
Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Marco Rubîo têkildarî peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de axivî. Marco Rubîo di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê peymana ku beriya niha bi demeke kurt hate ragihandin bi kêfxweşî pêşwazî dike ku meqamên demkî yên Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser entegrekirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Sûriyeyê li hev kirin.”
Bi domdarî Rubîo diyar kir ku DYA ji bo pêşîgirtina li şer, careke din piştgiriyê dide derbasbûna siyasî ya rêveberiyeke cihê baweriyê û dûrî ji mezhebperestiyê. Rubîo, wiha bi dawî kir: “Em ê biryarên meqamên demkî bişopînin û di heman demê de bûyerên tundiyê yên kujer ên li hemberî hindikahiyan not bikin.”