NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîr û Stenbolê de gelek rojnameger hatin binçavkirin.
Li Stenbol û Îzmîrê polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de rojnameger Zeynep Kuray, Bulent Kiliç, û Hayrî Tunç, nûçegihanê AFP’ê Yasin Akgul, nûçegihanê NOW’ê Alî Onur Tosun, nivîskarê BîrGunê Bariş Înce, nûçegihana Sendika.org’ê Zîşan Gur û nûçegihanê wêneyan Kurtuluş Ari hatin binçavkirin. Hat zanîn ku rojnamegerên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.
Di serdegirtinên malan ên Îzmîrê de jî nûçegihanê wêneyan Mûrat Kocabaş hate binçavkirin.