Îlham Ehmed: Ger vîrûs belav bibe berpirsiyar hikûmeta Sûriye ye
- polîtîka
- 11:01 14/4/2020
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, ji ber ku di pêvajoya şewba vîrûsa corona belav dibe de piştgiriya tenduristî ya pêwîst nedaye gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rexne kir. Îlham, hikumeta Sûriyê jî rexne kir û got: "Hikûmeta Sûriyeyê li dijî vîrûsa corona hevkariya Rêveberiya Xweser nake. Ger ku vîrus li herêmê belav bibe dê berpirsyarî ya hikumeta Sûriyê be."