AMED - Nûnerên rêxistinên siyasî û civaka sivîl ên beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya Amedê bûn, diyar kirin ku gel xwedî li banga Abdullah Ocalan derketiye û gotin: “Lewma îktîdar nikare vê bangê jinedîtî ve bê.”
Di 21’ê Adarê de li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û bi beşdariya sed hezaran kesan pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de bi raya giştî re hatibû parvekirin mohra xwe li pîrozbahiyê da. Sed hezaran kesan di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Sed hezaran kesên li qadê kom bûn, peyameke zelal dan îktîdar û dewletê.
Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû ku li protokolê şahidiya Newroza dîrokî kirin, çavdêriyên xwe yên têkildarî Newroza bi banga Abdullah Ocalan hate pêşwazîkirin, bi ajansa me re parve kirin.
ÇEPNÎ: GEL AZADIYÊ DIXWAZE
Mûrat Çepnî, diyar kir ku bi sed hezaran kes bi coşeke mezin herikîne qada Newrozê û got: “Ev Newroz ji hêla wateyê ve ji Newrozên din cuda bû. Li Amedê, li Kurdistanê her Newroz gelek girîng e. Lê Newroza îsal ji ber banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwazeke xurt a çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û bi daxwaza aştiyê hat pêşwazîkirin. Li her derê gelê Kurd di Newrozê de daxwaza xwe ya ji bo ziman, aştî û çareseriyeke adilane û birûmet bi dengekî bilind anî ziman. Gelê Kurd azadî, edalet û çareseriyeke demokratîk dixwaze. Dixwaze rêz ji bo îradeya wan a siyasî û daxwaza azadiyê wer girtin.”
Çepnî, wiha domand: “Serdestên Tirkiyeyê, sermaye û faşîzm ji bo hebûna xwe bidomînin pirsgirêka Kurd çareser nakin. Vaye ev bang jî pêşiya çareseriya demokratîk vedike. Lewma bangekî dîrokî ye. Di heman demê de li Rojhilata Navîn, li Sûriyeyê jî ji bo nakokiyan dibe bersiv. Hemû dinyayê ev bang erênî pêşwazî kr. Divê hikûmeta AKP-MHP’ê û Tirkiye tavilê bersivekê bide û gavan biavêje. Ev Newroz di heman demê de banga ‘gavan biavêjin’ bû. Divê her kes vê bibîne.”
AYFER KOÇAK: WEKE BERSIVÊ BÛ
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak jî anî ziman ku coşa li qada Newrozê bersiva banga aştiyê bû û wiha got: “Gelê Kurd helwesta xwe bi aşkerayî nîşan da û got ku ew bi civaka demokratîk û aştiyê re ne. Ji vir û şûnde tişta divê were kirin ew e ku civaka demokratîk û aştî bên avakirin. Gel, li vê qadê bersiveke aşkerayî da banga 27’ê Sibatê. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em li cem pirsgirêkên gel bin. Kedkarên Kurd û Tirk li Stenbolê di têkoşîna li dijî qeyûm de li bajarên Kurdistanê di Newrozan de bersivê dide. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em guh bidin vî dengî û civaka demokratîk ava bikin.”
KENANOGLÛ: GEL PIŞTGIRIYÊ DIDE BANGÊ
Alî Kenanoglû jî got: “Ev Newroz nîşan dide ku gel xwedî li banga birêz Ocalan derdikeve. Nîşaneya destpêkeke nû ye. Lewma em weke Newroza sedsalê dibînin, Newroza xwedîderkteina li komara demokratîk û avakirina civaka demokratîk dibînin. Em vê Newrozê weke destpêka pêvajoyeke nû û di mijara avakirina komara demokratîk û civaka demokratîk de pir girîng dibînin.”
‘DORA ÎKTÎDARÊ YE’
Kenanoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Mîna li qadên Newrozê jî hate dîtin, gel piştgiriyê dide banga birêz Ocalan. Ev pir aşkera ye. Gel dibêje ku bi bangê re ye. Lewma ji vir û şûnde divê dewlet gavê biavêje. Nabe ku ev bang jinedîtî ve were dîtin. Ji bo ev bang cihê xwe bibîne, divê dewlet gavan biavêje. Birêz Ocalan banga xwe kir; hemû partiyên girêdayî tevera siyasî ya Kurd qebûl kir, xwedî lê derketin. Niha jî dora îktîdarê ye.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel